Jinên xizmên girtiyan ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
Jinên xizmên girtiyan ku di hefteya 9’emîn a Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Stenbolê de bi îşkenceyê hatin binçavkirin, hatin berdan. Jinan derbarê polîsan de serlêdana sûc kirin.
Stenbol - Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê ji bo nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatin şewitandin hat destpêkirin, duh ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, malbatan bertek nîşanî vê rewşê dan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştre polîsên ku êrîşî çalakgeran kirin, ji xizmên girtiyan Fînce Akman, Kumrî Akgul, Dayika Bariş Zeynep Calihan û Songul Îlker bi îşkenceyê binçav kirin. Xizmên girtiyên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kagithaneyê, ji ber îşkence û tundiya rastî hatin, rapora derpkirinê girtin.
Di binçavan de rastî tundiyê hatin
Parêzeran diyar kirin ku Fînce Akman û Songul Îlker rastî tundiya fizîkî ya tund hatine, hate hînbûn ku her çendî hate diyarkirin ku Songul Îlker a tomografya û rontgena wê hatiye kişandin ji ber îşkenceya li wê hatiye kirin divê ji aliyê doktor ve bê dîtin jî polîsan destûr neda. Parêzeran diyar kirin ku xizmên girtiyan ên piştî muameleya li nexweşxaneyê birin Midûriyeta Polîsan a Çaglayanê, li wir jî gelek caran ji aliyê polîsan ve rastî tacîzê hatine.
Polîsan gilî kirin
Xizmên girtiyan ku di îfadeyên xwe de diyarkirin rastî heqaret, tundî, tacîz û îşkenceya giran a ji aliyê polîsekî bejndirêj, mezin û por spî yê 30-35 salî hatine, der barê polîsan de gilî kirine. Piştî îfadeyan Fincê Akman, Kumri Akgul, Zeynep Calihan û Songul Îlker hatin berdan.