Jinên Silêmanî li hember kuştinên jinan çalakî li darxistin

Jinên Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê li dijî kuştina jinan bi dirûşma “Na bo kuştina jinan” û “Jin jiyan azadî” tevî hemû astengiyên hêzên ewlehiyê daketin qadan.

Silêmanî- Jinên bajarê Silêmaniyê dema ku xwestin bi pêşengtiya rêxistinên jinan xwestin li ber Tiba Edlî ya Silêmaniyê xwepêşandanek li dijî kuştina jinan li darbixin rastî astengiya polîsan hatin. Hejmarek zêde ya jinan wêneyên jinên ji aliyê mêran ve hatibûn kuştin bilindkirin û xwestin li cihê hatî diyarkirin dest bi çalakiya xwe bikin. Jinên xwestin çalakiyê bikin rastî astengiya polîsan hatin. Despêkê dor li jinan girtin û rê nedan çalakiya xwe li darbixin.

“Na ji kuştina jinan”

Jinên çalakvan berê xwe dan nava bazara bajêr û li wir çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de gelek jinên çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend beşdarbûn, bê navber dirûşmên “Na ji kuştina jinan” û “Jin jiyan azadî” qêriyan.

“Dê jin bi têkoşînê xwe ji rewşa heyî rizgar bikin”

Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên di çalakiyê de axivî û got: “Pêwîste ji derveyî mekanîzmeya desthilatê jin bi îradeya hevrebûn û xwe rêxistinkirinê hev şiyar bikin û xwe ji vê rewşa heyî bi têkoşînê rizgar bikin.”