Jinên Mexribî bi Komeleya Neda jiyana xwe diguherînin

Li Mexribê jinên ku bi zextên civakî û aborî re têdikoşin, bi rêxistinbûna xwe gavên girîng di jiyana xwe ya xebatê de davêjin. Jinên di Komeleya Nedayê de dixebitin bi şanazî behsa çîrokên xwe yên serkeftinê kirin.

HENAN HARÊT

Mexrib – Li Mexribê, salên dawî di warê aborî de guherînên mezin çêdibin. Li welat, her çendî di warê çandinî û turîzmê de pêşketin çêbibe jî; tabloya hebûna jinan, a di wî warî de nîşan dide ku gelek cudakarî heye. Li welat xebata jinan gelek kêm e, jinên ku di warê çandiniyê de bi saetên dirêj dixebitin jî di warê aborî de serbixwe nîn in û zexta civakê her dem li ser xwe hîs dikin. Li taxên welat ên di warê aborî de bi hêztir in jî jiyana jinan tevlihevtir e.

Li Mexribê ji bo ku jin di warê xebatê de bi awayê wekhev bikaribin bixebitin, xebat tên kirin û qadên têkoşînê tên pêşxistin. Rehabîlîtasyona Jinan Neda û Komeleya Pejirandinê jî di nav de, li welat, gelek hewldanên ku dixwazin vê tabloyê biguherînin hene. Seroka Rehabîlîtasyona Jinan Nada û Komeleya Pejirandinê Samîra Belbayîd a li taxeke populer a Kazablankayê, li Bernoussî dijî hewl dide li welat ji bo jinan guherîna çêbike. Seroka komeleyê û jinan ji ajansa me re behsa xebatên xwe kirin.

Ji sifirê dest bi jiyana xwe kir

Samîra Belbayîd, da zanîn ku fikra avakirina komeleyê tesadufen çênebûye, mercên zor û tecrubeyên wê pêşî li vê yekê vekirine. Samîra Belbayîd diyar kir ku ji 14 saliya xwe ve heta niha, di mercên pir zor de dixebite û da zanîn ku di nava şîdet û xizaniyê de hewl daye xwe li jiyanê bigre. Samîra Balbayîd ji bo ku xwe û mercên heyî biguherîne bênavber xebitî, piştî gelek tecrubeyên ku bi ser neketin, ji sifirê ve dest bi jiyanê kir. Samîra Balbayîd a ku bi şev dirûtinê dikir, bi şev jî ji bo dîplomaya “dîzayna modaya teknîk” bigre xebitiye û di encama keda xwe de ji atolyeya biçûk derket, navendeke hilberînê ya ku ji bo jinan derfetên kar dide ava kir. Vê tecrubeya wê ne tenê ji bo xwe, di heman demê de dihat wateya çêbûna têkiliya bi dehan jinan re. Piştî pêşketina vê projeyê jî ji bo di vî warî de piştgiriyê bide jinan komeleyê ava kir.

Li dijî xizanî û şîdetê dixebite

Samîra Belbayîd bi gotinên; “Ez jî yek ji wan jinan im” wiha dibêje: “Ez ji nava taxa Bernoussî hatim, min heman zoriyan kişand lê b saya îsrara min a ji bo xebatê, min riya xwe dît. Îro peywira min ew e ku nehêlim tu jin di nava şîdet û xizaniyê de bimînin û hewl didim wan azad bikim.”

Navenda giştî ya Komeleya Nadayê, li Ain Harouda ye 17 kîlometre dûrî taxa Bernoussî ye. Samîra Belbayîd da zanîn ku hilbijratina vî cihî, ji ber ku rewşa herdu herêman di warê xizanî û derfetên aborî de xirab e û mercên jinan pir dişibin hev e.

Ji bo jinan şêwirmendiya derûnî heye

 Samîra Belbayîd bal kişand ku komele bi armanca ku bibe alîkar jin bikaribin projeyan ava bikin, di warê dirûtin, çêkirina xwarinê, şirînahiyan de bernameyên perwerde û pîşeyî li dar bixe dixebite û wiha domand:

"Em tenê bi alîkariya lezgîn bi sînor namînin, di heman demê de ji bo ku jin li hemberî pirsgirêkên malbatî û civakî de bihêztir bibin, em hewl didin di warê aborî de jinan bi hêz bikin. Jinên li van taxan bi taybetî, jinên ku bê parastin in, bi gelek zoriyan re rûbirû ne. Hinek ji wan rastî şîdeta nava malê tên. Nizanin mafên xwe biparêzin, bi krîzên civakî û aborî re rûbirû dimînin. Gelek jin di mercên xirab de tên komeleyê. Nikarin der barê jiyana xwe de biryarên girîng bidin. Hinek ji wan bêyî ku cihê lê bimîne û tiştek pê debara xwe bike hebe, bi hevberdanê re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê em berê wan didin pisporên hiqûqê û ji bo baweriya wan çêbibe em berê wan didin şêwirmendiya derûnî.”

