Jinên rojnamegerên Filistînê pirsgirêkên xwe di komxebatê de nîqaş kirin
Ji bo balkişandina ser cureyên kêşeyên ku jinên Filistînî di warê ragihandinê de pê re rû bi rû ne Mala Çapemeniya Filistînê Komxebatek organîze kir.
NEXEM KERACA
Xeza- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Mala Çapemeniya Filistînê Komxebatek bi navê "Rojnamevanên jin ên Filistînî: rastî û tecrûbe" bi armanca balkişandina ser cureyên kêşeyên ku jinên Filistînî di warê ragihandinê de pêre rû bi rû dimînin, organîze kirin. Di derbarê komxebatê de Rojnameger Esraa El-Buheysî û amadekara komxebatê Rojnameger Ruba El-Ecramî ji ajansa mere axisvîn.
“Me zoriyên jinên rojnameger nîqaş kir”
Rojnameger Esraa El-Buheysî diyar kir ev komxebat ji aliyê Mala Çapemeniya Filistînê ve ji bo balkişandina ser zoriyên jinên rojnamegerên Filistînî hat organîzekirin û wiha got: "Ev komxebat ji bo balkişandina ser cureyên kêşeyên ku jinên Filistînî di warê medya û ragihandinê de pêre rû bi rû dimînin hat lidarxistin. Ji bazara kar bigire heya nerîna civakê nîqaş hatin kirin û ev komxebat pir dewlemend bû."
"Emê bi hevgirtinê hemû astengî derbas bikin"
Esraa El- Buheysî destnîşan kir ku ew di komxebatê de li ser hemû dijwariyên ku di kariyera xwe ya medyayê de rû bi rû mane axivî û wiha got: "Dibe ku em ji bo van ciwanan çirûskek hêviyê bûn, da ku ew astengiyên ku ew pêre rû bi rû dimînin derbas bikin. Ji bo ku tu tişt li pêşiya karê wan nebe asteng û xemgîniyê nejîn tişta ji destê me bê emê bikin. Me di despêkê de pisgirêkên civakî û cûdakariya di navbera he rdû zayendan de nîqaş kir. Paşê jî li ser nederbaskirina aliyên nejadperestiyê zoriyên heyî hatin ziman. Bi derbaskirina van astengiyan me rê li ber nifşên pêşerojê vekir. Ji ber ku civak di qada ragihandinê de zêdetir jinan qebûl dike. Dibe ku hin pirsgirêkên din hebin ku li pêşiya karê ragihandinê bibe asteng, divê jin û ciwan hemû astengiyan derbas bikin. Divê tiştek li pêşiya karê wan nebe asteng û ji bo biser bikevin hemû astengiyan derbas bikin."
“Divê rolê jinan di medyaya Filistînê de bê zanîn”
Rojnamevan û amadekara komxebatê Ruba El-Ecramî jî diyar kir ku Mala Çapemeniya Filistînê di çarçoveya çalakiyên Roja Jinên Cîhanê de ev komxebat li dar xist û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di komxebatê de beşdarbûnek zêde ji aliyê xwendekarên fakulteyên ragihandinê yên zanîngehên Filistînê û dîsîplînên bi vî rengî ve hatin kirin, da ku ji van serpêhatiyan tecrûbe bigirin û rola jinan di qadên medyaya Filistînê de bizanibin."