Piştevaniya Taksîmê: Ev hê destpêka têkoşînê ye

Li Taksîmê bi sedan kes bi banga Piştevaniya Taksîmê, danişîna doza Geziyê ya ku gelek pêkanînên dijhiqûqî pêk hat, bi cezayên giran û girtinan bi encam bû şermezar kirin.

ELÎF AKGUL

Stenbol - Di doza Geziyê ya ku ji nû ve hat ditîn de karsaz Osman Kavala ku 4,5 sal in girtî ye, bi sûcdariya "hewldana derbeyê" cezayê muebeta girankirî, ji 16 bersûcên din 7 jê Yîgît Ekmekçî, Mucella Yapici, Mîne Ozerden, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Can Atalay, Tayfun Kahraman bi îdiaya "alîkariya hewldana derbeyê" 18 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Piştî dayîna cezayan Piştevaniya Taksîmê daxuyaniya çapemeniyê da. Bi sedan kesê biryara derqanûnî şermezar kirin.

Bi sedan kesî roja sêşemê saet 19.00’an de li kolana avahiya TMMOB’ê ya Beyogluyê bersiv dan banga Piştevaniya Taksîmê. Piştî ku li Kolana Îstîklalê û Beyogluyê gelek polîsên çewîk kom bûn, girseyê kolana Îpek a ku TMMOB’ê lê ye tije kir.

Esîn Koymen: Divê ji bo demokrasiyê em bi hev re têkoşînê bidomînin

Serokê Odeya Mîmaran a TMMOB'ê ya Şaxa Bajarê Mezin a Stenbolê Esîn Koymen ji ajansa me re axivî, wiha got: “Armanca me ew e ku heta li vî welatî hawirdoreke demokratîk ava bibe, em bi hev ra têkoşînê bidomînin. Nexwe ev rewşek e ku dikare were serê me hemûyan” û axaftina xwe wiha domand:

“Di danişîna duh de 7 kesên ku di navbera wan de parêzer Can Atalay, Tayfun Kahraman û Mucella Yapici jî hebûn 18 sal ceza girtin. Cezayê muebetê yê ji bo Osman Kavala berdewam dike. Bi girtinê hevalên me birin. Ev jî vê nîşan dide: Hikûmeta AKP’ê hikûmeteke ku ji sûcên li bajaran xwedî dibe ye. tehemula vê hukûmetê ji kesên ku li dijî sûcên li bajaran têdikoşin tune ye. Em li welatekî demokratîk najîn. Armanca me ya herî sereke ew e ku heta li vî welatî hawirdoreke demokratîk ava bibe, em bi hev re têbikoşin. Nexwe ev rewşek e ku dikare were serê me hemûyan

Ayfer Koçak: Ger îro Parka Geziyê hebe, bi saya hevalên me yên girtî ye

Berdevka Demê ya Platforma Şaxên KESK'ê ya Stenbolê Ayfer Koçak di daxuyaniya ji ajansa me re, wiha got: “Kesên ku îro tên darizandin bi rastî jî serkeftiyên wê pêvajoyê ne. Ji ber vê yekê hemû kesên ku em wê rojê li Geziyê li kêleka hev rawestiyan, bêguman îro li vir cih digrin." Ayfer Koçak diyar kir ku di encama vê têkoşînê de destkeftî çêbûne û wiha axivî; "Me bi salan got 'Gezî nayê darizandin.' Girseya li vir hewl dide nîşan bide ku nayê darizandin. Li gel hemû qedexe û hemû zextan jî gel îhtîmala ku hemû rê bên girtin li ber çavan girt û hat li vir. Her kes jî neçar e vê bibîne. Yên îro tên darizandin bi rastî jî destkeftiyên wê pêvajoyê ne. Ji ber ku ger li Geziyê cihê me hemûyan hebe, bi saya hevalên me yên wê rojê dest bi wê têkoşînê kirin e.”

