Jinên Tehranê qala serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” kirin

Jinên Tehranê yên duyemîn salvegera serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ku bi qetilkirina Jîna Emînî re dest pê kir, ji ajansa me re axivîn û gotin: “Em tu carî nakevin rewşa beriya serhildanê.”

MASUME PARÎZAD

Tehran- Jîna Emînî, di 13 Îlona 2022’an de li paytexta Îran, Tehranê bi hinceta ku ‘hîcabê li gorî rêgeza îslamê  baş nedaye serê xwe’ ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hat bincavkirin. Jîna emînî di 16’ê Îlona 2022’an de ji ber îşkenceya ku di dema binçavkirinê de dît li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Jinên ku tevlî merasîma Jîna Emînî bûn dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ berz kirin serhildanek ku li tevahî Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bibe dan destpêkirin. Ev serhildana dîrokî li tevahiya cîhanê deng veda. Şoreşa ku bi pêşengiya jinan dest pê kir derbasî her qada jiyanê bû, jinên Tehranê bi boneya duyemîn salvegera şoreşê ji ajansa me re axivî.

‘Jin berxwedanê berdewam dikin’

Parêzvanê mafên mirovan Samane Afroz diyar kir ku ew êdî tu car nazivirin beriya şoreşê û destnîşan kir ku tişten di sala 2022’an de qewimîne bûme destpêka serhildaneke şoreşgerî ya bêdawî ji bo ji holê rakirina zext û tundiya li ser jinan. Samane Afroz di berdevamiya axaftina xwe de got ku şoreşê hevgirtina jinan derxistiye holê û wiha pê de çû: “Her çendî hikumetê zextên xwe zêde kiribe jî şoreşa jinan weke ku sekiniye xuya dike jî em dikarin bibêjin ev rewş heya ji bo demekê derbasdar e û divê her kes baş bizanibe ku dê jin vê vê têkoşîn û şiyarbûnê bişopînin. Jin û û zarokên keç ên Tehranê bexwedana xwe berdewam dikin. Jinên ku di qada giştî de bê peçe digerin ez vê jî weke destkeftiya şoreşê dibînim. Jinên ku ji azadiyê hez dikin, ruxmê gef û zextên civakê jî hîcabê red dikin.”

‘Hikumet serî li girtin û tundiyê dide’

Bahar Bayatî ku ji ber beşdarbûna serhildanên kolanan ên li Tehranê hatibû girtin, diyar kir ku dema tevgera gel rabû ser piyan, rastî tundî û girtinê hatine û got: “Dixwazin dengê tevgerên sivîl û siyasî neyê bihîstin lê tevgerê bi riya medyaya dîjîtal dengê xwe gihand hemû cîhanê û em berxwedana xwe didomînin. Serhildana şoreşgerî ya jinên ku jiyana azad dijîn, li dijî çewisandina neçarî, serhildaneke ji bo rizgarbûna ji lepên desthilatdariya olî ya totalîter e.”

‘Tevgerek gel  a ku tu mînaka wê nîn e bû’

Civaknas Zîba Eskandrîan bi bîr xist ku serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” bi qetilkirina Jîna Emînî derketiye holê û got: “Ev şoreş tevgereke gel a tu mînaka wê nîn e bû. Jinan bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bi serhildana ku dest pê kir, lewaziyên pêkhatî yên desthilatdariyê derxistin holê. Bi şoreşê re hişmendiya jin û zarokên keç ên Îranê berfirehtir bû. Ev şoreş bi rastî şoreşek super e ku nirxên nifşê ciwan nîşan dide, li dijî pîvanên kevneşopî, olî, mêrsalarî, cudaxwaz û otorîter li ber xwe dide. Her çiqas zexta hikûmetê zêde bûbe jî ev şoreş gihîşt bi milyonan mirovan. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bû serhildana herî dirêj a kolanan. Gelek bandorên siyasî û çandî hebûn û em hê jî bandorên wê di nava gel û navneteweyî de dibînin. Em dizanin ku serhildana şoreşgerî wê encam bigire.

'Têkoşîna şoreşgerî berdewam dike'

Rozhîn Naghdar jî wiha got: “Destkeftiyên exlaqî, derûnî û çandî yên serhildana şoreşgerî nayên înkarkirin. Serhildana şoreşgerî wê di siberojê de çawa be û kengê bi ser bikeve, hê ne diyar e. Em di duyemîn salvegera serhildana şoreşgerî de ne û têkoşîna şoreşê didome. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo serhildanên civakî yên din ên ku gel ber bi jiyana azad, rizgarî û serkeftinê ve bibe, amadekariyek guncaw kir."