Jinên Til Temir û Hesekê Aysel Dogan bi bîranîn
Kongra Star a Til Temir û Hesekê siyasetmendara Kurd Aysel Dogan bi bîranîn.
Hesekê - Endama Koma Aştiyê ya Duyemîn siyasetmendar Aysel Dogan a ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li gelek deveran hat bîranîn. Jinên Hesekê û Til Temirê jî bi daxuyaniyan xemgîniya xwe ya ji bo windakirina Aysel Dogan nîşandan û dan zanîn ku ewê xeyalên wê bidin jiyîn.
Kongra Star a kantona Hesekê li Meclisa Malbatê Şehîdan a taxa Til Hecer daxuyanî da. Endam û rêvberên saziyên civaka sivîl di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rêvbera Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa ve bi kurdî û ji aliyê endama Meclisa Malbatê Şehîdan a Kantona Hesekê Fatma Hisên ve jî bi zimanê Erebî hat xwendin.
Rîma Îsa berxwedan û fedekariya Aysel Dogan wiha wiha anî ziman: “Aysel Dogan komkojiya Dêrsim jiyan kir, ew komkojî hêz, îrade û tolhildan di dilê wê de xurt bû. Hertim kar û xebat dida meşandin ji bo dawî li şer were anîn û gel di nava aşîtî û aramiyê de bijîn. Aysel ji bo pêkanîna aşîtiyê tevlî partiya Azadiya Kurdistan bû, rêka Sara yê hilbijart û li ser felsefeya Rêber Ocalan meşiya. Aysel ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin, ji ber ku ew û rê hevalên xwe li dijî hişmendiya desthilatdar, zilm û bindestiyê disekinîn û her banga wekhevî, aşîtî û azadiyê dikirin. Di zindanên dewleta Tirk tevlî geravên birçîbûnê jî bû, dîwarê zindanan şahidê işkence û êşa ku Aysel û rêhevalên wê di zinadê de dikşand. Di hundirê zindanê de bi nexweşiya penceşêrê ket û li Almaniya jiyana xwe ji dest da. Em wekî Kongra Star emê şopdarê xeta azadiyê bin û ji bo xelasiya tevahî cihanê ji zilm û zordariyê emê asta têkoşînê bilintir bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “şehîd namirin” bi dawî bû.
Jinên Til Temir: Emê şopdarê Aysel Dogan bin
Rêxistina Kongra Star a navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê li Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê bi boneya bîranîna Aysel Dogan daxuyanî dan. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Kongra Star Madlên El-Ibêd ve hate xwendin wiha ye: "Duh me agahiya Endama Koma Aşîtiyê Aysel Dogan sembola aşîtî û azadiyê, di encama nexweşiyê de gihişt asta şehadtê bihîst ku em pir pê xemgîn bûn. Almaniya rawestegeha wê ya herî dawî bû ku gelek salên xwe yê tijî berxwedan û têkoşîn derbas kiribû û li peyî xwe mîrasek ji têkoşîneke kûr û dirêj û dîrokeke tijî kar û xebat ji bo Gelê Kurd û hemû gelên bindest di cîhanê de hiştiye Rêhevala me Aysel a ku bû şahîda komkujiya Dêrsimê jêre bû jêdera hêzê û kîna tolhildanê di hundirê wê de mezin kir. Aysel wekî jineke şoreşger, jineke azad û kurd tevlî nava refên tevgera azadiyê bû û li ser vî esasî li her derê têkoşîna xwe domand. Ji ber bandorbûyîna wê ji aliyê rejîma tirk a faşîst û dagirker ve hate dîlgitin. Em jî wekî tevgera jinên Til Temirê soz didin ku mîrasê Aysel Dogan li peyî xwe hiştiye bidomînin û meşa azadiyê ranewestînin."
Daxuyanî bi diruşemya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.