Jinên Xezayî ji ava paqij bêpar dimînin
Gelê Xezayê ji aliyek ve rastî êrîşên tund ên Îsraîlê tê, ji aliyê din ve jî hewl dide bighê pêdiviyên bingehi. Bi qutbûna çavkaniyên avê re nexweşîn ji nû ve zêde bûn. Jinên Xezayî diyar dikin ku mirin li wan tê ferzkirin.

RAFIF ESLEEM
Xeza – Îsraîl bombebarana li hember Zîvala Xezayê didomîne. Li aliyê din jî çavkaniyên avê yên ku tenê ji lûleyek avê dihatin, qut kir. Xezayî bi vê pêkanînê re ji çavkaniya ava paqij jî bêpar man. Li herêmê bi hezaran kes, ji bo ku bighên ava paqij bi dehan kîlometre dimeşin. Tunebûna avê bi xwe re gelek problemên hîjyenê û nexweşînan jî tîne.
Şaredariya Xezayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku bajarê di bin dorpêçkirinek giran de ye, ji hêla avê de krîzek mezin dijî. Ji ber ku bi taybetî taxên rojhilata bajêr bi tevahî hatine valakirin û piştî ku li rojavayê wê hejmara mirovan zêde bûye, bi taybetî jin bêçare ne. Jinan bang li rayedarên fermî û rêxistinên alîkariyê kirin û av xwestin.
Ava qirêjî dinizilînin
Raja Sami, yek ji wan jinan e. Li Xezayê bi tevî sê zarokên xwe hatiye koçberkirin û hewl dide jiyana xwe bidomîne. Ji bo ku bikaribe li zarokên xwe binhêre, her tim hewceyî avê ye. Ji serşûştinê bigre heta beravê, firaqan û ava vexwarinê, hewceyî dilopek av e. Raja Samî diyar kir ku ava dighê ber destê wan jî, hindik û qirêjî ye. Raja anî ziman ku jin bi metodên kevneşopî hewl didin avê binizilînin. Raja Samî destnîşan kir ku bi hatina germê re pêdiviya wan a avê jî zêde bûye û ger ku havîn bê ewê nikaribin vê pêvajoyê birêve bibin. Raja Samî ragihand ku rewşa wan di asta felaketê de ye û got “Îro serê malê 16 lître av tê, em neçar in evqas bikar bînin.”
Zarok bê av dimînin
Raja Samî balkişand ser kulfetên jiyanê û da zanîn ku debara wan nabe, ji bo ku bikaribin têra xwe avê bibînin, divê rojane 50 dolar bidin. Raja Samî anî ziman ku li ber çavên hemû dinyayê tî û birçî hatine hiştin û bang li hemû rêxistinên alîkariya mirovî kir. Raja Samî, wiha got: “Her ku krîz zêde bû, zarok bê av man. Nikarim ji wan re ava vexwarinê bibînim. Em ji bo dîtina çend dilopên avê li lûleyek digerin û ji bo dîtina tenê lîtreyek avê, em bi saetan li ber serê wê lûleyê disekinin.”
Raja diyar kir ku dema serî li navendên tenduristiyê yên li kampê didin, ji wan re tê gotin ku ji ber ava qirêjî nexweşîn derdikevin. Raja Samî, da zanîn ku vê carê jî tedawiyek baş nabînin. Raja Samî, anî ziman ku hewl dide digel vê rastiyê jî li ser piyan bimîne, lê nizane ku ewê hê bikaribe çiqas liberxwe bide.
‘Ev biryarek înfazê ye’
Sanaa Hassouna jî wek Raja Samî difikire. Sanaa Hassouna, got ku piştî qutbûna ava tê ba wan, hemû jinên li Zîvala Xezayê hem di aliyê ava vexwarinê hem jî bikaranînê de pirsgirêkên mezin dijîn. Sanaa, destnîşan kir ku ev qeyrana avê di heman demê de di navbera malbatan de jî dibe sedema aloziyan. Sanaa Hassouna, anî ziman ku ev alozî vediguherin pevçûnan û wiha got: “Bikaranîna ava qirêjî, bandorek mezin li tenduristiya me dike. Em nikarin tedawiyek bibînin. Ev jî dibe sedema nexweşînên demdirêj ên şewbê. Di nav rojê de em hewl didin ku gelek kêm avê vexwin. Di şûna serşûştinê de jî em xawliyek şil dikin û pê canê xwe paqij dikin. Av cewhera jiyanê ye. Dema ku Îsraîl tekane xeta avê ya Xezayê qut kir, bi vê pêkanînê biryar da ku ji du milyonan zêdetir kesên li Xezaya dorpêçkirî dijîn înfaz bike.”