Jinên Yemenê bi çalakiyekê daxwaza piştevaniya girtiyên jin kirin
Femînîst, aktîvîstên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên Yemenê bi çalakiyek protestoyî daxwaza parastina mafê jinan û hevgirtina bi girtiyên jin re kirin.
NOOR SURÎB
Yemen – Di 8'ê Adarê de femînîst, aktîvîstên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên Yemenê li paytexta demkî Adenê çalakiyek protestoyî lidarxistin û daxwaza mafên jinan û hevgirtina bi girtiyên jin re kirin. Jinên beşdarî çalakiya protestoyê bibûn bi hilgirtina pankartan daxwaz û peyamên xwe pêşkêşî saziyên herîmî û navneteweyî yên ku ji birêvebirin û çareserkirina aloziya Yemenê berpirsiyar in kirin. Jinan nerazîbûnên xwe li hember polîtîkaya tehdîd, çewisandin û mêtingeriyê ku li herêmên cuda yên Yemenê li ser jinan tên meşandin nîşandan. Jinan banga piştgirîkirina wekheviya zayendî ji bo pêkanîna aştiyê di civakan de. Jinan daxwaz kirin ku gavan ji bo zêdekirina beşdariya jinan di cihên biryardanê de bên avêtin, jin bên perwerdekirin di dadgeh û dozgeran de bên peyîwirdarkirin. Her wiha daxwaz kirin ji bo parastina jinan ji hemû cureyên tundiyê pêwîstiyên ewlehiyê bên bicîhanîn.
"Binçavkirina jinan ji ber girêdana wan a siyasî şermezar dikim"
Seroka Weqfa Wicûd a Ewlehiya Mirovî Meha Ewed binçavkirina hejmareke zêde ya jinan ji ber girêdanan wan a siyasî li hin parêzgehên Yemenê şermezar kir û wiha domand: "Sûcên hazir ên fuhûş, terorîzm û yên din ji bo pêşîgirtina li beşdarbûna jinên din di siyasetê de têne bikar anîn."
"Em daxwaz dikin ku hemû girtiyên jin bê şert û merc bên berdan"
Nûnera Komeleya Dayikên Girtî û Girtiyan Arwa Fedil got ku ew xemgîne ku jinên Yemenê di şert û mercên dijwar û xerab de dijîn û wiha lê zêde kir: "Ya ku min xemgîntir dike jî sûcê heqareta jinan û girtina wan ji ber helwest û xebatên wan ên rojnamegeriyê ye. Em daxwaz dikin ku hemû girtiyên jin bê şert û merc bên berdan, ji ber ku mafê wan heye ku di nava ewlehiyê de û dûrî serdestiya zext û binçavkirinê bijîn."
"Bang li hikûmeta Yemenê dikim ku bi tevahî erka xwe ya li hember jinan pêk bîne"
Lêkolînera Siyasî û Seroka Weqfa Hevkar Mûna Heysem destnîşan kir ku dê jin têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: "Em îro li vir kombûne da ku em em ji kesên eleqedar re bêjin ku êdî bêdengkirin rêyek ne pêkan e, em bi mafên xwe ve girêdayî ne û israr dikin ku daxwazên xwe pêş bixin. Ez bang li hikûmeta Yemenê dikim ku bi tevahî erka xwe ya li hember jinan pêk bîne, ji ber ku jin ji ber xizanî, birçîbûn û nebûna xizmetguzariyê êşê dikişînin."