Jinên Reqayê: Rizgarkirina bajarê me vejînek bû

Jinên Reqayê yên bûn şahidê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê gotin ku rizgarkirina bajara wan vejînek bû û diyar kirin ku ew hê jî bi xemgîniyek mezin li aqûbeta zarokên xwe yên ji aliyê DAIŞ’ê we hatin windakirin dipirsin.

YUSRA EL EHMED

Reqa- Jinên zarokên xwe di dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê ji bajarê Reqayê de winda kirine gotin ku tevî êşên windakirinê kûr in jî agahiya rizgarkirinê mîna vejînê ye ji bo wan.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêngava "Xezeba Firatê" di sala 2016'an de ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê destpê kirin û bajar di 17'ê Cotmeha 2017'an de hat rizgarkirin û 20'ê heman mehê rizgarkirina wê hat ragihandin. Xelkên bajarê Reqayê di dema kotrolkirina çeteyên DAIŞ’ê bi hovitiyên mezin re rû bi rû hatin. Bi dehan ciwanên Reqayê hatin windakirin an hatin qetilkirin. Di salvegera 8’emîn rizgarkirina bajarê Reqayê de êşên jinên zarokên xwe di wê demê de winda kirin nû dibin.

Hinek jinên Reqayê ên bûne şahîdê rizgarikirina bajarê xwe ji ajansa me re axivîn. Wan jinan çîrokên windakirina zarokên xwe, kêfxweşiya pêngava rizgarkirinê anîna ziman.

’Nehiştin ez li ser lawê xwe bigrîm û binalim’

Fatma Ebdellah El Gedawî ya di 60 saliya xwe de ye û dayîka 4 keç û du lawan e behsa serpêhatiye xwe dike û dibêje: “Di meha yekem ji sala 2016’an de demjimêr 10’ê êvarî bû em razayî bûn. Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê girtin ser mala min. Taxê bi erebeyan dorpêç kiribûn. Min ji wan pirsî bê çi ji me dixwazin û ji bo çi bi vî awayî derbasî mala min bûn? Wê demê tewanbariya bazirganiya cixareyan xistin stûyê me. Mal bi tevahî kontrol kirin bi hinceta lêgerîna li cixareyan. Di wê demê de lawê min li mala apê xwe bû. Dema dengên xerîb ji malê bihîstin ew û lawê apê xwe yê bi du salan jê biçûktir e hatin. Çeteyên DAIŞ’ê ew girtin û kîsek xistin serê wan û avêtin erebeyê. Ez her tim diçûm stadyumê û her car ji min re digotin lawê te girtî ye û hîna dadgeh nebûye û eger dadgeh bibe ew ê agahiyê bidin min."

Çeteyan agahiya qetilkirina kurê wê danê

Fatma Ebdellah El Gedawî der barê qetilkirina lawê xwe de ev agahî dan: "Demjimêr 2’ê piştî nîvro dema ez û malbata xwe me xwarin dixwar telefona min lêda û yek ji çeteyan ji min re got lawê te hat qetilkirin. Min qîr da û got bi çi tewanê çawa û çilo hate qetilkirin lê belê telefon girt. Min dîsa li numareyê geriya û pirsî heman gotin ji min re gotin. Dema agahiya qetilkirina lawê min gihîşt min ez şok mam û ketim erdê. Min nema dikarîbû bilivim an li ser lingê xwe bisekinim. Rewşa dayîkan a herî xerab ewe ku dema agahiya qetilkirina zarokên xwe digrin. Min qet qebûl nekir min dixwest ez vê agahiyê teqez bikim. Ez bi lez çûm stadyomê ji bo pirsa lawê xwe bikim lê belê agahiya qetilkirina lawê min û kesê pêre axiviye înkar kirin. Ez vegeriyam û guman di mejiyê min de ma.  Min her berê xwe dida cihê dadgehê ji bo nas bikim lawê min hatiye dadgehkirin yan na. Dema min ji wan pirsî ji min re gotin hukmê înfazkirinê li dijî wî hatiye birîn. Min ji wan re got ez termê lawê xwe dixwazim ji bo wî veşêrim. Bi ser min de qîriya û got çima cilên reş li te tune ne. Min bi hêrs û xemgînî lê vegerand ez li xwe nakim û ji te natirsim. We bi çi mafî lawê min qetil kiriye?."