‘Dema jin bi hêz bibin dê civak biguhere’

Samîra Belbayîd bal kişand ku xebat tenê nayên wateya bihêzbûna jinan, di heman demê de tên wateya guherîna civakê jî û got: “Em bawer dikin ku ev xebat dê ji bo civakê bi xwe îstîqrarê bîne. Dema ku jinek were asta hem bikaribe xwe hem jî zarokên xwe xwedî bike, vê yekê li ser hemû malbatê bandorek erênî çêdike.” Samîra Belbayîd, got ku her çendî komeleya wan di warî fînansê de zoriyan bikşîne jî jin dest ji têkoşîna xwe bernadin.

Weke ku pêşerojeke nû birêse dixebite

Ji endam û xebatkarên atolyeya dirûtinê dayika du zarokan Lubna Al-Qashou ya 26 salî jî weke ku pêşerojeke nû birêse dixebite. Lubna Al-Qashou dibêje: “Ji zarokatiyê ve meraqa min ji dirûtinê re hebû û ji bo xwe bi pêş bixim li derfetek digeriyam. Dema ku min Komeleya Neda keşif kir, biryar da qeyda xwe li kurseke perwerdeya pîşeyî dide çêbikim. Di vê komeleya ku bû alîkar baweriya min zêdetir bibe de, min di heman demê de piştgiriya derûnî dît. Lubna Al-Qashou, diyar kir ku beriya tevlî komeleyê bibe, di nava çar dîwarên malê de mabû lê niha hîs dike ku serbixwe ye û got: “Ez difikirim ku projeya xwe amade bikim û berê min tiştek wiha xeyal jî nedikir.”

‘Jin zêdetir ji pêşeroja xwe bawer dikin’

Jina bi navê Şef Îman jî yek ji jinên ku hewl dide jiyana xwe ava bike ye. Şef Îmam a ku bi navbeynkariya komeleyê, perwerdeya çêkirina xwarinê dibîne wiha dibêje: “Em li ser navê komeleyê, jinan hînî amadekarina xwarinên weke pastîlla yên kevneşopiya Mexribê ku çêjên xweş û teknîkên hesas digihîjîne hev dikin. Jin hînî çêkirina şêrînahiyên Mexribê jî dibin. 20 jin ji vê bernameyê sûdê digrin. Dema ku jin dest bi amadekirina xwarinên nûjen û şêrînahiyan dibin, mirov dibîne ku karê xwe pir baş dikin. Jin îro zêdetir ji behremendiyên xwe û avakirina pêşerojê bawer dikin.”

‘Em ji bo guherînê li vê derê ne’

Şev Îman diyar dike ku guherîn tenê qezenckirina pere nîn e, di heman demê de nêrîna jinan a ji bo wan jî diguherîne û wiha didomîne: "Îro jin ne tenê bi zoriyan, bi modelên ku ji bo nifşên peşerojê bibin îlham tên. Nîşanî her kesê dan ku di mercên herî zor de jî guherîn çêdibe û em jî ji bo bibin perçeyek vê guherînê li vê derê ne." Şef Îman diyar kir ku li komeleyê ji bo baweriya jinan a bi wan zêdetir bikin, dixebitin û got ku dema dibînin jin xwe serkeftî hîs dikin, pir bextewar dibin.

‘Bi saya komeleyê min derfeta riyeke nû dît’

Yek ji kesên di atolyeya çêkirina xwarinê de dixebite jî Sanaa Talib e. Diyar dike ku beriya tevlî komeleyê bibe tirs û fikarên wê hebûne û wiha dibêje: “Destpêkê ez ji hînbûna tiştên nû ditirsiyam lê bi desteka Şef Îman tirsa min şikiya. Êdî zêdetir ji xwe bawer im û hîs dikim ku bihêztir bûme. Tiştên ku ji min re dûr xuya dikirin, niha bûne perçeyek jiyana min. Nêrîna min a li jiyanê guherî. Ez êdî di warê çêkirina xwarinê de dixwazim projeya xwe ava bikim û berê ev yek nedihat hişê min. Bi saya komeleyê min riyeke nû dît û îro xeyaleke min a ku divê ji bo wê bixebitim heye.”