Jinên Misrî li dijî qetilkirina Naira Eşref gotin “Ya li dorê ez im!” û kampanya dan destpê kirin

Li dijî qetilkirina jina ciwan a xwendekarê zaningehê ku ji ber hevaltiya mêrekî qebûl nekir bi awayekê hovane hat qetilkirin, jinên Misrî bi kampanyayek dest bi çalakiyan kirin.

Qahire – Di 202ê Hezîranê de jina ciwan a Naira Eşref ku xwendekara zaningehê bû ji ber ku hevaltî û zewaca li gel mêrê bi navê Muhammed Adel ve qebûl nekir, bi awayekê hovane ji aliyê heman mêrê ve hat qetilkirin.

Li dijî qetilkirina Naira Eşref a li ber zaningehê bi awayekê hovane hat qetilkirin, gelek jin bi dirûşmeya “Ya li dorê ez im” kampanya dan destpêkirin mafên Naira daxwaz kirin.  Li ser bûyera hovane li ser medya dîjîtal gelek kampanya hatin destpêkirin, ji aliyê gelek sazî û dezgehên jinan û kesayetên navdar ên jin daxûyanî hatin dayîn.

Bi hashtagên “Em mafek aşkere dixwazin”, “Ya li dorê ez im” û “zagona tûndiya yekbûyî” gelek parvekirin derbarê bûyerê de hat kirin.

Weqfa Nîl a derbarê bûyerê de daxûyanî da wiha got: “Îro em bûn şahidê bûyerê. Ev bûyera hovane ji ber ku ne yekemîn cînayeta jin e, li ser ragihandinan bûyerên qetilkirina jinan tijî ye. Di sala 2021’an de li ser medyayên cûr be cûr bû şahidê qetilkirina 128 jinan. Li Misrê qetilkirina jinan, serî bi jinan tewandin, rolê wan marjînalkirin hîn ji sûcên organîze ye ku di civaka me de li ser jinê tê pêkanîn.”

Her wiha di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku li dijî tûndiya li ser jinan û qetilkirina jinan xebatên jê haydarbûnê were meşandin û li dijî vê yekê têkoşînek xurt bê meşandin.