Jinên li Sêrtê bi hinceta govendê hatibûn girtin hatin berdan

Li Sêrtê 2 jê zarok 4 kesên ji ber gerandina govendê hatibûn girtin di danişîna ewil de hatin berdan.

Sêrt – Li Sêrtê di dawetekî de li ber stranên kurdî govend hatiye gerandin û ev dîmen ji aliyê hesabên nijadperest ve li ser medya dîjîtal hatibûn belavkirin. Piştî belavkirina dîmen kesên govend digerînin, bûbûn hedef. A.T. (17), S.T. (17),  Edanur Taşkesen (19), Filiz Taşkesen ( 42) û Tulîn Taşkesen (21), 25’ê Tîrmehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Fîlîz Taşkesen bi şertê hepskirina malê hatibû berdan û 2 jê zarok 4 kes di 27’ê Tîrmehê de hatibûn girtin. 

Der barê 4 jê girtî 5 kesan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat lidarxistin. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û gelek kesan danişînê şopand. Her çar girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa M’yê ya Êlihê beşdarî danişînê bûn. Fîlîz Taşkesen û parêzer jî di danişînê de amade bûn. 

Ewilî Fîlîz Taşkesen axivî û got: “Wan çawa heta îro govenda xwe gerandiye, dîsa bi heman rengî gerandine. Li gorî me neqedexe ye. Îro jî govenda me neqedexe ye.” Her çar girtî jî axivîn û diyar kirin ku wan bi gerandina govendê “propaganda” nekiriye û xwestin bên tehliyekirin û beraetkirin. 

 ‘Propaganda nîne’ 

Parêzerên ku mafê axaftinê xwestin derbarê miwekîlên xwe de daxwaza berdanê kirin. Her wiha anîn ziman ku mûdaxaleya ku li ser stranan tê kirin li dijî ûsûlê, azadiya derbirînê, makezagonê û Hevpeymana Mafê Mirovan e. 

Biryara berdanê

Dozger xwest yên girtî ji niha şûnve negirtî bên darizandin û ji bo mutalayê jî dema zêde xwest. 

Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku her çar kesên girtî bâen berdan û kontrola edlî ya hepsa malê jî bê rakirin. Dadgehê biryar da ku derketina derveyî welat a her pênc kesan jî bê qedexekirin. Danişînek din taloqî 26’ê mijdarê hat kirin.