Jinên penaber ên Sûdanê behsa zehmetiyên li kampan kirin

Şert û mercên xirab ên jiyana jinên koçber ên Sûdanê ya li kampan, dibe sedem ku jin zarokên xwe wenda bikin, bi gelek trajediyan û xizaniyê re rûbirû bimînin. Jinên penaber ên Sûdanê behsa zehmetiyên xwe kirin.

Lîbya – Li kampên Sebha yên Lîbyayê, jinên koçber ên Sûdanî bi gelek êşan re rûbirû dimînin.  Êşên mirovan û kêmbûna xizmeta bingehîn ketine nav hev. Ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê, kêmaniya şîrê zarokan û kel û pelan, krîz bandora xwe li jiyana rojane dike û dayîk nexweş dikevin, zarokên xwe wenda dikin.

Hêvî di nav şertên zor de wenda dibin

Koçbera Sûdanê Maha Rehmetullah bi awayekî xemgîn behsa mirina kurê xwe yê 3 salî yê li kampa Tiyurî jehrî bûye kir. Maha wiha got: “Ji ber xwarinên li kampê kêm bûn, me ji hinek kesan alîkarî distend. Rojekê yekê xwarina hazir anî û ji ber ku em birçî bûn em hemû neçar man bixwin. Dema em vegeriyan, me dît ku zarokê min û zarokên din ên li kampê jehrî bûne. Wê şevê kurê min hê me ew ranekir nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Me biryar da ku em êdî xwarinên amade yên ku ji bo alîkariyê tên, nexwin. Em pirsgirêka xwarinê dijîn û para ku em digrin jî bi awayekî adilane nayê parvekirin. Xwarin demeke dirêj di depoyan de tê hiştin paşê tê belavkirin. Bi taybetî li kampê ji ber tunebûna xizmetên pêwîst û bi tendurist, jiyana rojane ya kampê ji bo zarokan tenê dibe têkoşîna ji bo jiyanê.”

Zarok li ber çavên dayîkên xwe dimirin

Josephine Sentîna ji Hartumê ji ber şer reviyaye û bi hevjîn û zarokên xwe re hatiye kampa Tiyurî, lê belê li vir jî nekarî xwe ji trajediyê rizgar bike. Josephine da zanîn ku pitika wê ya 3 mehî ji ber kampê di bin avê de maye, ji ber zikêşê miriye û wiha got: “Cihek ku em xwe bispêrinê tunebû. Keça min nexweş bû, ji ber ku pere tunebû, me ew derman nekir. Hevjînê min ji ber deynan hat girtin û bi zarokên xwe re tenê mam. Cenazeyê keça min ji ber derengmayîna kar û baranê, nêzî du mehan di morgê de ma. Hêvîdarim ji şer re çareseriyek were dîtin û em bi ewle bijîn.”

Qêrîna ji bo alîkariya lezgîn

Fatîma Abdul ku guhê wê nabhîzin jî, heman pirsgirêka ku bi tevî zarokên xwe dijî, wiha anî ziman: “Beriya şeş mehan em hatin kampê, lê belê şertên li vir gelek dijwar in. Ji bo dabînkirina xwarin û cilan em li benda alîkariyan in û ji bo zarokan şîr tuneye. Ji bo tedawiyê nikarim herim Trablusê. Ji ber ku pereyê min tune û hevjînê min jî naxebite, rewşa me baş nake. Ji ber kêmbûna destekê ez bêçare me û pêwîstiya min û zarokên min bi alîkariya lezgîn heye.”

Ev nêrînên jinan asta zoriyên ku jinên koçer ên Sûdanê yên li kampa Sebha dijîn nîşan didin û ji bo rewşa wan baş bibe, divê rewşa wan were zanîn û çareserî werin dîtin.