Jinên Temir: Êrîşên li ser Til Temir, Zirgan û Kobanê encama civîna Astana 17 ye
Şêniyên Til Temir û Zirganê bi meşeke girseyî êrîşên li ser Til Temir, Zirgan û Kobanê bi tundî şermezar kirin. Jinên tevlî meşê bûn gotin ku Rûsiya û Emerîka berpirsê êrîşan in, ji ber ku ew garantorê herêmê ne.
Hesekê - Şeva 21'ê Kanûnê dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê navçeya Zirganê û gundewarên wê dan ber topan, di encamê de jî 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 10 jî birîdar çêbûn. Her wiha li gundê Um El-Kêf jî 3 leşkerên Rêjîma Sûrî birîndar bûn. Di 25'ê Kanûnê de jî bi êrîşeke hewayî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li Kobanê 5 ciwanên ku 3 ji wan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û 2 jî endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê bûn jiyana xwe ji dest dan û 4 jî bi giranî birîndar bûn. Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de Til Temir, Zirgan û Kobanê, şêniyên navçeya Til Temir û Zirganê a Kantona Hesekê bi endam û rêveberên sazî û dezgehên rêveberiya xweser li gel sazî û rêxistinên jinan meşeke girseyî lidar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûn êrîş şermezarkirin helwestên xwe anîn ser ziman.
"Qaşo hevpeyman hene Rûsiya û Emerîka garantor in!"
Rêvebera Kongreya Star a Çiyayê Kizwanan Mehatî Mihemed a tevlî meşê bûyî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û wiha got: "Ruxmî ku qaşo hevpeyman hene, Rûsiya û Emerîka wekî garantor in li herêmê, lê ji 21'ê mehê de êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Zirgan, gundewarên Til Temirê û Kobanê nerawestiya ye. Dem bi dem êrîşan pêk tînin. Êrîş sivîlan hedef digrin û rojane ji malên xwe koçber dibin, lê Rûsiya û Emerîka jî gavekê jî navêjin ku van êrîşan rawestînin. Divê ku cîhan ev êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîne û sînorekî ji dewleta tirk a dagirker deyîne."
"Gelo Tirkiye çawa dikare Qada Hewayî bikar bîne?"
Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê Semer Xelîl jî wiha axivî: "Piştî civîna Astana 17 bi dijwarî gundewarên Zirgan û Til Temirê hatin topbaran kirin, di encama de gelek şehîd û birîndar çêbûn. Rûsiya û Emerîka rola xwe ya garantoriyê li herêmê dilîzin, berovajî wê biqasî ku berjewendiyên xwe bicih tînin, gel naparêzin, sozên xwe pêk nayînin û rê li hember êrîşên dagirkeriyê nagre. Diyar e ku Emerîka û Rûsiya jî destekê didin dewleta tirk ku êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bikin. Qada Hewayî îro destê Emerîka de ye, gelo Tirkiyê çawa dikare vê qadê bikar bîne û êrîşên hewayî li Kobanê pêk bîne?. Emerîka destekê dide Tirkiyê, ev li ber çavan xuya ye û zelal e. Di bin maseyê de li hev dû dikin û pilanên xwe li dijî gel pêk tînin û xwe wekî garantor didin xuya kirin, gel jî lîstokên wan dizanin. Gel tenê rêya berxwedanê hilbijartine û gotin e ku ew ê ber xwe bidin."
Meşa ku ji saziya malbatên şehîdan dest pê kir li çarxereya Ş. Qendîl rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê Ehmed Heyder bi navê Meclisa navçeya Til Temirê axivî û wiha got:"Dewleta tirk li ser asta exlaqî û siyasî li ser asta cîhanî binketiye. Di zindîkirina împratoriya osmanî de binketin û wêneyekî reş li ser xwe pêşkêşî cîhanê ku tijî xwîn û komkujiyên ku li dijî gelê me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî ye, kir. Berovajî me, me projeyeke demokratîk ji bo cîhanî pêşkêş kir ku dê bibe bersiv û çareseriya hemû pirsgirêkên ku têne jiyîn. Bi hemû dijwariya xwe, şerê projeya Netewa Demokratîk dikin. Em bêdengiya hemû welatên derodrê hemberî êrîşên dewleta tirk li ser herêmê, şermezar dikin. Dewleta tirk bi hîncetên cûda dixwaze herêmên me dagir bike, lê ev hemû jî ji rastiya wî dûr in ew dixwazin hemû Rojhilata Navîn bixin bin kontrola xwe de."
Meş bi siloganên ku berxwedaniya Kobanê, Til Temir û Zirganê pîroz dike, bi dawî bû.