Jinên Tûnisê: Rêjeya tundiyê civakeke tund ava kiriye

Jinên Tûnisê destnîşan kirin ku li welat rêjeya tundiya nav malbatî ya li hember jin û zarokan, par li gor salên borî 4 qat zêdetir bûye. Jinan balkişandin ser rista ragihandinê ya di têkbirina tundiyê de.

ZIHÛR EL MEŞRIQÎ

Tûnis – Li welatê Tinûsê tundiya li dijî jinan gihîştiye asteke metirsîdar. Li Tûnisê rêjeya kiryarên qetilkirina jinan, par 4 qat ji sala 2018’an zêdetir bûye. Zêdetirî 24 kiryarên qetilkirina jinan, di vê salê de çêbûne. Ji sedî 54’ê wan, ji aliyê hevjînên wan ve pêk hatine.

Li cîhanê jî derdora 400 milyonî de zarokên temenê wan di bin 5 û 6 salî de ye, rastî tundiya derûnî yan jî fîzîkî ya di nav malên xwe de hatine. Her wiha li gorî raporên neteweyî 330 milyon ji wan zarok rastî cezayên fîzîkî hatine. Ev jî, bandor li pêşketina wan û tenduristiya wan a mêjî dike. Li Tûnisê zarok li gor malên xwe li kolanê zêdetir rastî tundiyê tên. Ev jî bi hinceta perwerdê ye.

‘Malbat tundiyê wek awayek perwerdê bi nav dikin’

Çalakvana Jin Suad Receb destnîşan kir ku di çend salên borî de qetilkirina jinan li Tûnisê vedigere belavbûna madeyên hişbirê û wiha pê de çû: “Her wiha malbatên Tûnisî tundî hêsan kirine û zarokên xwe li ser tundî û lêdanê mezin kirine. Lêkolîn dibêjin ku ji sedî 93’yê  zarokan rastî tundiya ji aliyê dê û bavên xwe ve tên. Tundiya li dijî wan şêwazekî şaş e û tenê tundiyê bi xwe re tîne. Zarokê ku bi berdewamî rastî tundiyê tê û hînî wê yekê dibe. Di encamê de dema mezin bibe wê heman şêwazî bikar bîne. Komeleyên Jinan û ragihandin, di mijara tundiya di nav malbatê û bandorên wê de kêm mane. Hin malbat tundiyê weke awayek perwerdê bi nav dikin. Lê belê ev yek bandorê li mêjiyê zarokan dike.”

‘Serxwebûna aborî ya jinan girîng e’

Suad Receb diyar kir ku krîzên aborî û hilweşîna rewşa malbatan, yek ji sedemên zêdebûna rewşa tundiya li dijî jinan e û wiha got: “Jin hîn zêdetir bi bandor dibin. Ji ber ku ew xeleka lawaza di civakê de ne. Mînaka herî biçûk, bêkarî li cem jinan ji mêran zêdetir heye. Em hemû dizanin serxwebûna aborî ya jinan ji bo sekinandina li hember tundiyê girîng e. Divê  ragihandin hîn zêdetir balê bikşîne ser tundiya di hundirê malbatê de û divê hişyarî jî zêde bibin.”

‘Civak ji jinê re dibêje lê gilî neke’

Suad Receb derbarê çawaniya têkoşîna li hember tundiyê de jî wiha got: “Ji ber ku awayên piştgiriya çûyîna jinan a ji bo dadgehan hêsan dibe, ev dibe yek ji sedemên sereke yên sekinandina kesên tundiyê dikin. Her wiha çêkirina aliyên taybet ji bo naskirina çawaniya danûstandina bi qurbanên tundiyê re jî. Mixabin civak hewl dide bandorê li jina tundî lê hatiye kirin bike. Jê re dibêje li kesê ku tundî li te kiriye gilî neke. Bi taybetî jî ev hevjîn an jî yek ji xizman be.”

Girîngiya hişyarkirinê

 Nivîskara giştî ya Komeleya Etase Hemîde Sebî jî balkişand ser girîngiya pengava 16 rojên neteweyî yên têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan û wiha got: “Divê girîngiya hişyarkirina jinan a li hember metirsiyên tundiyê û girîngiya gilîkirina wan bê destnîşankirin. Tundî li dijî jinên xwedî pêdiviyên taybet jî heye. Divê pêngavên hişyariyê ji jinan re werin destpêkirin da ku tundiyê qebûl nekin an jî hêsan nekin.”

Hêjayî gotinê ye ku hêzên Tûnisê plan dikin awayên parastina jinên bi tundiyê re rûbirû ne di sala 2025’an de xurt bikin. Dixwazin vê yekê jî di çarçoveya hewldanên wê yên sînordarkirina belavbûna vê diyardeya di salên dawî de pêk bînin.