‘Çeteyan nehiştin ji bo lawê xwe konê şînê deynim’

Fatma Ebdellah El Gedawî di berdevamiya axaftina xwe de got ku çeteyên DAIŞ’ê nehiştine ku ew konê şînê ji lawê xwe re vede û wiha domand: "Me nikarîbû pêşwaziya kesekî bikin û ne jî li ser lawê xwe bigrîn. Taxa me bi erebeyan dorpêçkirî bû. Mêr û jin bi çekan êrişî me kirin û gotin eger we dest ji girî berneda em ê we bişewitînin. Kesên li cem min qewitandin û gefa kuştinê li wan xwarin. Bi salan xelkên Reqayê rastî binpêkirinan hatin. Herî zêde jin azar dikşandin.. Dihatin girtin û îşkencekirin. Çeteyên DAIŞ’ê ol li gorî xwe bikar dianîn û her tişt li gorî xwe heram û helal dikirin."

‘Ez mafê lawê dixwazim’

Fatma Ebdellah El Gedawî behsa rojên destpêkirina  pêngava rizgarkirina Reqayê kir û got: “Dema pêngava rizgarkirina Reqayê destpê kir em neçar man koçberî gundên derdorê bibin. Dema agahiya rizgarkirinê ji min re hat ez gelekî kêfxweş bûm. Me gelek şehîd dan û tevî hemû êş û azaran jî min hêvî dikir lawê min jî li kêlek min agahiya rizgarkirinê wergirtiba. Piştî bajêr rizgar bû min careke din dest bi lêgerîna li lawê xwe kir. Min li her derê lê geriya. Min ne zindanek ne jî cihekî girtinê nehişt û min lê negeriya. Ez qet wan efû nakim û ez dixwazim mafê lawê xwe bidest bixim û edaletê pêk bînim."

‘Ji ber min termê wî nedîtiye hêviya min a vegera wî qut nebûye’

Seda Hesen El Merî di 60 saliya xwe de ye û dayîka 4 lawan û 5 keçan e bûyera girtina herdû lawên xwe Ebdelaa yê 22 salî û Ehmed yê 20 salî li ser destê DAIŞ’ê wiha vegot: "Beriya rizgarkirinê bi du salan me berê xwe da mezreya xwe ya dikeve gundewarê bakurê Reqayê. Em li wir man ji bo di erdê xwe yê çandiniyê de kar bikin. Şevekê ji şevan em li kêlek sobê rûniştîbûn çeteyên DAIŞ’ê mezreya me bi temamî dorpêç kirin û êrişî mala me kirin û herdû lawên min bi wan re lawê apê wan jî girtin û tewana karê bi rejîma Sûriyê re kirin hincet. Di heman şevê de kurê min ê mezin  li Reqayê ji bo parastina mala me mabû bi tewana bikaranîna înternêtê ji bo têkiliya bi aliyên dijber re hat girtin. Ew mehekê girtî ma lê malbata min ji min re negotibû. Min çûna Reqayê red kir heta zarokên min vegerin û wan bibînim. Ez çûm her derê ji bo ez li wan bigerim û dilê xwe rehet bikim.”

‘Piştî rizgarkirinê heviya min hebû ku ez lawê xwe bibînim’

Seda Hesen El Merî wiha dewam kir: "Piştî derbasbûna 3 mehan li ser girtina wan çeteyan hişt lawê min bimin re biaxive. Wê demê ji min re got: " yadê tu çawayî?" me herduyan dest bi girî kir. Di dema girtina wan de her dem agahî dihatin ku gelek kes ji heman zindana zarokên min lê ne derketine û rewşa wan baş e lê belê piştî rizgarkirina bajêr agahiya wan nema û heta niha hêviya min heye ku ew sax in ne mirî ne. Dema me bihîst pêngavek rizgarkirinê destpê kiriye ez bi hêvî bûm piştî rizgarkirinê wê derfeta min hebe ez zarokên xwe bibînim lê ez gelekî geriyam û min feyde nedît."

‘Agahiya rizgarkirinê mizgîniyek bû ji bo me’

Rabîe El Şewax jî lawê wê yê mezin ê 17 salî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê hat girtin wiha çîroka xwe vedibêje: "Derdora demjimêr 3 nîvro çeteyên DAIŞ’ê êrişî mala me kirin dorpêç kirin û lawê min girtin. Ez li pey wan ketim û qîriyam hûn lawê min bi kuve dibin lê bi peyvekê jî bersiva min nedan. Pêngaveke fireh a girtinan wê demê hebû. Wan 8 kes ji heman herêmê girtin. Lawê min bi tewana sîxurê rejîma Sûriyê û belavkirina kartên asîmanî girtin. Lawê min ti tişt nekiribû ji pirsgirêkan hez nedikir. Piraniya dema xwe li karê xwe yê pîşesaziyê bû. 3 meh derbas bûn ez diçûm zindanê û dihatim ji bo dilê xwe rehet bikim. Xeterî hebû jî ji ber herêm çend caran rastî bombebaranê hat lê ez bi israr bûm. Min dixwest agahiyekê jê bigrim. Her car ji me re digotin piştre werin û idîa dikirin ku ew ê wî berdin."

