Jinên rojnamevanên Seyîdsadiq
Jinên rojnamevanên Seyîdsadiq dan zanîn ku li navçeya wan ji ber nebûna dezgehên ragihandinê jinên rojnamevan rastî zehmetiyan tên.
ASUDE MEHEMED
Şarezûr – Li navçeya Seyîdsadeq a Silêmaniyê ji ber nebûna dezgehên ragihandinê jinên rojnameger rastî zehemtiyan tên. Li gel van tengasiyan jî gelek jinan karine di xebatên ragihandinê de xebitin.
Rojnamevan Peyam Necmedîn wiha behsa rewşa jinên rojnamevan ên navçeya Seyîdsadik kir: “Weke her qada jiyanê hewildanên jinan ên di qada ragihandinê de jî pêşketinê hene. Li navçeya me ji ber nebûna dezgehên ragihandinê jinên di qada çapemeniyê de kar dikin zoriyan dikêşin û nikarin weke tê xwestin xwe di kar de pêş bixin. Daxwaziya min ji malbatan jî heye pêşiya jinên daxwaziya wan ji karê ragihandinê re heyî vekin ku bikarin û xizmeta navçeya xwe bikin.”
Pêşkêşvana BNA Nîga Mehemed jî dibêje: “Ez bi heskirin xebata bêjeriyê li BNA yê didim meşandin. Rêjeya bejdarbûna jinan di aliyê ragihandinê de li Seyîdsadiq kême, ji ber derfetê kar nîne ji neçarî jin di qadên din yên kar de dixebitin.”