Jinên Licê û Pasûrê gotin dengê me 'ji me re ye'

Jinên li navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê ku du car in qeyûm davêjin ser şeredariyên wan û bi têkoşeriya xwe tên naskirin; diyar kirin ku feraseta qeyûm tu carî li navçeya wan serdest nebûye û gotin: “Dengê me ji me re ye!”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Xebatên partiyên siyasî yên têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê li Tirkiye û bajarên Kurdistanê pêk werin, didomin. Li bajarên Kurdistanê jî xebatên hilbijartinê veguherîne şahiyên ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwestin û daxwazên aştî û yekitiya neteweyî tên vegotin. Li Amed û navçeyên wê xebatên hilbijartinê bi girseyên mezin û coş tên meşandin.

Şêniyên li navçeyên Licê û Pasûrê ku bi moraleke mezin amadekariya hilbijartinê dikin jî biryardariya xwe ya ji bo şandina qeyûman anîn ziman û destnîşan kirin ku ew ê têkoşîn û rêxistinbûnê mezin bikin.

Gelê Licê dixwaze di 31’ê Adarê de qeyûm bişîne

Li navçeya Licêya Amedê ku 2 pêvajo ye qeyûm tê tayînkirin, şêniyên wê diyar kirin ku karê yekem ê  qeyûman kuleya saetê ya ku li ser "Yek ziman, yek al" hatiye nivîsandin e. Şêniyên li Licê diyar kirin ku ew li navçeya ku riyên wê nayên çêkirin û çopên wê nayên komkirin de dijîn, destnîşan kirin ku wê di 31'ê Adarê de qeyûman bişînin.

'Bila çûyîna wan hebe veger tunebe’

Yek ji jinên ku em der barê hilbijartinan de pê re axivîn Senîha Atalay, bal kişand ku li Licê ji bilî DEM Partiyê tu partî dê bi ser nekeve. Senîha Atalay, da zanîn ku şêniyên navçeyê têkoşîna xwe ya bi salan berdewam dikin û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de van qeyûman bişînin. Em qeyûman naxwazin û êdî qebûl nakin. Êdî rojên wan ên dawî ne. Bila Kurdên xwedî rûmet û bi şeref rabin ser piyan û qeyûmê bişînin. Em ji bo serkeftina hilbijartinên dixebitin. Jixwe Licê dê bi ser bikeve. Em ê dengek jî nedin wan. Bila koka qeyûmn hişk bibe û ji axa me derkevin.

'Ji bo jinan tu cih nemaye’

Nesure Turfan jî destnîşan kir ku qeyûm li navçeyê ji bo jinan tu cihek nehiştiye û da zanîn ku tenê aqilê mêr serwer e. Nesure Turfan wiha got: “Bila qeyûmê talankar ji axa me derkeve. Qeyûm ne yê me ye. Licê tijî çop bûye. Bi salan e navçe di nava çopê de ye. Em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Hemû mirov giliyê qeyûm dikin. Ne li gundan û ne jî li navendê tu xebat nayê meşandin. Qeyûm diz e. Diz hatin şaredariya me. Em van dizan naxwazin. Em dibêjin êdî bes e. Em ê wan bişînin, çi dibe bila bibe wê ev gel qeyûman bişîne. Bila riya çûyinê bibînin.

'Divê em dawî li vê rewşê bînin’

Rozerîn Tektaş jî da zanîn ku weke jinên ciwan di 31’ê Adarê de dê sindoqan biparêzin, destnîşan kir ku divê qeyûm ji nû ve neyên tayînkirin û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin. Qeyûman ji bo gelê Licê tu tişt nekir. Li vir di her wateyê de qetlîamê pêk tînin. Em dixwazin ev qetlîam bi dawî bibe. Dawîanîna vê yekê di destên me de ye. Çi ji me were em ê bikin. Em ê di 31'ê Adarê de li ser sindoqan bin û deng û sindoqên xwe biparêzin."

'Şaredariyan di bin deynan de hiştin'

Ayşe Bulanik, da zanîn ku divê gelê Licê di her warî de bi hêz be û xebatan bimeşîne û wiha got: “Em ê teqez şaredariyan bigrin. Tu gumana me tune ye. Li vir ji derveyî DEM Partiyê tu partiyek me tune ye. Çi dibe bila bibe wê gel dengê xwe bide partiya xwe û namzedê xwe. Divê li vir hem gel û hem jî ciwan bên bihêzkirin. Divê em bibin yek. Jixwe di şaredariyê de tiştek nehiştin. Hemû deran di bin deynan de hiştin lê ruxmê vê jî em ê şaredariyên xwe bigrin. Gelê Licê ji berê xurtir û birêxistintir e. Tevî hemû tiştî jî dê xebatên me berdewam bikin. Gelê me baş dizane dengê xwe bide kîjan partiyê.

Gelê Pasûrê wê sextekariya hilbijartinê têk bibe û qeyûm bişîne

AKP’a ku dizane li Pasûra di nava çar çiyayan de cih digre û ji berê ve heta niha bi çanda xwe ya berxwedanê tê naskirin, nikare bi qeyûman hilbijartinê bi ser bixe, armanc dike bi leşker û polîsan şaredariya navçeyê bigre. Piştî ku hat diyarkirin 2 hezar û 100 qeydêm hilbijêr hatine kirin û hemû îtîrazên ku DEM Partiyê ji lijneya hilbijartinê ya navçeyê re kir jî bi gotina “ewlekariyê pêk bînin” hat redkirin.

