Jinên Til Rifetê hûrgiliyên bombebarana dewleta Tirk vedibêjin

Şahidan destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bombebaran kirin û sivîlên ku lê dijîn kirin hedef.

Şehba – Dewleta tirk a dagirker bi rêya balafirek ya xwekujiyê vê sibehê sûka bajara Til Rifet a kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encama vê êrêşê de Fatîme Osman Mamo ya 21 salî, Reşîd Elîko ya 28 salî jiyana xwe jidest dan û 6 jî birîndar bûn.

Semîr Ebdulqadêr Reşo 31 salî, Edhem Reşîd Henan 54 salî, Menan Hisên Reşîd 57 salî, Hisên Murad 13 salî, Egîd Feqrî Şêxo 32 salî û Zuhêr Ebdulrehman 36 salî jî di encama êrişê de birîndar bûne. 

Jinên ji navçeya Til Rifetê ku şahidiya êrişê kirin, hûrgûliyên êrişê bi me re parve kirin.

“Em ji Til Rifetê dernakevin”

Rehîme Henan bûye şahida êrişan wiha dibêje: "Ez û hevjînê xwe li ber dukanê xwe ne me dît êrîş qewimîn û gelek ji xelkê sivîl birîndar bûn. Di encam de şehîd jî çêbûn. Ji ber dengê teqînan guhê min yek jê nabhîse. Em ji Til Rifet dernakevin. Em ji êrîşên Erdoxan tu carî natirsin."

"Her dem welatiyan dike hedef"

Emîne Esmet jî got rojane êrîş û balafirê dewleta tirk sivîlan hedef digre û wiha pê da çû: "Em li Til Rifet rûniştine, rojane êrîş û balafirên dewleta tirk sivîlan armanc digire. Îro sûkê Til Rifet hedef girt, di vê sûkê de gelek xelkên bê guneh hebûn ku debara xwe di vê sûkê de dikin. Ev ne cara yekem û ne cara dawiyê ye ku êrişî me dike.”

"Em naxwezin carek din koçber bibin"

Her wiha Leyla Sîno jî wiha vegot: "Dewleta tirk bi hinceta leşkeran welatiyên sivîl hedef digire. Her kesek karê xwe li sûkê dimeşandin Erdoxan ew hedef girt. Rêxistina Mafê Mirovan a cîhanî jî bêdengin. Em carekê koçber bûne em naxwesin carek din dîsa penaber bibin em dixwezin vegerin cih û warê xwe. Guneha zarokan tune ye ku para xwe ji van êrîşan bigirin."