Jinên Tûnisê ji hilbijartinên li pêş demokrasiyê hêvî dikin

Razia Al-Jarbî diyar kir ku li Tûnisê bi nêzbûna hilbijartinên serokomariyê re, ew dixwazin li nêrîn û projeyên namzedan guhdarî bikin û got: “Di mijara hilbijartinê de weke jineke Tûnisê ez dixwazim demokrasî hebe.”

NAZIHA BOUSSÎDÎ

Tûnis- Li Tûnisê amadekariyên hilbijartinên serokomariyê yên 6’ê Cotmeha 2024’an de pêk werin tên kirin lê beşdariya jinên Tûnisê ya siyasetê ji rêjeya ku hêvî dikin kêmtir e.

Seroka Yekitiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî Razia Al-Jarbî, li ser mijarê got: "Ger jin xwe ava nekin, di qadên cur be cur ên civakê de cih negirin, dengê xwe bilind nekin, mafên xwe neparêzin û fikrên xwe îfade nekin; dê bi pêş nekevin û nebin xwedî destkeftiyan. Heta niha ji bo namzediyê serlêdanên jinan pir kêm in. Gelo çima em destûr nadin jinek rêveberiya me bike?”

‘Di hemû konseyan de divê cih ji jinan re were dayîn’

Razia Al-Jarbî, diyar kir ku divê di hemû hikumetan de mafên jinan werin pêkanîn û gotinên xwe wiha domand: “Divê hikumet ji mafên jinan bawer bike, ji femînîzmê bawer bike, li ser mijarên wekhevî, edalet û beşdarkirinê bisekine. Di hemû konseyan de divê cih ji jinan re were dayîn û werin motîvekirin. Li aliyê din jin jî di beşdariya siyasetê de xwe didin paş. Em difikirin ku ji ber hilbijartinên berê encameke wiha derketiye lewre bernameyên jinên namzed cidî nedihatin dîtin.”

Danasîna namzedên mêr nayê kirin

Razia Al-Jarbî, bal kişand ku danasîna namzedên mêr nayê kirin û wiha domand: "Gelo çima nahêlin em namzedên mêr nas bikin? Em dixwzin nêrînên wan ên der barê tevgerên femînîst, rêxistinên jinan û asta wan a di warê mewzuatên ku ji bo kêmkirina şîdetê amade kirine de bizanibin. Dema ku jin dibin namzed em nêrîn û fikrên wan di demê de hîn dibin. Ya girîng ew e ku namzed diyar bikin ka dê ji bo civakê xizmetên çawa bikin û fikir û nêrînên wan ên li ser wekheviya zayendî ne.”

Jin bi zextan re rûbirû ne

Razia Al-Jarbî, bi gotinên; "Pêdiviya me heye em mafên jinan bixin bin temînatê” axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kesên ku di karên bê parastin de dixebitin, rastî mêtinkariyê tên, barê malbatê li ser milên wan e jin in. Di her warê jiyanê de mêr otorîteya xwe li ser jinan bi kar tînin û dema ku jin dengê xwe derdixin jî rastî polîtîkayên zextê tên. Ji ber zext û bêedaletiyê, gelek jin serî li riyên hiqûqî didin.”

‘Ez dixwazim li welatê min demokrasî hebe’

Razia Al-Jarbî, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi nêzbûna hilbijartinan re divê em li nêrînên namzedan guhdarî bikin, bizanibin ku pozîsyon, bername, proje, daxwazên wan çi ne. Divê em bizanibin çi difikirin, di mijarên têkildarî jiann de namzedan çi kirine. Di warê pêşketin, germahiya kurewî, zekaya çêkirî û têkiliyên navneteweyî de dê pêşketinên çawa çêbibin. Di mijara hilbijartinê de weke jineke Tûnisî ez dixwazim li welatê min demokrasî hebe.”