Jinên Lubnanê mafê xwe yê dengdanê bi kar tînin

Di hilbijartinên Lubnanê yên sala 2022'an de beşdarbûnek mezin li ser sindoqan pêk nehat. Li navçeya sêyem a Başûr, rêjeya beşdariya jinan li navendên dengdanê zêde bû hin caran jî ji sedî 50 derbas dibû.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd - Her çend gelek kes li ser guhertina wêneyê hilbijartinên 2022'an biaxivin jî di van hilbijartinan de beşdarbûnek mezin li ser sindoqan pêk nehat. Rêjeya dengdanê li hemû navend û herêmên Lubnanê ji sedî 41.04 derbas nebû. Li navçeya sêyem a Başûr, rêjeya beşdariya jinan li navendên dengdanê zêde bû, hin caran jî ji sedî 50 derbas dibû û ji rêjeya beşdariya mêran zêdetir bû. Lê ya balkêş ew e ku di her sê lîsteyên hevrikiyê ji bo navçeya sêyemîn a başûr de jin tune bûn.

Der barê bicihanîna mafê xwe yê dengdanê û nebûna jinan di lîsteyên namzedên sala 2022'an de Rûhiya Ewîle ya 23 salî wiha got: "Ev yekem car e ku ez tevlî hilbijartinan dibim. Di hilbijartinan de dengê jinan cudahiyê çêdike. Jin di nava partiyan de cih digrin lê hejmara wan di Meclisa Nûneran de kêm e."

Zehra Enanî jî diyar kir ku ew ji bo baştirkirina rewşa welat tevlî hilbijartinan bûye û wiha lê zêde kir: "Rola jinan di hilbijartinan de pir girîng e. Jin ji mêran zêdetir deng didin. Hêvîdar im di lîsteyên pêş de zêdetir jin hebin."

“Bi zêdebûna hejmara jinan dê hilbijartin bandoreke erênî li Lubnanê çêbike”

Meyada Dîranî jî got ku rola jinan di qada siyasî de girîng e û wiha domand: "Hêvîdar im ku hebûna jinan zêdetir bibe û ev hilbijartin bandoreke erênî li ser Lubnanê û paşeroja wê bike."

Nesîma Yûnis jî eşkere kir ku wê dengê xwe daye partiya xwe û wiha berdewam kir: "Ez kêmbûna jinan di lîsteyên hilbijartinê de rexne dikim. Hêvîdar im ku rewşa jinan baştir bibe. Ez ji partî û aliyên siyasî daxwaz dikim ku mafên jinan bidin wan."

Heniya Eqîqa jî anî ziman ku li gorî rewşa welat dengdan erka her kesê ye û wiha axivî: "Li başûrê Lubnanê jin nabin namzed."

Meryem El-Şihêmî jî destnîşan kir ku dengdan erka hemû Lubnaniyan e û wiha pê de çû: "Jin di gelek qadan de çalak in lê di qada siyasî de têra xwe rola xwe nagirin. Hêvîdar im ku rewşa welat ber bi başiyê ve biçe."