Jinên Sûriyeyê pêşerojek edilane xeyal dikin

Jinên ji Şamê diyar kirin ku bêyî jinan pêşeroj nekarî bê nivîsandin û gotin ku ewê bi dengê jinan ji nû ve were nivîsandin, li ser dikê wê ne sembolên bêdeng bin, bi dengê jinên ku hilbijartine, bibin aktorên bi bandorê hebe.

LAMÎS NASIR

Şam – Beriya sala 2011’an li Sûriyeyê derbarê mafê jinan de axaftin ne luksek, ne jî bijartekek bû. Pergal di çarçoveya teng ya ku wê demê hatiye xêzkirin de, çalakiyek bi sînor bû. Jin nehatibûn erkdarkirin, hebûna wan tenê bi awayek fîzîkî ku wek gotina dewletê ya modernbûnê dihat bikaranîn û pêvajoyên biryargirtinê de hê di tekela çarçoveya desthilata teng a mêr de bû.

Tevî vê jî jinên ku hewl didin cûdahiyê ava bikin, cihê wan di qada çandî û civakî de hebin, di dîwarên qedexe de pencereyên biçûk vekin hene. Îro di bîra hinek kesan de vedigerin wê demê, ne ji bo bibîrxistina paşerojê, ji bo analîzkirina bi hişmendiyek rexnegir û bi bîrxistina xeyalê Sûriyeyek adilane ku piştî sala 2011’an hatiye destpêkirin. Ev xeyal ji bo jinan ne wek sebolîk, hewl dide wek hevkarên rast ê Sûriyeyek ku tê de hene ava bikin.

Makyaja siyasî bi hunerê derbas kirin

Yek ji van jinan jî, Samia Nahhas e ku hunermanda plastîkê ya di weqfa ‘Haya’ de mamostetiya hunerê dike. Samia Nahhas vedigere destpêka sala 2000’an dema ku di qada çandê de dest bi xebatê dike û wiha dibêje: 

“Min dikaribû pêşangehên hunerî vekim û çalakiyên hişyariyê lidar bixim. Derbarê jinan de dihat axaftin, lê belê di çarçoveya desthilatê diyarkirî de. Niyeta rejîmê ya bidestxistina îmaja xwe ya li ser jinê, her li holê bû. Em di çemberek sînordar de dixebitîn, me hewl da wê bi avakarî û israra xwe berfireh bikin, lê belê me dizanî mekanîzmaya biryardayînê, ne di destê me de bû. Tevî vê îradeya jinan rast bû û ceribandina derbaskirina qedexeyan di bingehê hişyariya jinê de tê avêtin. Ev hişmendî piştî sala 2011’an rê li ber rolek kûrtir vekir. Îro xeyal êdî diyar e. Di aliyê aborî, civakî û çandî de bihêzbûnek rast. Ev otorîte ne minet e, jinê di civakê de wek aktorek xwezayî cihê xwe girtiye.”

 Ji bo min sala 2011’an, dema ku qedexe hat şikandin bû

Aktivîsta civaka sivîl Dana Abidin da zanîn ku beriya şoreşê di hinek saziyên civaka sivîl ku nîv dewletin de dest bi xebatê kiriye û wiha got: “Konferans, komxebat û hebûna hinek jinan di medyayê de hebû, lê belê hemû tişt bi gotinên rejîmê sînordar bû. Ne gengaz bû ku behsa tundiya di nav malê de, zagonên cûdakarî û azadiya siyasî bê kirin. Bihêzkirin ne rast bû, şiklî bû. Hebûna jinan tenê ji bo avakirina dîtbariya sivîl bû. Jinên ku hewl didan serbixwe bin û balê bikşînin ser mijarên hesas, dihatin dûrxistin û rastî gefan dihatin. Ji bo min sala 2011’an, dema ku qedexe hat şikandin bû. Jinan dest bi avakirina înîsyatîf û organîzasyonên serbixwe kir. Bi bedelên mezin beşdarî nîqaşên siyasî û civakî bûn. Îro xeyala me ne vegera demên vîtrînê ye, xwegihandina welatek ku jin di pêvajoyên biryardayînê de, di xebatên zagonî de, medya û avakirina aştiyê de wek hevkarên wekhev bê nasîn e.”

Paşeroj ne mînak e ders e

Tiştên ku jinan aniye ziman ne bêrîkirin e, xwendinek rexnegir a derbarê paşerojê de ye. Wê demê hewl didan di qefesa ku ji wan re hatine çêkirin de tevbigerin. Kes naxwaze vegere wê demê. Armanc derbaskirina wan û bizanin ku ji wê tarîtiyê çawa çirûska ronahiyê bipêş bixin. Îro di rastiya tevlihev a Sûriyeyê de jin hê di nava bêminetiyê de ne. Hewl didin rola xwe cardin bigrin, ji gotinên rejîmê yên zextê dûr bikevin, nostaljiyê vegerînin motîvasyonê, bîra xwe vegerîne projeyekê, daxwazê jî vegerînin bernameyek civakî û siyasî.”