Jinên Kurd, Ermen, Ereb, Suryan: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Jinên Kurd, Ermen, Ereb û Suryan ên li ser bingehê jiyana komînal li Hesekê dijîn, anîn ziman ku êrişên dewleta Tirk li ser destkeftiyên jin û hevgirtina gelan e ku bi Şoreşa Jinan ava bûye û gotin: “Em ê destkeftiyên xwe biparêzin.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Dewleta Tirk di şeva 23’ê Cotmehê de, êrişên xwe yê dagirkeriyê li dijî herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir kir. Di encama êrişên ku bi rojan berdewam kir de jin û zarok jî di nav de 17 kes jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Di êrişan de binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê hatin hedef girtin; stasyonên petrol, xaz û elektrîkê jî di nav de 30 navend ji xizmetê derketin. Her wiha ji ber êrişa li dijî stasyona kerabe ya li Kobanê 366 gund û navenda bajêr bê kerabe man.
Têkîldarî mijarê jinên pêkhateyên bajarê Hesekê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bertekê xwe nîşan dan.
‘Dê hevgirtin û yekîtiya me planên qirkirinê têk dibe’
Mariya Ibrahîm ku ji pêkhateyên Ermen e tekez kir ku êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama planên qirkirinê yê sala 1915’an a li dijî civaka Ermen e û wiha got: “Dewleta Tirk ji dîrokê ve heya roja îro bi serê her netewekî komkujî pêk aniyê, xwe li ser komkujiyan daye avakirin. Lewma îro dixwaze bi van êrişan komkujiya 1915’an nû bike lê hevgirtina me wekî pêkhateyên herêmê rê nade ku planên wî pêk were. Îro em wekî hemû pêkhateyan bi hevgirtin û yekîtiya xwe di bin pergala netewa demokratîk de xwe birêxistin dikin. Ev jî peyama me ye ku kes nikare me tune bike hêza me, yekîtî û hevgirtina me ye. Êrişên ku îro pêk tên hemû navendên ku dikevin bin xizmeta gelê herêmê tê hedef girtin lewma armanca wan ew e ku gelê herêmê bê çare bihêle. ”
‘Em rê nadin êrişan’
Fatma Şêxmûs ku ji pêkhateyên Kurd e li dijî êrişan helqesta xwe wiha anî ser ziman: “Dewleta Tirk dibîne ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kiriye, xwe diparêze, deskeftiyan bidest dixe lewma zora wî diçe û êriş dike. Em jî li hemberî van êrişan wekî gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen hevgirtina xwe xurtir dikin û em ê li dijî planên qirkirinê bisekinin. Em ê bihevre xaka xwe biparêzin û rê nedin êrişan ku me tune bikin.”
‘Êriş li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî ye’
Rewda Şakir a bi xwe Ereb e balkişand li ser pêşengiya jinan di Şoreşa Rojava û bidestxistina deskeftiyan de û wiha domand: “Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê des pê kir, bi ked û zanista jinê û bi desxistina deskeftiyên pîroz berdewam dike. Êrişên ku îro li ser herêmê pêk tên berdewama êrişên hedefgirtina pêşengên şoreşê ne. Ji ber ku ev êriş taybet li ser deskeftiyên şoreşê pêk tên. Lewma em wekî jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtin û yekîtiya me di bin felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de bersiva herî xurt e. Ev felsefe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê des pê kir û bi pêşengiya jinan li tevahî cihanê belav bû. Lewma ev êriş li ser felsefeya jinan e. Em bang li her jinekê dikin ku bêdeng nemîne û ji bo parastina vê felsefeyê dakeve qadan û dengê xwe bilind bike.”
‘Erka me parastina xak û sîstema Rêveberiya Xweser e’
Newal Selûm ku ji pêkhateya Suryan e da zanîn ku Şoreşa Rojava û sîstema Rêveberiya Xweser bi hevgirtin û yekîtiya gelê herêmê bû nimûne û gelek serkeftin bi xwe re anî û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em êrişên dewleta Tirk li ser herêmên me bi tundî şermezar dikin, ev êriş bi taybet gelê herêmê û sîstema Rêveberiya Xweser dike hedef. Lê em wekî gelê herêmê ev sîstem ji bo xwe wek parazvana hebûn û nasnameya netewan dibînin. Lewma erka me sereke ku em bi hevgirtin û yekîtiya xwe xaka xwe û sîstema xwe biparêzin.”