Jinên li Bexdayê guhertina Qanûna Rewşa Kesane şermezar kirin
Jinên Iraqî, guhertinên di Qanûna Rewşa Kesane de şermezar kirin û daxwaza parastina mafên jinan kirin. Çalakvanan, diyar kirin ku pêwîste biryarên zewac, hevberdan û welayetê, li şûna rayederên dinî, ji aliyê dadgehê sivîl ve bên dayîn.

RAJA HAMİD RAŞİD
Bexda – Jinên ji bajarên cuda yên Iraqê, bi armanca şermezarkirina guhertinên di Qanûna Rewşa Kesane de, li Qada Firdos a li paytext Bexdayê li hev civiyan û çalakiyek pêkanîn.
Çalakvanan, daxwaza kirin ku biryarên zewac, hevberdan û welayetê, li şûna rayederên dinî, ji aliyê dadgehê sivîl ve bên dayîn. Jinan, destnîşan kirin ku Iraq dewletek sivîl a pir-bawerî û pir-mezhebî ye û diyar kirin ku qanûnên olî yên cudakar nikarin li ser civakê bên ferzkirin.
Jinên ji Bexdayê û bajarên din, li dijî guhertinên Qanûna Medenî ya hejmara 188’an ya sala 1959’an dengê xwe bilind kirin. Beşdaran, diyar kirin ku ev guhertin jinan sînordar dikin û mafên malbatê binpê dikin, lewma divê bê betalkirin. Di çalakiya ku pankartên bi dirûşmeyên mîna "Mafên zarokekî di hembêza diya wê de dest pê dike", "Edaleta rasteqîn, bi dayikê dest pê dike", "Dayik bêhempa ye; kes nikare şûna wê bigre" û "Tu qanûn nikare hembêza dayikekê ji holê rake" bilind kirin de, jinan diyar kirin ku ew ê dev ji mafên xwe bernedin.
‘Nifşekî di bin navê yasayan de tê windakirin’
Yek ji jinên beşdarî xwepêşandanê bûn, bi xemgîniyek mezin diyar kir ku ew li gorî qanûna kevin zewiciye: "Ev zewac, beriya Qanûna Medenî ya Caferî û guhertinên wê, li gorî Qanûna Medenî ya kevin pêkhat. Wê demê, hevpeymana zewacê mafên her du aliyan jî dixist nava ewlehiyê. Îro, mêr kengî bixwaze dikare jina duyemîn an jî sêyemîn bîne; di mijarên zewac, hevberdan û zarokanînê de jî xwedî azadiyek tam e. Jin ji hertim rastî sînordakirinan tên. Lewma zewaca min dirêj berdewa nekir. Malbata wî hertim mudaxele dikir. Hevberdan êşê xilas nekir, deriyên nû vekir. Min ji malbata û civakê tu piştgirî negirt. Jin hertim tên sûcdar kirin.”
‘Hevpeymana min a berê ya zewacê hate guhertin’
Jinekî din jî, diyar kir ku ew ji ber guhertinan mexdûr bûye û wiha axivî: "Ez li gorî mezheba Henefî zewicim. Piştî hevberdanê, hevjinê min bêyî agahî û xwesteka min hevpeymana min guherd mezheba Caferî. Ez rastî tundiyê hatim û hevjinê min hewil da min bikuje.”
‘Jin rastî tundî û vederkirinê tên’
Jin, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Du zarokên min hene, lê ev qanûnê ne wekî dayikek û ne jî wekî welatiyek Iraqî edalet ji min re aniye. Mêr hê kontrolê di destê xwe de digrin û biryarên parlamentoyê mafên mêran diparêze. Jin rastî tundî û vederkirinê tên. İraq ne dewlet dinî ye; dewletekî sivîl a pir olî û pir mezhebî ye. Gelo çima qanûnên ku jinan marjînel dike tên ferzkirin? Eze tu caran dev jî zarokên xwe bernedin.”
‘Piştî 3 salan daxwaza welayetê kir’
Jinek ji Bexdayê, bi van gotinan serpêhatiya xwe ya piştî zewac û hevberdana xwe ya bi mêrekî ji Necefê vegot:
“Min bi kurê xwe re berê xwe da Bexdayê. Ji ber ku bavê wî kurê min nedît, min kurê xwe ji bo serdanên heftane dibir Necefê. Piştre diyar kir ku dikare serdanên xwe li Bexdayê pêkbîne, min jî qebûl kir. Lê niha bi guhertina nû ya Qanûna Medenî û bicîhanîna Qanûna Medeni ya Caferî, hevjinê min a berê dixwaze welayeta kurê min bigre. Gelo ewqas sal li kudere bû? Hemû berpirsyartî min girt ser milê xwe. Ev guhertîn bêedelat e û hemû êşên dayika paşguh dike.”
‘Min ji bo lêgerîna zarokên xwe hewildanên mezin da’
Jina ji Nasiriyeyê, bang li hikûmetê kir û wiha axivî: "Hevjinê min li polîsê federal dixebite. Min piştî mirina malbata xwe, mîrasa xwe wergirt. Me bi hevre erd kirî, xanî çêkir û krediya dewletê jî bikaranî. Me bi salan li kirê jiyan kir. Piştî demekî hevjinê min winda bû. Min lêkolîn kir û fêrbûn ku mîrasa min bikaranîne û bi jinekî din re zewiciye. Xeyalên min xira kir û jiyanek nû avakir. Gelo ev mirovatî ye? Edalet li ku ye?”
Jin, axaftina xwe wiha domand: “Hevjinê min hat û piştî şerekî mezin, min ji malê derxist. Ez bi sê zarokên xwe re çûm mala birayê xwe. Birayê min nikaribû me xwedî bike. Ez neçar mam di şert û mercên zehmet de bixebitim û piştre ji ber pirsgirêkan min dev jî kar berda. Min hemû hewildanên xwe ji bo zarokên xwe da. Min parêzerek girt, mîrasa xwe û nefeqa xwe wergirt. Lê tenê du mehan pere da, piştre êdî neda. Ji 2023’an û vir ve quruşek jî neda. Ez bi belgeya fermi çûm polîsê, di pergalê de qeyda wî hate kontrolkirin; hate gotin revok e. Min berê xwe da dadgehê, lê min heman encam bi dest xist.”
‘Edalet li ku ye?’
Jin, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Gelo rûxmê hemû tiştan, welayet aydê bavê ye? Gelo ji bo mêrekî ku nav û temenê zarokên xwe yên keç nizane? van hemûyan, ma welayet a bav e? Ji mêrekî ku nefeqa nade û ji qanûnan direve re? Edalet li ku ye? Lê dîsa jî qanûnan dibêjin welayet aydê bavê ye. Ev qanûn ji bo hemû jinên Iraqî, bêedalet û zextker e.”