Jinên Xezayê di nava kavil û xirbeyan de 8’ê Adarê pêşwazî dikin

Ji ber êrişên Îsraîlê ki sedî 90’ê Xezayê wêran bû. Jinên Xezayê îsal di nava kavil û xirbeyan de 8’ê Adarê pêşwazî dikin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Êrîşên bênavber ên Îsraîlê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir û heta agirbesta ku di 19’ê Çile de hat îmzekirin berdewam kir, ji sedî 90’ê Xezayê wêran kir. Welatiyên Xezeyê yên ku piştî agirbestê vegeriyan malên xwe yên xira bûbûn, ji ber paşeroja xwe bi fikar in, her tim di bin tehdîda dewletên wekî DYE de ne. Jinên Xezayê par di bin siya êrîşan de 8'ê Adarê pîroz kirin, îsal jî li ser xirbeyan pîroz dikin. Saziyên jinan îsal bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê desteka derûnî û alîkariya mirovî pêşkêşî jinan kirin. Ji ber ku li hin cihan êrîş dewam dikin û gel li kolanan dijî, çalakî û çalakiyên cuda nayên organîzekirin.

Koordînatora projeya “Dengê jinan” a ji aliyê navenda medyaya jinan ve tê meşandin Fedwa Abdullah, diyar kir ku îsal 8’ê Adarê di nava şopa trajedî û xirbeyên şer de tê pêşwazîkirin û wiha got: “Jin sal û sê meh bi êrîş û qirkirinê re rûbirû man. Ev yek bû sedem ku di warê siyasî, aborî û civakî de gelek tiştan ji dest bidin.”

‘Hewldanên rêxistinên jinan tenê piştgiriya ji bo jin û keçikan e’

Fedwa Abdullah, diyar kir ku 8’ê Adarê rojeke ku jin tê de serkeftinên xwe pîroz dikin, rêxistinên jinan statuya xwe ya di nava civakê de bilind dikin e û wiha got: “Lê îsal cuda ye. Hewldanên rêxistinên jinan îsal tenê, sivikkirina qeyrana jin û keçikên li Xezayê ye. Ji ber şer gelek jin pirsgirêkên ku dijîn nikarin vebêjin, di nava êş û tundiya ku dibînin de bêdeng dimînin. Ji ber ku jin cihekî bi ewle ji bo xwe nabînin, derbare tundiya ku dibînin de tiştek nabêjin. Hinek jin neçar man tundiya bi gotin û fizîkî normal bibînin, lewre riyeke din tunebû û nikarin xwe biparêzin.”

‘Cîhekî ku jin lê bimînin tunebû’

Fedwa Abdullah diyar kir ku jinan di şer de malbatên xwe wenda kirine û wiha domand: “Ji bo jiyana xwe bidomînin bi xizmên xwe ve girêdayî man. Gelek ji wan ji bo bicîh bibin, çûne ba mezinên malbata xwe. Lê ev yek ji bo jinên temenê wan ji 25 sal biçûktir, ên malbatên xwe wenda kirine, bû pirsgirêkek mezin. Ew jin bi zextên giran ên derûnî, aborî û civakî re rûbirû man û ji aliyê mêrên malbatê ve hatin astengkirin.”

‘Derfetên alîkariya ji bo jinan nemane’

Fedwa Abdullah diyar kir ku jinên li Xezayê berê tu carî rewşeke wiha nedipejirandin, lê ji ber şer neçar mane hinek mercan bipejirînin û wiha got: "Jinên ku ji ber şer bê mal û war man; ji bo ku li kuçeyê nemînin, neçar man mercên ku rûmeta wan dişkînin, bipejirînin. Rêxistinên jinan beriya şer, xizmetên ji bo cîh û desteka derûnî didan. Lê niha nikarin xizmetên wisa bikin, ji ber ku tu derfet nemane."

Mafên jinan û pêvajoya başbûnê

Fedwa Abdullah, diyar kir ku ji ber şer gelek jin bêkar mane û tiştek ku pê debara xwe bikin nemaye. Fedwa got ku vê yekê bandorek mezin li ser ewlehî û rolên wan ên di nava civakê de kiriye. Her wiha da zanîn ku jinên desteka aborî nastînin, ji ber mercên xirab nizanin çi bikin û derûniya wan nebaş e. Fedwa Abdullah wiha domand: “Ji ber vê yekê divê di warê aborî de alîkarî ji jinan re were kirin. Bi derfetên biçûk be jî desteka aborî ji bo jinan dê bibe sedem ku careke din wê hêzê bi xwe re bibînin û vegerin jiyana civakî.”

Tengasiyên ku ji ber şer çêbûne

Niha li Xezayê rêxistinên jinan gelek tengasiyan dikşînin. Perçebûna di navbera bakur û başûrê Xezayê de dibe sedem ku alîkarî neghîjin bajêr. Hejmara jin û zarokên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye her dem zêde dibe. qutkirina înternetê, nûkirina daneyan zor dike. Ji ber zêdebûna bihayê çûnhatinê, mirov nikarin biçin cîhekî û pêdiviyên xwe bicîh bînin.

‘Divê jin ji bo başbûnê xwedî daxwaz bin û têkoşîna jiyanê bidomînin’

Fedwa Abdullah, got ku ji bo jin ji heqê rewşa heyî derkevin, divê ji bo başbûnê daxwaza wan hebe û diyar kir ku jin bi hevkariya bi saziyên cuda re, divê ji bo xizmetên ji wan re tên kirin bibin alîkar û bi pêş bixin. Fedwa wiha got: "Divê jin destpêkê ji bo başbûnê xwedî daxwaz bin û ji bo domandina jiyanê têbikoşin.”

Peyama ji bo 8’ê Adarê

Fedwa Abdullah bi vê peyama ji bo jinên Xezayê, axaftina xwe bi dawî kir: "Di nava kavil û xirbeyan de jî divê em bizanibin ku hebûna rojeke wek 8’ê Adarê pir hêja ye. Desteka jinan a ji bo hev û pîrozkirina serkeftinên biçûk, dê hêz û hevgirtina wan mezintir bike.”