‘Li Efganistanê jinên li girtîgehan bi îşkenceyê re rû bi rû tên’
NY têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên Talîbanê di navbera meha Çile-Tebaxa 2024’an de li Efganistanê pêk aniye raporek weşand. Di raporê de hat gotin ku tundiya li dijî jinan zêde bûye û jinên li girtîgehan bi îşkenveyê re rû bi rû tên.
Navenda Nûçeyan – Talîban ku ji sala 2021’an ve rêveberiya Efganistanê xistî kontrola xwe de şert û mercên jiyanê ji bo jin û zarokên keç her ku diçe xirab dibin. NY (Netewên Yekbûyî) têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di navbera meha Çile-Tebaxa 2024’an de li Efganistan a Talîbanê rêveberiya welat desteser kiriye digre dest di 28’ê Cotmehê de weşand.
Di binçavan de jin bi îşkenceyê re rû bi rû tên
Di rapora ku ji 23 pelan pêk tê û ji aliyê Raportorê Taybet ya Efganistanê ya NY’ê Richard Bennett ve hatî amadekirin de wiha hate gotin: “Di navendên binçavkirinê de tundiya zayendî ku li dijî jinan tê pêkanînan em gelek bi fikarin.” Di raporê de hate diyarkirin ku di Çileya 2024’an de, Talîban li dijî jinên ku ji ber hîcaba ‘ne guncaw’ û ‘xirab’ li xwe kirine hatine girtin, tundiya zeyendî ya li beramber wan hatiye kirin hate belgekirin. Jinên hatine binçavkirin dema birin qereqola polîsan bi lêdan, tacîza bi gotinî û êrişên zayendî re rû bi rû hatine.
Di raporê de wiha hate gotin: “Daraza qalib ya zayendî yên civakê, gotinên nexweş û bi taybet ji ber sûcdarkirina mexdûran jin li hemberî sûcên tecawîz û zayedî bêdeng dibin.” Di raporê de hate destnîşan kirin ku sînordarkirinên tevgerên jinan, mexdûrên tundiya zayendî ji xizmeyên tibî psikolojik û tendirûstiyê bê par dihêlin.
Li dijî jinan tundiya heyî zêdetir bûye
Richard Bennett bi riya raporê da zanîn ku tundiya di nava malê de jî di nav de li hemberî zêdebûna tundiya li dijî jinan bi fikar in û ev yek hat gotin: “Di asta bilind de tundiya zayendî heye. Lê belê di dema Talîbanê de, ji ber polîtîkayên Talîban û pêkanînên wan ev rewş hê xiratir bûye.”