Jinên Qamişlo:Hilbijartinên şaredariyan gaveke dîrokî ye

Jinên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîna xwe der barê hilbijartinên şaredariyan de anîn ziman û daxwaz kirin ku şaredariyeke di xizmeta gel de be were avakirin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Rêxistina Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya di 22’yê Gulanê de bi dirûşma “Bi vîna jin jiyan azadî, ber bi şaredariyên demokratîk ve” deklarasyona xwe ya hevpar a hilbijartina şaredariyan eşkere kirin. Bi deklarasyonê bal kişandin ser roja 11’ê Hezîranê û hat diyarkirin ku divê gel berê xwe bide sindoqan û dengê xwe bi de namzedên xwe. Der barê hilbijartinan de jinên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîna xwe anîn ziman û daxwaz kirin şaredariyên di xizmeta gel de werin avakirin.

‘Em ê jî bi şaredariyan re bibin alîkar’

Îlham Şêxê diyar kir ku ew ê weke gelê Kurd 11’ê Hezîranê berê xwe bidin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzedên ku hatine diyarkirin û got: “Di 11’ê Hezîranê de wê hilbijartinên şaredariyan pêk werin, em ê jî weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biçin dengê xwe bidin namzedên xwe. Hilbijartinên me wê teqez çêbibin û em ê bi ser bikevin. Hêviya me ji hevşaredarên bajarê Qamişlo yên ku werin hilbijartin ew e, pêdiviyên gel pêk bînin û projeyan bidin avakirin. Mînak taxa ku em lê ne her zivistan, kolanên me tev dibin herî zarokên me nikarin herin dibistanan ji ber heriyê. Heviya me ji şaredariyê ew e ku kolanên me werin asfaltkirin. Ya duyem jî em weke jinên bi temen mezin dûmana van jeneratorên elektrîkê ji me ra nebaş e ji bêhna vê dûmanê pir nexweşiyên nebaş ên weke penceşêrê çêdibin. Em bi hêvî ne ku cihê van jeneratoran hinek li dûrê taxên mirov lê dijîn çêbikin. Em dixwazin bajarê me weke hemû bajarên din xweş û bi aramî be. Ji aliyê paqijiyê ve baldarî hebe. Li serê her kolanê konteynirên çopê hebin û em jî weke şêniyên bajar, bi şaredariyê re alîkar bin, hay baqijiya kolan û bajarê xwe hebin, çopa xwe navêjin kolanan.”

‘Hilbijartin gaveke dîrokî ye’

Yasmîn Îbrahîm jî der barê hilbijartina şaredariyan de axivî û xwest ku bêdiviyên gel pêk bînin û wiha berdewam kir: “Em gelê Kurd gelekî kefxweş in bi van hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev hilbjartin gaveke dîrokî ne. Em ê jî weke gel 11’Hezîranê herin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzedên xwe. Çiqas şaredarî pêdiviyên gel pê bînin wê ewqas bi şaredariyan re bibin alîkar. Hêviya me ew e ku pêdiviyên gel pêk bînin û projeyan ji ciwanan re ava bikin da ku dema xwe vala li ser înternetê û cihên nebaş derbas nekin. Bila di wan projeyan de kar bikin û ez ji niha ve serkeftinê ji gelê Kurd re dixwazim.”  

‘Divê derfetên kar werin avakirin’

Mehfûza Yûsif jî serkeftinê ji namzedên şaredariyan re xwest û daxwaza projeyên nû kir û wiha bi dawî kir: “Daxwaza min ji hevşaredarên nû ew e ku alîkariya gel bikin û projeyên nû ava bikin, derfetên kar biafirînin. Weke taxa me Qidûrbeg kolanên wê gelekî xirab bûne em dixwazin werin asfaltkirin parka taxê dar lê werin çandin û paqijkirin. Parkeke pir mezin e lê dar lê nehatine çandin û hatiye paşguhkirin. Di 11’ê Hezîranê de jî em ê bi giştî berê xwe bidin ser sindoqan û dengê xwe bidin û serkeftin dê her a Kurdan be.”