‘Cenazaeyê kurê min nedan min’

Rabîe El Şewax bal kişand ku piştî derbasbûna 6 mehan ew bi riya telefonê bi lawê xwe re derdora 5 deqeyan tenê axivî û wiha domand: "Dengê wî tê bîra min dema min jêre got tuyê kengî derkeve ji min re got "di demeke nêz de". Ji wan ditirsiya û nikarîbû bi rehetî bi min re biaxive. Piştî du sal di ser girtina wî re derbas bûn ji me re gotin ew ê derheqê wî de hukmê înfazê bibirin lê belê qebûl nekirin termê wî bidin min. Em weke jin me gelek çewisandin dît. Gelek tewanên derew û dûrî rastiyê ketin stûyê me de. Kiryarên nayên gotin li dijî me pêk hatin. Bû mijareke rotînî rojane me pêre jiyan dikir. Em bi tirs radiketin û bi tirs şiyar dibûn. Ciwan jî ji van kiryaran nefilitîn. Kesê neçûba mizgeftê di dema azanê de dihat cezakirin.. Kesê diz jî destê wî dihat jêkirin."

‘Rojên me hemû bi tirs û xof bûn me qet rehetî nedît’

Rebîe El Şewax behsa bûyerekê li ber çavê wê çêbû kir û wiha got: "Rojekê dema diçûm cem bijîşk û di ber çarxereya li nîvê bajêr meşiyam. Komeke xelkê li nêzî çarxereyê bala min kişand. Ez ber bi wan ve çûm ji bo bibînim çi bûye. Hukmê serjêkirinê li dijî 8 ciwanên temenê wan 20 sal derbas nekiriye hatibû birîn. Min wan dît dema serê wan jêkirin û bi çarxereyê heta çend rojan vekirin. Em di kabûsekê de bûn. Rojên me hemî tirs bûn. Me qet rehetî nedît. Em li bende pêngava rizgarkirinê bûn. Rûyê jiyanê ji bajêr bi temamî wenda bibû. Em laşê bê ruh bûn. Piştî rizgarkirinê me bi bidawîbûna serdema reş  hîs kir. Lê belê kêfxweşiya me dewam nekir ji ber me zarokên xwe winda kirin lê dîsa jî pir baş e ji ber jiyana me sedî sed hat guhertin."

‘Çavên min ji bendewariyê spî bûn lê hêviya min ji vegera wî heye’

Ebta Mustefa Mehmûd a ku çavên wê li riya lawê wê yê 16 salî ye dibêje: "Lawê min di karê çêkirina textan de dixebitî bi lawê apê xwe re kar dikir. Di şeva girtina wî de li mala apê xwe razayî bû. Çeteyên DAIŞ’ê di berbangê de êriş kirin. Piştî agahiya girtina wî ji min re hat ez berdewam diçûm navendên girtiyan û min ji wan daxwaz dikir lawê xwe bibînim lê belê bê feyde bû ji ber rehm di dilê wan de tune bû. Ji ber lawê min ê herî biçûk bû ez gelekî pêve girêdayî bûm û hestê min ji bo wî cuda ye. Piştî min ew wenda kir mîna dînan li min hatiye. Çavê min ji xemgîniyê spî bûne. Hîna hêviya min heye ku ew ê rojekê were ji ber min ne termê wî dîtiye û ne jî wêneyek wî. Piştî girtina lawê min her car dihatin mala min û dixwestin dest deynin ser her wiha dixwestin em jê derkevin ji bo ji xwe re bikin navend. Lê min qet qebûl nedikir."

‘Divê çeteyên DAIŞ'ê werin darizandin’

Ebta Mustefa Mehmûd der barê rizgarkirina bajarê Reqayê de wiha got: "Tevî hemû windahiyên canî û madî jî em gelekî bi rizgarkirina bajêr kêfxweş bûn. Divê çeteyên DAIŞ'ê yên di zindanan de werin darizandin û edalet pêk were."