Jinên Til Temirê piştgirî dan pêngava KJK û PAJK’ê

Jinên Til Temirê bi gotina divê her jin ji bo parastin û rêxistinbûyîna xwe li hemberî êrîşên dagirkerî, hişmendiya netew-dewlet û baviksalariyê bihêztir bike, piştgirî dan pêngava KJK û PAJK’ê.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Di 15’ê Nîsanê de Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) û Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) li ser bingeha pêwîstiya xweparastinê, bi daxuyaniyekê bang li tevahî jinan kirin. Jinên Kurd û Ereb yên bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi nêrînên xwe piştgirî dan pêngava KJK û PAJK’ê.

'Piştgiriya me wê bi bihêzirina jinan watedartir be'

Şêxa Şermûx a ji pêkhateya Ereb, pêngava KJK’ê silav kir û wiha got: "Em weke jinên Ereb, Kurd, Suryan û Asûr ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, piştgiriya xwe bi pêngava KJK’ê re nîşan didin. Jinên ku îro li vir dijîn li hemberî hêzên dagirker û komên çete yên terorîst ên ku di êrîşên xwe de qirkirina jinan armanc dikirin, dikaribûn xwe birêxistin bikin û bi wê xweparastina cewherî berxwedanên efsanewî bimeşînin. Em bi rêxistinbûyîna xwe dikaribû qad, artêş û tiştên me ava kirine biparêzin. Rêxistinbûyîn dikare hemû êrîşan vala derbixe. Heta dawî em ê piştgiriyê bidin pêngava KJK’ê û PAJK’ê  em ê ji bo bihêzkirina jinan bêtir bixebitin."

'Divê her jin berê xwe bide riya ku Ocalan '

Zehra Emîn da zanîn ku ji bo jin dîroka xwe baş bizanibin divê li sedsalên beriya 21’ê binêrin û li rastiyên ku di bin navê ol û zayendê de veşartî ne bigerin. Zehra wiha dirêjî da gotinên xwe: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê Şoreşa Jinan e, şoreşeke ku hê nû jin xwe nas dike û li hemberî hişmendiya mêr û baviksalarî çawa dikare têbikoşe, wê fêr dibe. Xweparastin tenê nayê wê wateyê ku mirov çekê hilgire û li hemberî dijmin şer bike. Na, xweparastin ew e ku jin bikaribe bi her awayî di mal, kolan, li cihên kar li hemberî mêran û her derê bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze. Jin jî tenê bi riya Şerê Gelê Şoreşgerî dikare xwe biparêze. Mînaka xweparastin û serhildana li hemberî hişmendiya dewlet û dagirkeriyê jî Kobanê û Rojhilatê Kurdistanê ye. Ruxmî ku jin rojane tên qetilkirin, destdirêjî li wan tê kirin jî dîsa dest ji têkoşîna xwe bernedane, berovajî wê ji bo ku welatê xwe ji şeran dûr bixin û dozên jinan û civakê çareser bikin her dem di nav hewldanan de ne. Divê ku her jin deriyê jiyanê yê ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wê vekirî ye, bizanibe û di wî deriyê re ber bi azadiyê ve bimeşe. Ji jinên ku li welatên wan şer diqewimin re divê bibin perspektîf, Ocalan fêm bikin, da ku bizanibin wê çawa xweparastinê bi pêş bixin û di nava ewqas şer de xwe xilas bikin. Careke din jî em piştgiriyê didin KJK’ê û PAJK’ê û dibêjin ku rêxistinbûyîn riya xweparastina li hemberî êrîşên qirkirinê ye."

'Riya azadiyê ne hêsan e têkoşîna domdar û bedelan dixwaze'

Elmaza Kemal jî got ku xweparastin gelek şêwazên wê hene, jin di kesayeta xwe de pêk bînin û wiha pêl da gotinên xwe: "Azadiya rast di kesayeta Rêber Ocalan û jinên leheng ên li çiyayên Kurdistanê têdikoşin de xwe dide der. Jinên Kurd bi taybetî faktorên parastinê di kesayeta xwe de ava kirine ji lewre her ku jinek pêşeng jin û civaka xwe birêxistin û zana dike tê qetilkirin an jî tê dîlgirtin. Tenê ji bo ku çavên jinan û civakê venebe. Riya azadiyê ne riyeke hêsan û rehet e, riyeke tijî têkoşîn e ku di nav de gelek bedel tên dayîn. Ji bo azadiya jinan gelek jinên pêşeng gihîştin asta şehadetê, ji lewre divê ku jin layiqî vê bin û xwe deyndarên pêşengan bibînin. Wiha jî rojane dikarin perwerde li her malê, li her taxê û kolanê bidin da ku jin asta naskirinê derbas bikin û bi xwe bikevin nava deryaya têkoşînê."

'Kujerên pêşengên jin divê werin darizandin'

Elmaza Kemal bi vê bangewaziyê dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk pêşengên jin ji desthilatdarî û hebûna xwe re xeter dibîne, ji ber wê jî pêşengên vê civakê û şoreşê qetil dike. Lê ev nayê qebûlkirin divê ku kujer werin darizandin. Mînaka herî bi êş jî her du komkujiyên ku li paytexta Fransa Parîsê çêbûn e. Di encamê de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Evîn Goyî gihîştin şehadetê. Ev bûyer jî rastî bêdengiyeke navneteweyî tê. Dema ku pêşengek Kurd tê qetilkirin her kes xwe bêdeng dike, kes li pey wê nakeve eceb ev jin kî ye, ji bo civakê û jinan çi kiriye, kê ew qetil kir, çima hat qetilkirin? Ev jî yek ji wan polîtîkayên li dijî jinan û doza wan tê meşandin e. Em jî weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji NY daxwaz dikin ku kujerên jinan bidin darizandin."