Seray Şahîner: Kes nikare dest bide bêsûcdariya me

Nivîskar Seray Şahîner jî ji kameraya NÛJINHA re wiha got: “Me got ‘Gezî nayê darizandin.’ Wek afîşa li vir, bi gotinên Cemal Sureya: Kes nikare dest bide bêsûcdariya me. Ji bo mafên li bajêr berxwedaneke pir aştiyane bû. Em li gel hevalên xwe ne. Em hê jî heman tiştan diparêzin.”

Fatma Înce: Em ê bi ser bikevin

Ji Yekitiya Jinan a Kirkyamayê Fatma Înce jî wiha axivî: “2022 ji bo civaka me salek pir krîtîk e. Ji bo guherîn û veguherîneke mezin re xwe amade dike. Em di nava qeyraneke mezin a civakî de dijîn. Hikûmeta ku ev demeke dirêj e di nava vê guherîn û veguherînê de ber bi çûyînê ve ye, ji bo mayîndekirina xwe ya li vî welatî zextên xwe zêde kiriye. Bi taybetî jî doza Geziyê nîşaneya vê yekê ye. Lê ew ê nikaribin vê çûyînê bidin sekinandin

"Ev hê destpêka têkoşînê ye”

Daxuyaniya çapemeniya li ber TMMOB’ê, li ser navê Piştevaniya Taksîmê Esîn Koymen xwend.

“Li gorî girtnameyên polîsan herî kêm 3 milyonê û nîv mirov, yanî kesên ku hatine Geziye, piştgirî dane, peyam şandin, borek anîn, pirtûkxane ava kirin, sifreya erdê vekirin; em bûne welatekî ku bi milyonan mirovên ku stranan dibêjin, dilîzin, direqisin û heta daran hembêz dikin, bi "cezayên muebetê û cezayên giran ên hepsê" tên tirsandin.

Em bûne welatekî ku ciwan û rêxistinên hawirdorê yên ne tenê Parka Geziyê, ji Çiyayên Kazê heta Cerattepeyê, ji Daristanên Bakur heta Gola Salda xema keskahî û xwezayê dikşînin, re dijminatiyê dikin.

Em bûne welatekî ku kujerên ciwanên ji ber ku xwedî parka Geziyê ketin û gotin hîn zêdetir mudaxeleyî jiyana min nekin di berxwedana Geziyê de bi tundiya polîsan jiyana xwe ji dest dabûn, hatin berdan û ji bo kesên ku li dijî vê hovîtiyê serî hildidin cezayê girtîgehê tê birîn.

Heta ev bêhiqûqî, ev keyfiyet, ev bêedaletî, ev bêwijdanî, ev dijminatî neqede; heta hevalên me neyên berdan, em ê ji van dozên ku wê weke lekeyek reş bikeve dîroka hiqûqî ya cîhanê beraet bikin têkoşîna xwe bidomînin û em ê hevalên xwe bi tenê nehêlin.

Li ser navê bi milyonan kesên ku dengê xwe tevli Geziyê kirin; li welatê me edalet, demokrasî, azadî û helwesta li dijî xwezayê - projeyên kirêkirina qatilên bajaran li welatê me, bi taybetî parka Geziyê dê li her bajarê welatê me parkan zêde bike, li van parkên ku zarokên me lê bilîzin, bi hemû zarokan re hêlekanên "zaroka di hundirê xwîşka me Mucella de" lê siwar bibe were avakirin. Em ê weke zarok, jin û ciwanên Geziyê, serhişkî, netebatî û têkoşeriya xwe bidomînin. Ev hê destpêk e em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

51 binçavkirin

Xwepêşandêr ji Qada Siraselviler ber bi Karakoyê ve meşiyan, dirûşmên "Wê AKP hesab bide gel" û "Her der Taksîm, her der berxwedan" qîriyan. Kesên di berxwedana Geziyê de ji ber tundiya polîsan jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.

Polîsên ku li kolanên pişt ên Cîhangîrê pêşiya komê girtin, rojnameger jî di nav de herî kêm 51 kesî binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Kolana Vatanê.