Jinên Taizê li dijî komkujî û rêgiriya Îsraîlê li Xezayê daketin kolanan

Bi sedan şêniyên bajarê Taizê derketin kolanan û meşek ji bo şermezarkirina sûc û komkujiyên ku li Xezayê diqewimin her wiha rêgiriya hêzên Îsraîlê ya li ser herêmê, li dar xistin.

RANYA ABDULLAH

Yemen – Duh li bajarê Taizê yê li başûrê rojavayê Yemenê meşek girseyî ji bo hevgirtina bi gelê Filistînî yê li Zîvala Xezayê hat lidarxistin. Meş bi armanca şermezarkirina şerê berdewam ê Îsraîlê û siyaseta birçîbûnê ya li ser Xezayê ferz kiriye, hat lidarxistin. Di meşê de jinên ku beşdar bûn alên Filistînê ligel alên Yemenê bilind kirin. Beşdaran her wiha pankartên ku sûcên hatine kirin û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar dikirin û wêneyên rojnamevanên ku li Zîvala Xezayê hatine kuştin, hilgirtin.

Beşdarên jin di meşê de hêrs û xemgîniya xwe ji ber birçîbûn û tewanên berdewam ên ji aliyê hêzên Îsraîlê li Zîvala Xezayê anîn ziman û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin.

'Piştgiriyê didin gelê Xezayê'

Houria Wabel a ku beşdarî meşê bûye wiha got: "Meşa me ji bo şermezarkirina komkujî û dorpêça li ser gelê Filistînê ye. Xeza li ber çavên hemû welatên cîhanê bi dorpêçkirin, birçîbûn, êrîş û tunekirinê re rûbirû dimîne. Em jî bi çalakî û xebatên xwe piştevaniya gelê Xezayê dikin û hevgirtina xwe bi wan re nîşan didin da ku êşa wan ji bîr nekin û tiştê em dikarin bikin."

Jina ciwan Ebrar Nebîl jî wiha axivî: "Rewş nayê tehemulkirin û tiştê ku em dikarin bikin ji bo gelê Xezayê, em dikin. Piştgiriya me ji bo gelê Filistînê û Zîvala Xezayê ji gotin û duayan wêdetir e. Tiştên ku li Xezayê diqewimin eşkere ne û tu hesab ji bo van sûcên hovane nayê xwestin."

Birçîbûna sîstematîk li Xezayê dimeşînin

Nesiba Xalid piştevaniya xwe bi gelê Xezayê re wiha nîşan da: "Em derketin ku bibêjin weke gel em li kêleka gelê Xezayê ne. Bi meşa xwe armanca me ew e dengê me were bihîstin ku em li kêleka gelê Filistînê ne. Em siyaseta birçîbûnê ya li Zîvala Xezayê tê meşandin şermezar dikin, ji ber armanca vê siyasetê qirkirina gel e. Hêzên Îsraîlê tenê bi bombebaran û mûşekan nesekinîn, bi birçîkirina sîstematîk û astengkirina gihandina xwarin û dermanan heta ku gel ji tîbûn û birçîbûnê bimre, şerê li ser gelê Xezayê berdewam dikin."

Hedefgirtina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye

Di daxuyaniya ku di meşê de hat dayîn de, siyaseta birçîbûnê ya li ser gelê Zîvala Xezayê, sûcên sîstematîk ên ku li dijî sivîlan berdewam dikin û hedefgirtina rojnamevanên Filistînî hatin şermezarkirin, hikûmetên ku bi çekan piştgiriyê didin Îsraîlê hatin tawanbarkirin. Her wiha hat gotin ku divê civaka navneteweyî erkên xwe li hemberî gelê Xezayê û mafên wan pêk bîne.

200 kesan ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê di daxuyaniyek de ragihand ku hejmara qurbaniyên birçîbûnê gihîştiye zêdetirî 200 kesan, di nav wan de 106 zarok hene. Daxuyaniyê tekez kir ku krîza mirovî ya li Xezayê di bin dorpêçkirin û kêmbûna xwarin û pêdiviyên bijîşkî de berdewam dike û xirabtir dibe û banga ji bo mudaxeleya lezgîn a civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariyê dubare kir.

Nêzî 63 hezar kes hatine kuştin

Li gorî daneyên Buroya Navendî ya Îstatîstîkê ya Filistînê, hejmara qurbaniyên şer li Xezeyê gihîştiye 62 hezar û 628 kesan, 163 hezar û 122 kes jî birîndar bûne û 2 milyon kes jî ji cih û warên xwe koç bûne.