'Em ê bi govend û tilîliyan bikevin şaredariyê'

Sabriye Efe ya li gundê Pasûrê dijî, bertek nîşanî polîtîkayên qeyûman da û wiha got: “Em ê şaredariyên xwe paşve bigrin. Em ê li vir serê xwe bilind bikin. Em ê mafên xwe bigrin û qeyûman bişînin. Em şaredariyên xwe û îradeya xwe dixwazin. Qeyûman di nava 8 salan de tiştek nekir. Ez li gund dijîm. Ji bo mirovan ne alîkariya rê û ne jî nav nekirin. Em li gundan bi mehan bêav man. Em namzedên xwe dixwazin. Em qeyûman naxwazin.”

Naşîde Ozturk, diyar kir ku ji bo şaredariya xwe ji qeyûman bistînin bi şev û roj xebatê dimeşînin û wiha got: “Paşnavê min Ozturk e lê ez dibêjim Ozkurt. Em ê dengê xwe bidin xwe. Tevî her tiştî jî li ku derê Kurdek hebe em ê dengê xwe bidin wê/wî. Em ê dengê xwe nedin biyanî û hîlekaran. Qeyûm ji bo gelê Pasûrê tu tişt nekir. Em ê heqê keda xwe bigrin û şaredariyên xwe paşve bigrin. Em ê her dem bi ser bikevin. Roja ku em şaredariyên xwe bigrin, em ê bi kêfxweşî, bi govend û tilîliyan bikevin şaredariya xwe.”

‘Wê tu mirovek ku em îqna nekin nemîne’

Buşra Ay, da zanîn ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê û wiha got: “Ez ê cara ewil dengê xwe bidim. Di vê hilbijartinê de ji bilî min dengê min naçe ji kesek din re. Tiştek nakin lê dîsa jî dixwazin şaredariyan bigrin. Ji ber ku dizanin nikarin li vir bi ser bikevin, ji derve hilbijêran tînin lê tevî vê yekê jî dê li vir bi ser nekevin. Em ê gund bi gund, kolan bi kolan bigerin. Em ê ji bo dengê xwe bidin xwe, bi hemû kesan re biaxivin. Wê mirovek ku em îqna nekin nemîne. Em ê şaredariyên xwe paşve bigrin. Em ê tu carî bajar û axa xwe nehêlin.”

'Em ê şaredariyên xwe ji destên dizan bigrin'

Mukadder Turkyildiz, destnîşan kir ku divê sindoq bên parastin û wiha axivî “Em ê biçin ser sindoqan û ya herî girîng jî em ê sindoqên xwe biparêzin. Em ê li dijî hemû dengên bêhiqûqî, îradeya xwe xurt bikin. Em ê şaredariyên xwe ji destên dizan bigrin. Em ê dagirker û dizan ji vir bişînin. Em ê van talankaran bi dengên xwe bişînin. Em ê wê rojê bi hevşaredarên xwe re bi coş bikevin şaredariya xwe. Şaredariyên gel wê ji nû ve bibe a gel. Hemû saziyên jinan girtin. Ji bo jinan tu tişt nehiştin. Qeyûm bi dest û mejiyê mêran şaredariyan bi rê ve bir. Dixwazin bi hezaran kesên ji derve bînin û li vir bi ser bikevin. Lê ruxmê vê yekê jî gel dê xwedî li îradeya xwe derbikeve. Em ê şaredariyên xwe paşve bigrin.”

'Wê li vir her dem têk biçin'

Xebatkara DEM Partiyê Gulay Okut, da zanîn ku dê di encama xebata xwe de bi ser bikevin û wiha got: "Ger em xebatê nemeşînin jî gelê li vir wê xwedî îradeya xwe derkeve. Gel di her hilbijartinê de rengê xwe di sindoqan de diyar kir. Nikarin bi lîstikên xwe bi ser bikevin. Qeyûm çawa hatibin, wê wisa jî biçin. Siwar hatin dê peya biçin. Her dem çavên wan li tiştên me ne lê tu carî dê bi ser nekevin. Ev axa me ye. Li van xakan wê tu carî serkeftinê bi dest nexin. Ew ê her dem têk biçin. Bila vê yekê baş bizanibin.”

Xebatkara DEM Partiyê Arzu Karaman jî bal kişand ser eleqeya gel a zêde û wiha got: “Di xebatên ku em hem li gundan, hem jî li navçeyan dimeşînin de, gel eleqeyek mezin nîşanî me dide. Gel di pêvajoya qeyûm de pirsgirêkên cidî jiya. Ji aliyê gel ve pirsgirêkên pir cidî hene. Gelê Pasûrê her dem xwedî li îradeya xwe derket. Di van hilbijartinan de jî mîna hilbijartinên din cudahiyek mezin tê hêvîkirin. AKP'a ku dizane li vir nikare bi ser bikeve, dengên sextê tîne. Mirov li dijî vê yekê pir bi bertek in. Welatiyên ku berê dengên xwe dane AKP'ê jî bertek nîşanî vê bûyerê dan û diyar kirin ku dengê xwe didin DEM Partiyê. Ev gel wê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide hemû kesan. Ez bang li hemû kesên li Kurdistanê dikim; werin em kesên ku me tune dihesibînin, di 31’ê Adarê de di sindoqan de têk bibin. Em ê xwedî li îrade û dengên xwe derbikevin. “Serkeftin!”