Jinên li kampa Necd Qassim di mercên zehmet de dijîn

Li Yemenê ji ber krîza mirovî jinên reşik ên ku li kampa Necd Qassim a li Taîzê hatine bicihkirin, di mercên zehmet de jiyana xwe didomînin.

HALA AL HAŞIDÎ

Yemen- Jinên koçber ên ku li kampa Necd Qassim dijîn, hem rastî tacîza zayendî tên, hem jî bi xizanî, vederkirin û gelek binpêkirinan re rûbirû ne. Jinên reşik ên ku ji Yemenê ji cih û warên xwe hatine derxistin, ji şerê ku nêzî 9 salan e didome herî zêde ew zirarê dibînin. Li wan kampan rewşa zarokan jî her diçe zehmetir dibe.

Jinên reşik ji bo ku debara xwe bikin û zarokên xwe xwedî bikin, qutiyên konserveyan berhev dikin, ji sazî û kesan piştgiriyê nagirin. Li kampên ku lê dimînin jî ji bo wan betaniye û cilên zivistanê nayên dayîn. Pêdiviya van mirovên ku ji cihê xwe bûne, bi taybetî jinên reşik bi piştgiriyê heye. Ji bo başkirina mercên jiyanê li kampan, mafên jin û zarokan bikevin bin temînatê divê bi lezgînî tiştek were kirin.

Bi mercên zehmet ên jiyanê re têdikoşin

Maryam Khaled, ji mercên zivistan û havînê yên ku zarokên wan tê de dijîn gazinan dike û dibêje ku tu piştgirî ji wan re nayê dayîn. Kawthar Ahmed a ku ji bo debara xwe bike ji kolanan tenekeyan berhev dike û difiroşe jî dibêje ku ji karê dike tiştek bi dest naxe. Kawthar Ahmed diyar dike ku ew ji sazî û kesan piştgiriyê nagirin û anî ziman ku betaniyeyek ku bavêjin ser xwe û zarokên xwe jî tune ye.

Beşar a 10 salî ku li heman kampê dijî, bi berhevkirina tenekeyan li dapîra xwe ya ku ji malbatê tenê ew sax maye dinêre.