'Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo çareseriyê gavek e'

Jinên beşdarvan ên Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, ku ji gelek welatên Rojhilata Navîn hatin destnîşan kirin ku konferans ji bo çareseriya ji holê rakirina xizanî, bêkarî û koçberiyê dê bibe gav avêtinek nû.

 Beyrûd- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi beşdariya 21 ciwanan yên Rojhilata Navîn li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi dirûşma "Ciwan û avakirina siberojeke azad" destpê kir bi nîqaş, axaftin û temaşekirina sînevîzyonan didome. Beşdarvanên ku tevlî konferansê bûn ji ajansa me re axivin.

 'Yek ji mijara herî girîng a konferansê şerê li Xezayê ye'

Aktîvîst Jawaher Shanna a ku ji Tûnisê li ser navê komên çepgir ên femînîst û sosyalîst beşdarî konferansê bû got: “Hêvîdarim ciwanên herêmê xwe nas bikin daku cewherê xwe baştir derxînin holê. Pirsgirêkên ku komên ciwan pê re rû bi rû dimînin û di navbera wan de xalên dişibin hev hene.” Aktîvîst Jawaher Shanna şerê li Xezayê jî nirxand û wiha axaftina xwe domand: “Em pirsgirêka Filistînê yek ji mijarên herî girîng dibînin. Di vê konferansê de bi biryar û çalakiyên hevpar ji bo piştgiriya gelê Filistînê û şerê qirkirinê tên nîqaşkirin. Niha bi gelek tevgerên ciwanên welatên Ereb re têkiliya me heye. Ji ber vê yekê me pêwîstî dît ku konferansek hevpar li dar bixin."

'Ev konferans ji pêvajoyê re bersivek e'

Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Medea Yûsif jî diyar kir ku ev demeke dirêj e amadekariya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikin ku piştî gelek nîqaş, serdanên hevpar û diyalogên hevpar pêk hat û axaftina xwe wiha domand: “Tevî şert û mercên hestiyar ên ku herêm tê re derbas dibe, ev konferans weke bersivek e. Bersiva herî xurt jî ciwan didin ji ber ku herî zêde ji şerê taybet an leşkerî jin û ciwan bandor dibin. Ji ber ku ciwan ji şerên berdewam û bêkarî, xizanî û koçberiyê re rû bi rû ne. Gelek ciwan ji hinek welatan ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin, xwestin beşdarî Konferansê bibin. Daxwaza wan ewe ku wekhevî û sosyalîzmê ava bikin." 

'Ev konferans ji bo xwe bigihînin cîhanê paceyek e'

Ebrar Fehîd a ku ji Yemenê konferansê bûye got ew nûnertiya piraniya jinên Yemenî di konferansê de dike û bal kişand ser vê yekê ku ev konferansa hatiye lidarxistin ji bo wan wekî paceyek ku dengê xwe bigihîne hemû cîhanê û wiha got: “ Di konferansê de. her yek ji me ji welatek hatiye û pêkhatiyên cihêreng lê kombûne. Armanca min ya beşdarbûna konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ew e ku mijarên ku bandorê li min dikin weke ciwan, bi taybetî jin û zarokên keç, bên nîqaşkirin û çareserî were dîtin. Di van demên dawî de jinên Yemenî ji bo ku mohra xwe li civakê bixin û guhertinan pêk bînin gelekî kar û xebat didin meşandin. Dixwazin ji her kesî re bidin xuyakirin ku jin pêş ve diçin û ji ezmûnên ku tên pêşkêşkirin sûd werbigirin.”

'Yekîtiya ciwanên Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin'

Endama Meclisa Civakî ya Ermeniyan ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arif Nerîs Kassabian diyar kir ku hemû ciwanên pêkhateyên cuda bi yek armancî tevlî konferansê bûne û destnîşan kir ku ev konferans ji bo hemû kesî derfetek e û wiha pê de çû "Di konferansê de li ser yekitiya ciwanên Rojhilata Navîn û têkoşîna hevpar hatin nîqaşkirin." Arif Nerîs Kassabian di berdevamiya axaftina xwe de balkişand ser xizanî, bêkarî û koçberiyê her wiha diyar kir ku heya pêşketina civakê wê kar û xebatên xwe bimeşînin.

'Armanc rêxistineke ciwanan a konfederal ava kirin e'

Endama Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lîna Zahir diyar kir ku armanca beşdarbûna meclîsê ji vê konferansê re li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê rêxistineke ciwanan a konfederal ava bikin û ezmûnên heyî bi hevdû re parve bikin û wiha berdevam kir: Meclisa. Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamên xwe yên jin û mêr beşdarî konferansê bûn. Ciwan nûnertiya hemû partiyên siyasî û tevgerên ciwanên Sûriyeyê dikin."