Jinên Yemenê di sempozyûmekê de pirsgirêkên xwe nîqaş kirin
Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê ya Jinan li Yemenê, bi boneya Roja Jinên Cîhanê, sempozyûmek li dar xist.
Yemen - Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê ya Jinan a li bajarê Taizê li başûrê rojavayê Yemenê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, sempozyûmek bi hevkariya Navenda Adalah a ji bo Lêkolînên Mafên Mirovan, bi sponseriya UN Women û fînasekirina ji aliyê Navenda El-Melik Selman a ji bo Alîkarî û Çalakiyên Mirovî ve, li dar xist. Di sempozyûmê de tundiya li ser jinê, pevçûn û tevkariya wan a di biryargirtinê de hat nirxandin.
“Jin di hemû qadên kar û jiyanê de mil bi milê mêran dixebitin”
Di destpêka sempozyûmê de parêzer Moîn El-Obeydî hewlên jinan ên ji bo beşdarbûna di biryardanê de li kêleka mêran di qonaxên curbicur de nirxand û tekezî li ser berdewamiya daxwaza mafên jinan, bihêzkirina jinan û daxwaza wekheviyê kir.
“Hewceye em ji bo daxwazên jinan ji derfetên heyî sudê bigirin”
Rêvebera Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê ya Jinan Sebah Racih jî got ku divê ew ji vê derfetê sûd werbigirin ji bo bidestxistina maf û daxwazên jinan û balkişandina ser pirsgirêk û tundiya ku jinên Yemenê rastî tên, nemaze di heymana pevçûnan de.
"Tundiya li dijî jinan di salên şer de"
Parêzer Rexda El-Meqterî jî kaxezek xebatê ya bi sernavê "Tundiya li dijî jinan di salên şer de" pêşkêş kir, tê de wêneyên tundiya zayendî li Yemenê beriya şer û di dema şer de û bandora wê li ser jinan, hebûn.
“Divê jin di qadên biriyargirtinê de hêza xwe nîşan bidin”
Lêkolîner Mihemed Reşîd gotara xwe ya bi sernavê "Gihandina jinan ji bo navendên biryargirtinê li ser asta netewî û herêmî" nirxand, ku tê de gelek têgeh hene wek têgeha beşdarbûn û kota, têgeha bihêzkirina jinan û rola wan di biryargirtinê de û rastiya beşdarbûna wan di heyama 2011-2022'an de, her wiha faktorên ku bandorê li beşdariya wan a civakî, aborî, siyasî, çandî, qanûnî û ewlehiyê dikin.
Kaxezên xebatê bi çend pêşniyaran bi dawî bû. Hem ji bo partî û rêxistinên siyasî û hem jî rêxistinên civaka sivîl, ku armanca wan bilindkirina asta nûnertiya jinan di cihên biryardanê de û bihêzkirina wan e.
Di sempozyûmê de gelek destwerdan hatin kirin û tekezî li ser girîngiya bidawîkirina tundiya li ser jinan û piştgiriya wan ji bo gihiştina cihên biryardanê hate kirin.