Jinên Sûdanê yên li Misir dijîn rastî gelek cûrên tundiyê tên

Bijîjk Tahanî Qasim diyarkir ku ji ber şerê li welatê wan jinên Sûdanê yên ku koçî Misirê bûne rastî gelek cûrên tundiyê tên û got: “Divê der barê jinan de xebatên civakî yên hişyarkirinê werin meşandin.”

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Jinên Sûdanê yên ku koçî Misirê bûne, li aliyekê rastî cûdakariyê tên, li aliyê din jî ji ber sedemên aborî pirsgirêkên dahatê dijîn. Bijîjka zarokan Tahanî Qasim wiha got: “Xwediyê malê kirê du qat kiriye û heqê kirînê gelek biha bûne. Rewşa li Sûdanê ne bi ewleye û ji ber ez ji derveyî welatê xwe me gelek zehmetiyan dijîm. Jinên Sûdanê ên li Misir dimînin, bedelê şerê li welatê wan gelek giran didin.”

‘Jin ji bo pêwîstiyên malbatê pêkbînin berpirsyartiyên mezin digrin’

Tahanî Qasim da zanîn ku rastiya koçberiyê  dilan diêşîne û hemû barê koçberiyê  li ser milê jinan e û ev tişt got: “Jin di mijara pêkanîna pêwîstiyên malbatê de berpirsyartiyên mezin digrin ser milê xwe. Şer bandorek neyênî li jin û zarokan dike. Ji ber şer gelek jinan kesên ku di malê de dahata malê dikin winda kirin. Zehmetiyên herî giring ku jinên koçber rastî tên faktora aboriyê ye.”

Tahanî Qasim axaftina xwe wiha dom kir: “Piraniya bûyerên ku min girtine malbat ji ber baca dibîstanan zêdeye zarokên xwe naşînin dibîstanan. Di heman demê de gelek jin ji bo pêwîstiyên malbata xwe pêkbîne neçar dimînin demên dirêj bixebitin. Jin ji ber vê li malê nikarin dem bidin lênêrîna zarokan û zarokên xwe demên dirêj li malê bi tenê dihêlin. Ev rewş bandorek mezin li derûniya zarokan dike. Bi taybet ji ber fikrê şer qebul nakin û fam nakin; neçar dimînin xak, heval û civakên ku fêrbûne berdin.”

‘Jinên penaber hê zêdetir rastî tundiyê tên’

Tahanî Qasim bal kişand ku tundiya ji ber koça bi zorê zêde bûye û wiha got: “Di navbera pêkanînên ku mafê mirovan yê jinê ji nedîtî ve tên û bi awayên cûda wan dixin di pencê tundiyê de girêdanbûnek nêz tê dîtin. Jinên koçber hem di nava malbatê de û hem jî ji derve rastî tundiyê tên. Ev tundî ji aliyê hevjîn, malbat, bira, heta hevalên kar û ji aliyê yên di kolanê de derbas dibin ve tê pêkanîn. Ji ber krîza ku li hemû cîhanê bandora xwe nîşan daye jî gelek penaber tevî xeteriyên ku rastî werin, dixwazin vegerin welatên xwe. Gotinên ku di zêdebûna nirxan de sûda me heye ne rastin. Îdeyên ku li ser medyaya dijîtal derketi holê bê bingehin û divê were mudaxelekirin.”

‘Li cihên kar peymanên navnetewî tên binpê kirin’

Tahanî Qasim destnîşan kir ku koçber ji bo dahata xwe pêkbînin xwe li ber gelek zehmetiyan digrin û wiha got: “Li cihên kar peymanên navnetewî tên binpê kirin. Koçber li beramberî bacek gelek kêm gelek saetan tên xebitandin. Li gor reng û zayenda xwe rastî cudakariyê tên. Jinên koçber yên karkerên malê rastî tacîz, şantaj, tundî û gelek zextên din tên. Min bi çavê xwe dît ku jinek karkerê malê mûçeyê xwe ne girtî û dema ji bo vê yekê têkoşîn kirî bi dizitiyê hate sûcdarkirin. Ji ber ku ew ditirsaya ku wê bixin girtîgehê û yan jî rumeta wê bixin dest ji mafê xwe diberdin.”

‘Divê civaka sivîl der barê mijarê de xebat bide meşandin’

Tahanî Qasim bal kişand ku divê di navbera saziyên ku der barê dosyayê koçberan de dixebitin pêwîstî bi koordînasyonê heye û got: “Avabûna koordînasyonê wê kenalên têkîliyan bikin yek û bi vî awayî wê jinên koçber bizanin serlêdana kuderê bikin. Di heman demê de wê bikare piştevaniya hiqûqî û derûnî pêkbîne. Bi taybet koçber bi projeyan bi awayê aborî werin bi hêz kirin giring e. Departmanên fînans di heman demê de divê rewşa hemû malbatê di aliyê fînansî, derûnî, aborî, tendirûstî û di astên din de were entegre kirin û lêkolîn kirin. Bi taybet ji bo di berhem û hunerên dest de berdewamkirin were pêkanîn divê di mijara bazarkirinê de perwerde werin dayîn, divê li ser sûd girtinê de xebatên fîzîbîlîte werin kirin. Divê der barê jinan de xebatên hîşyarkirina civakî werin meşandin. Ji ber jin di jiyana xwede rastî gelek pirsgirêkan tên. Divê civaka sivîl der barê mijarê de xebat bidin meşandin.”