‘Jinên Tûnisî di qada siyasî de bi astengiyan re rûbirû dimînin’

Çalakvana Tûnisî Hind Omirî li ser astengiyên ku jinên Tûnisê dibînin got: “Hê jî jinên Tûnisê ji bo rêvebirina qada siyasî bi astengiyan re rûbirû dimînin. Tevî ku di qada siyasî de çalak in jî pêşiya wan tê girtin.”

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis – Li Tûnisê piştî 25’ê Tîrmeha 2021’ê ji ber tedbîrên awarte yên ku ji hêla Serokê Dewletê yê Tûnisê Kays Said ve hatine ragihandin, çalakiyên partiyên siyasî kêm bûn. Her wiha hilweşandina parlamentoyê û sînordarkirina rola partiyan di biryardayînê de jî digre nava xwe. Vê guherîna siyasî bandorek li ser partiyên ku bi mijarên neteweyî re têkildar dibin û beşdarî jiyana siyasî dibin, çêkir.  

‘Bandorên li ser rêjeya jinan di siyasetê de’

Çalakvan Hind Omirî ya sendîkvan û endama tora jinan pêşeng a li Tûnisê ye, rewşa siyasî û bandora wê ya li ser jinan diyar kir û got: “Rewşa siyasî ya niha bandorek li ser rêjeya temsîliyeta jinan di desteyên hilbijartinan de dike. Her wiha di qada siyasî de jî dihêle ku rola wan kêmtir bibe. Sedema vê jî kêmbûna çalakiyên partiyên siyasî ya li herêmê ye. Partiyan nikarîbûn sozên xwe yên di hilbijartinan de dabûn hemwelatiyan pêk bînin. Vê jî bû sedem ku pevçûn di nava gel de derkevin. Hinek partî hene tenê ji bo bidestxistina deshilatdariyê bêyî ku berjewendiya gel di ber çavan re derbas bikin, dixebitin. Ev jî bûye sedem ku beşdarbûn û rêjeya jinan di siyasetê de kêm bibe.”

‘Jinên Tûnisî hê jî tên astengkirin’

Di berdewamiya gotinên xwe de Hind Omirî bal kişand ser rêjeya jinan di warê siyasî de û wiha pê de çû: “Nûnertiya jinan di parlamentoyê de destpêkê li gorî salên dawî baştir bû. Di hilbijartinên meclisa gel di sala 2014’an de 29 jinan di nava 217 wekîlên mêr de cih digirtin, rêjeya wan gihîşt ji sedî 31. Her wiha di hilbijartinên meclisên şaredariyan de sala 2018’an jî rêjeya jinan gihîşt ji sedî 45. Ev jî nîşaneyek erênî bû, nîşan dida ku jin dikarin di qada siyasî de cih bigrin. Lê di hilbijartinên qanûnî yên sala 2022’an de rêjeya jinan kêm bû. Li Sîdî Bozîd ji nava 31 namzedan tenê jinek di lîsteyê de hebû. Her wiha di wîlayeta El Qîrwan de jî ji nav 45 namzedan tenê 5 jin hebûn. Ev jî tê wê wateyê ku jinên Tûnisî hê jî astengiyan di warê beşdarbûna siyasetê de dibînin.”

‘Divê di hemû waran de piştigirî ji jinan re were dayîn’

Hind Omirî tekez kir ku divê piştgiriya jinan di qada siyasî de bê kirin da ku hebûna xwe di warên civakî de îsbat bikin û wiha berdewamî da gotinên xwe: “Piştgiriya ku jin bi dest bixin divê di hemû waran de be. Ji ber ku jin nikarin hemû pêdiviyên xwe yên siyasî pêk bînin ger hevgirtinek di nava desthiladar, civaka sivîl û ragihandinê de tunebe. Desthilatdarî dikare giraniyê bide rola jinan û amadekirina wan ji bo qada siyasî ku bikaribin tê de çalak bin. Divê komele û rêxistin dewreyên bernameyên perwerde û komxebatan ji jinan re vekin. Ji ber ku ev ji jinan re dibe alîkar mekanîzmayên xebatên siyasî û çawaniya bandora biryaran fam bikin. Her wiha ragihandin jî roleke girîng û çalak di beşdarbûna jinan a di qada siyasî de dilîze. Divê ragihandin balê bikşîne ser tecrubeyên jinan û pêşengiya wan a ji qada siyasî re.”

‘Riya jinan di qada siyasî de dirêj e’

Hin Omirî destnîşan kir ku riya jinan dûr û dirêj e ji bo bikaribin destkeftiyên mezin bi dest bixin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Rê li pêşiya jinan dirêj e. Em bi hêvî ne ku di pêşerojê de ji bo jinên Tûnisê gelek gavên pêşketî hene. Jinên Tûnisê dikarin di hemû qadên civakî û siyasî de bixebitin tenê divê piştgirî ji wan re bê dayîn û derfet werin avakirin.”