Jinên siyasetmedar ên li Mexribê bi tundî û gefan re rûbirû ne
Li Mexribê tundî li dijî jinên siyasetmedar, her roja diçe zêdetir dibe. Jinên siyasetmedar, diyar kirin ku divê tundiya siyasî ya li dijî jinan, weke cudakarî û binpêkirina mafên mirovan were dîtin û ji bo pêşîgirtinê sererastkirên zagonî werin kirin.
HANAN HARÎT
Mexrib– Li Mexribê şîdeta li dijî jinan her roja diçe zêdetir dibe. Parêzvanên mafên jinan ên Mexribî, diyar kirin ku armanc bi şîdeta li dijî jinên siyasetmedar ew e ku wan ji xebatên siyasî dûr bixin.
Li Afrîkaya Bakur, şîdeta siyasî ya li dijî jinan, tenê bi pêşîgirtina xebatên siyasî û vederkirinê namîne, gihîştiye asta tacîza zayendî, êrişa fizîkî, tirsandin, îftîra û binpêkirina mafên jiyana taybet.
Bi taybetî di mehên dawî de li Mexribê, bûyerên şîdeta li dijî jinên siyasetmedar zêde bû. Yek ji wan jî parlamentera herêma Tanger-Tetuan-El Hoceimayê, Rafia Mansourî bû, li dijî parlementerê berê û serokê berê yê koma Partiya Îstîklalê, Nureddîn Midyan, serî li dadgehê dabû, gilî kiribû ku lê heqaret kiriye, gef xwariye û şantaj kiriye. Di bûyereke din de jî şêwirmendek ji aliyê şaredarê herêma Rashidiyeyê ve rastî şîdeta devkî hatibû.
Her wiha wêneyê wezîreke jin a Mexribî ku hatibû îdiakirina bi karsazek Fransizî re hatiye kişandin, hatibû weşandin lê jina di wêneyê de qet nedişibiya wezîra Mexribî. Li ser wê yekê wezîra jin diyar kiribû ku ev yek li dijî îtibara wê ya şexsî, propagandaya reşkirinê ye, diyar kiribû ku ev rewş, ji aliyê komeke ku xwestine tolê bigrin û stratejiya hedefgirtinê ye.
‘Tundiya siyasî ya li dijî jinan sîstematîk bûye’
Aktivîsta siyasî Kabira Shater, diyar kir ku tundiya siyasî ya li dijî jinan, sîstematîk bûye û ev pirsgirêk tenê bi Mexribê bi sînor nîn e, li welatên weke Tûnis û Urdunê jî bi heman rengî tundî heye. Kabira Shater da zanîn ku li ser medyaya dîjîtal, li dijî jinên siyasetmedar gef zêde bûne û got: “Ev gef tenê ji aliyê kesên ku bi karên siyasî ve têkildar in ve nayê kirin, ji aliyê kesên ku bi zayendperestî nêzî jinan dibin ve tê kirin.”
Kabira Shater, siyasetmedar jin a di parlamentoyeke welatên Ereb de, ji ber ku xwedî nêrînek cuda bûye ji aliyê mêreke parlamenter ve rastî heqaretê hatiye, mînak nîşan da û gotinên xwe wiha domand: “Tundiya ku bûye çand û hînbûyîn, 400 sal in didome û civaka bi rengê desthilatdariya mêr a ku li Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn heye nîşan dide. Di wan civakan de hê jî jin di asta duyem de tê dîtin û feraseta desthilatdariya mêr a li ser jinan hê jî heye.”
‘Di partiyên siyasî de li dijî jinan şîdet heye’
Kabira Shater, diyar kir ku gelek rayedarên di hikumeta Mexribê de xwedî ramana lîberal in lê nêzîkahiya li dijî jinan zêdetir xwedî tundiya veşartî ye û got: “Mînaka vê ya herî mezin, ew e ku ji 31 wezîran tenê 7 jin in. Her wiha di partiyên siyasî de li dijî jinan tundî heye. Mînak berpirsê partiyeke siyasî li jineke siyasetmedar heqaret kir û tevî ku ew jin bi salan bû di wê partiyê de bû, ji bo îstîfa bike zext lê hat kirin.”
Kabira Shater, diyar kir ku divê jin zêdetir di siyasetê de werin temsîlkirin û bal kişand ku divê bi polîtîkayên giştî, tecrubeyên jinên Mexribî esas bigrin û wiha got: “Ji bo ku di lîsteyên hilbijartinê de jin hebin divê jin û mêr bi awayê wekhev werin temsîlkirin. Ger îradeya siyasî hebe ev pirsgirêk dê bi hêsanî çareser bibe û polîtîkayên giştî bikaribin mînakên rast pêşkêşî civakê bikin.”
‘Hewl didin parlamenterên jin bi tundiyê ji siyasetê dûr bixin’
Li aliyê din, aktivîsta siyasî Leyla Bouho, diyar kir ku bi taybetî bi bandora medyaya dîjîtal, jin rastî gelek awayên tunsiyê tên û got ku divê tundiya siyasî ya li dijî jinan divê cudakarî û binpêkirina mafên mirovan were dîtin.
Leyla Bouho bi gotinên; "Tundiya siyasî ya li dijî jinan, tacîza zayendî, bi şêweyên êrişa fizîkî, tirsandin û îftirayê xwe nîşan didin û her dem li ser bingeha cudakariyê ne” bal kişand ku tundiya bi vî rengî her diçe zêdetir dibe. Leyla Bouho, diyar kir ku bi tundiyê armanc ew e ku parlamenterên jin an jî yên di kabîneyê de ji siyasetê dûr bixin.
Leyla Bouho, bal kişand ku tundiya bi vî rengî rûmeta jinan biçûk dixe û mafên wan binpê dike û armanc vederkirina wan a ji jiyana siyasî ye û wiha domand: “Her wiha êrişên li dijî siyasetmedarên jin, xwe bi zihniyeta desthilatdariya mêr a di nava civakê de bi cih bûye xwedî dike, dibe sedem ku gelek jin xwe ji siyasetê dûr bidin. Ev yek jî li ser rewşa jinan a civakî, siyasî û aborî bandorên neyînî çêdike.”
‘Pêdivî bi sererastkirina zagonên ku pêşî li van rewşan bigrin heye’
Leyla Bouho diyar kir ku divê di zagona Mexribê ya bi hejmara 103/13 a ji bo têkoşîna bi tundiya li hemberî jinan de, bi awayê ku tundiya siyasî jî tê de cih bigre, guherîn were kirin û got: “Heta ku sereratkirinên zagonî yên ji bo pêşîgirtinê neyên kirin rewş naguhere û têkoşîna bi tunidym re bê encam dimîne.”
Leyla Bouho, da zanîn ku tunidya siyasî ya li dijî jinan astengiya herî mezin e li pêşiya azadî û bihêzbûna jinan û wiha bi dawî kir: “Divê jin temsîliyeta xwe ya di siyasetê de zêde bikin, çanda wekheviyê belav bikin û qalibên şaş ên têkildarî zayenda civakî werin guherandin.”