Jinên Suwêydayê cureyên tundiyê nîqaş kirin
Jinên Suwêydayê ji bo 25’ê Mijdarê dest bi çalakiyan kirin. Di komxebata ku komek jin hatin ba hev awayên cûda yên tundiyê û têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin.
ROCHELLE JUNİOR
Suwêyda- Jinên li bajarê Suwêydayê ya Sûriyeyê bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê dest bi çalakiyan kirin. Di nava van çalakiyan de, bi bşjdariya jinên ji komên pîşeyên cûda û aktivîstên jin roja 10’ê Mijdarê yekşemê komxebatek hate li darxistin.
‘Gelek curên tundiyê hene’
Endezyar Ghada Al- Shaaranî pênaseya tundiya wiha kir û got: “Tundiya li dijî jinê, yek ji binpêkirinên mafê mirovan e û li cihanê belav bûye û hê bê ceza tê hiştin û ev tundî ji aliyê desthilatdariyê ve bi bê cezabûnê tê parastin.”
Ghada Al-Shaarani da zanîn ku tundiya li dijî jinê bi gelek awayên weke gotinî, fîzîkî û psîkolojîk derketiye holê, jin ji aliyê mêrê pêre zewicî ve rastî tundiya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî tên û tên qetilkirin.
Ghada Al-Shaarani îşaret bi wê yekê kir ku jin rastî êrişa zayendî tên û zewaca di temenê biçûk de zêde bûye û got: “Tundiya elektronîk û tacîz zêde bûne. Di heman demê de awayek din yê tundiyê ya li dijî zarokên keç, sineta jinan e.”
Ghada Al-Shaarani ên ku rastî tundiyê hatine hişyar dike û bi gotina ‘em ji te bawer dikin û li gel tene.’ Piştevaniya wan dike. Ghada Al-Shaarani behsa di civakê de di mijara mafê jinan de giringiya belavkirina hişyariyê û piştevaniya psikolojik bi mexdurên tundiyê re kir û wiha got: “Gelek cûrên tundiyê hene û ji ber vê ji bo çawa em alîkariya wan bikin, fam bikin pênasekirina nîşanên muameleyên xirab giring e.”
Basma Al-Aqbanî ku beşdarî komxebatê bûye got: “Em dibînin ku Entelektuelên ku li pêşin bi terzê axaftinê xwe ên li beramberî jinan hewl didin ziyanê bidin.”
‘Rola jinê tenî bi welidîna zarokan re hatiye sînordarkirin’
Parêzer Lîna Abu Hamdan der barê asta zagonî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinê wiha got: “Jin, ji aliyê desthilatê ve li cihek ku ji mêran xwardetir hatiye cudakirin û ev jî jinê weke milkê taybet yê mêr lê kiriye. Rola jinê tenê bi welîdina zarokan û karê li malê hatiye sînordarkirin. Ev awayek yê tundiya li dijî jinê ye.”
Lina Abu Hamdan da zanîn ku li her herêma Sûriyeyê bûyerên tundiya li dijî jinê hene û tevî ku her cûrê tundiyê sûc tê qebûlkirin, bê ceza tên hiştin. Bibîrxist ku li Sûriyeyê zagonek ku tundiya di nava malê de ku jin rastî tê bê sererastkirin tune ye.