Jinên Lubnanî ji bo zarokên xwe mafê hemwelatîbûnê dixwazin

Jinên Lubnanî yên bi mêrên biyanî re zewicî ne, dixwazin ji zarokên wan re hemwelatîbûn bê dayîn.

CAROLINE BAZZI

Beyrût- Kesên ku daxwaz dikin ji hevjin û zarokên jinên Lubnanî re hemwelatîbûn bê dayîn, careke din di xwepêşandanekê de li hev civiyan. Jinên li ber avahiya Grand Seraîl a Beyrûta paytexta Lubnanê li hev civiyan, li vir bi zarokên xwe re dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Jinan daxwaz kirin ku qanûneke hemwelatîbûnê ya bi adilêne ku bi vê yekê jinên Lubnanî jî wek mêran mafê hemwelatîbûnê bidin zarokên xwe nas dike bixin derxistin.

Sozên hatine dayîn, hat bibîr xistin

Berpirsa Ragihandin û Çapemeniyê ya Kampanyaya “Netewetiya min rûmeta min e” Meryem El-Zehebî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got, “Divê ev pirsgirêk beriya niha bihata çareserkirin. Lê heta îro di derbarê vê mijarê de qanûnek derneket. Me gelek soz girtin, lê heta îro kes soza xwe bi cih neanî.” Maryam Al-Dhahabi anî ziman ku ew ji bo ji parlemanteran re sozên ku dane wan bi bîr bînin li hev civiyane, daxwaz kir ku ji zarokên jinên Lubnanî yên ku bi biyaniyan re zewicîn e hemwelatîbûyin bê dayîn.

Mafê xwe û zarokên xwe dixwaze

Amal Yasîn a ku bi yekî biyanî re zewicandiye û 3 zarokên wê hene, got ku ew ji bo daxwaza mafên zarokên xwe tevlî çalakiyê bûye.

Ahlam Ebû Sada Ridwan a keça bavekî biyanî û dayikek Lubnanî ye, bi xwe jî bi kesekî biyanî re zewicandiye. Hem ji bo na xwe hem jî ji bo 3 zarokên xwe di çalakiyê de ye. Ahlam Ebû Saada Ridvan diyar kir ku ew û zarokên wê ji ber ku hemwelatbûyin nay dayîn di gelek aliyan de zehmetî dikşînin.

Bila heman maf bên naskirin

Xaniya Şemît a Lubnanî ku bi mêrekî Sûriyeyî re zewicandiye, anî ziman ku zarokên wê li Lubnanê ji dayik bûne û li nexweşxaneyên taybet û dibistanên taybet li Lubnanê dixwîynîn. Ghania Shmait a ku ji ber vê yekê daxwaz kir ku Lubnan mafê hemwelatîbûnê bide zarokên wê, xwest ku mafên ji bo mêrên ku bi jinên biyanî re dizewicin tê dayîn, ji bo jinên ku bi mêrên biyanî re dizewicin jî bê dayîn.

Delal El-Mesrî got ku ew deh sal in beşdarî vê çalakiyê dibe.

Esaaf Hemza jî diyar kir ku ew dixwazin hikûmet û parlamentoya Lubnanê qanûnekê derbîxin ku mafê hemwelatîbûnê bide jinên Lubnanî û zarokên wan.

Kurê wê nikare karekî bibîne

Noha Belhas a ku bi mêrekî Sûriyeyî re zewicandiye û 5 zarokên wê hene, diyar kir ku ew neçar in 3 salan carekê îqameya ku ji biyaniyan re tê dayîn nû bikin. Noha Balhas da zanîn ku kurê wê hemşîretiyê qedandiye lê ji ber ku di kategoriya biyanî de ye nikare karekî bibîne.

Nikare qeyda zarokên xwe li dibistanê çêbike

Îsraa El-Enan jî wiha got: “Ez dayikeke Lubnanî ku bi mêrekî Sûriyeyî re zewicandî me. Sê zarokên min hene. Yê herî mezin 9 salî ye. Zaroka min a duyemîn 6 salî ye. Dema min xwest ez wan li dibistanê qeyd bikim, ez rastî astengiya midûrê dibistanê hatim. Ez dixwazim dengê xwe bigihînim rêxistinên mafên zarokan, komeleyan, Wezîrê Perwerdeyê, Serokomar û hemû cîhanê. Ez dixwazim kurê min û birayê wî biçin dibistanê.”

Fatima El-Mesrî bang li hemû rayedarên Lubnanê kir ku qanûna hemwelatîbûnê qebûl bikin ku zarokên wan jiyana xwe bi awayekî asayî bijîn.