Jinên Suweydayî bi têkoşîna xwe hêviyê diafirînin
Ji ber mercên zor ên jiyanê û tunebûna alîkariyan, komek jinên ji bajarokê Şahba yê Suweydayê, ji bo ji nexweşên çolyakê re nan çêbikin dest bi hewldana dilxwaz a bi navê “Sabaya Sand” kirin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Jinên ku tevlî koma “Sabaya Sand” bûne, balê dikşînin ku hevgirtina jinan dikare veguhere têkoşîn û berxwedana bi êşan re, desteka ji bo nexweşên çolyakê jî ji nanê ku bi hezkirin hevîrê wê hatiye vestrandin dest pê dike.
Li bajarokê Şahba yê Suweydayê, di nava mercên giran ên li ser herêmê de, hewldaneke balkêş a ku ji jinan pêk tê ava bûye. Jinên ciwan ên bi navê “Sabaya Sand” hatine ba hev, ji bo nexweşên çolyakê, dest bi çêkirina nanê taybet kirine. Vê gavê ruhê hevgirtin civakî û hêza jinan a ku ji krîzan piştgiriyê ava dike nîşan dide.
Navê vê komê, berê “Haydê em stranan bibêjin” bû, ji bo ku hestên xwe îfade bikin, zoriyên jiyanê sivik bikin û li qadên çiyayî bi şanoya Romayê kêfxweşiyê çêbikin stranan digot lê ji ber êrîşên li ser Suweydayê, berê xwe dan cihekî din. Navê komê kirin “Sand.” Ev nav êdî ne dirûşmek e, di hemû kêliyên zor ên civakê de dê bibe piştgiriyek.
Ji stranê ber bi nan ve, heta çalakiyên heftane yên ji bo berdana kesên hatine revandin, ev kom êdî li her dere Şahbayê dixebite. Destê xwe ji bo alîkariyê dirêjî, nexweş, zarok, mêvan û nobedaran dike, îsbat dike ku jin bi hevgirtinê dikarin êşê veguherînin berxwedaneke rojane.
Berpirsa komê Jumana Nasif wiha dibêje:
“Em îro ji bo ji nexweşiyên çolyak ên li Sahbayê re nan çêbikin li vê derê ne. Me arê ku beriya mehek ketibû destên me veşartibû lewre li dijî îhtîmala tunebûna nan, me xwest amadekariya me hebe. Berê Heyva Sor nan ji me re dianî lê niha ji ber derengmayîna konvoyê, en neçar man nane xwe bi xwe bipêjin lewre ev mirov pir mexdûr in; mirov bi cidiyeta vê nexweşiyê nizanin. Xirabkirina diyete dibe sedema pirsgirêkên tendirustiyê yên mezin. Ji ber vê yekê me biryar da em bi xwe nan bipêjin û bigihîjînin wan nexweşan da ku neçar nemînin xwarinên zirarê didin wan bixwin.”
Peyama alîkariyê
Jumana Nasif da zanîn ku hejmara neweşên çolyakê li Şahbayê nêzî 60’an e, gelek ji wan di mercên zor de bi alîkariyên kêm dijîn û wiha domand: “Em îro hewl didin ji bo her nexweşê/a çolyakê yek an jî du paket ar bişînin. Ev ne tenê alîkariya xwarinê ye, di heman demê de peyama destek û hembêzkirinê ye lewre em bawer dikin ku piştgiriya rastîn, bi tiştên biçûk dest pê dike, ji nanê ku bi hezkirin hatiye vestrandin.”
Yek ji nexweşên çolyakê bir Kafirî, wiha behsa zoriyên ku dikşîne dike: “Heşt sal in ez diyet dikim û ji ber mercan dizanim dema ku diyeta xirab dibe dê çi bibe. Ji dema bûyerên dawî dest pê kirine ve heta niha, di du meh û nîv de, min mehê yan du carek an jî du car nan kiriye. Ne cereyan ne jî xaz heye. Hê jî gelek mirov li navendên stargehê dimînin. Ar hebe jî em nikarin nan çêbikin. Em bang li saziyên alîkariya mirovî dikin: Bila ji bo nan destek bidin me lewre alternatîfek me tune ye. Ger em neçar bimînin nanê genim bixwin di warê hezmkirinê de em ê pirsgirêkên mezin bijîn. Vereşan, jinavçûn û bêhalî ji ber çêdibin… Zarokên dehsalî û yên biçûktir nikarin biskuvî jî bikirin. Ev rewşeke pir bi êş e.”
Ji endamên komê Ramiya Hamza, jî wiha behsa guherandina karê xwe kir: “Me berê stran digot, cilên Ereb li xwe dikir û çanda çiya dida jiyandin. Me bi 20 keçên ciwan dest pê kir dûre hejmara me bû 50. Îro jî ji 200’î zêdetir bûye. Di şanoya Romayê de, li qadan me stranan digot lê ji ber komkujî û binpêkirinên li Suweydayê çêbûn her tişt guherî. Me fam kir ku tenê kêfxweşî nabe; pêdivî bi destên ku alîkariyê bikin hebû. Ji ber wê yekê me xwe weke koma ‘Sand’ bi nav kir. Em êdî nan dipêjin, em di stargehan de alîkariyê didin, li bendên nobedê dimînin, ji bo kesên hatine revandin werin berdan, çalakiyên hefteyî li dar dixin û em dibêjin ku em ê tu kesê bi tenê nehêlin.”
‘Hêza me ya bicihanîna berpirsyariyê heye’
Pispora xwarin û vexwarinê Doha el-xatib a ku tevlî hewldanê bûye, desteka zanistî û pratîkî dide li ser girîngiya nanê bê gilûten wiha dibêje: “Nexweşiya çolyakê pir hesas e. Nexweş nikarin berhemên genim bixwin. Nanê ku berê ji Şamê dihat niha nayê. Ji ber wê em neçar man bi arê garis nan çêbikin. Encamên xwerina tiştên bi glüten pir xirab in, bi taybetî ji bo zarokan, dibin sedema komplîkasyonên cidî. Ji ber wê tişta ku îro keçên ciwan ên Şahbayî dikin pir tişteke mirovî ye û divê bi her awayî destek ji wan re were dayîn. Li ser jinan zextên pir mezin hene lê ew bi xebata xwe ya rojane îsbat dikin ku dikarin berpirsyariyan bi cih bînin û li dijî dorpêç û birçîbûnê bi rûmet bibin bersiv.”
Endamên koma ‘Sandê her dawî bi riya Ajansa Nûçeyan a Jinan bang li saziyên alîkariyê yên jinan û mirovî yên cîhanê kirin û wiha bi dawî kirin: “Em we vedixwînin ku hûn piştgiriyê bidin me û nexweşên me. Îro barê civakê li ser milen jinan e. Em mil bi mil dixebitin, ne dorpêç dikare me bide sekinandin, ne jî birçîbûn dikare me qels bike.”