‘Jinên Kurd ên rojnamevan li hemberî desthilatdariyê têdikoşin’

Rojnamevan Tewar Adil got ku rojnamevanên ji bo rastiyê û dozên jinan her dem rastî astengî, girtin û qetilkirinê hatine lê belê bi îrade û îsrar ji bo ragihandina deng û rengê jinan li dijî desthilatdariya mêrsalar têdikoşin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Jinên Kurd bi riya pênûs û kamereyên xwe ji bo avakirina bingeha ragihandina azad rolek girîng lîstine. Tevî astengî û rêgiriyan, jinên Kurd ji bo derbaskirina astengiyan û gihandina dengê jinên cîhanê têdikoşin. Bingeha ku ji aliyê Gurbetellî Ersoz ve hatiye avêtin  pênûs û kamerayên rojnamegerên çapemeniya azad her çû mezintir bû.

‘Ragihandina desthilatdariyê zirarê dide civakê’

Rojnamevan Tewar Adil wiha behsa salvegera rojnamegeriya jinên azad kir: “Di salvegera rojnamegeriya jinên azad de, ez Gurbetellî Ersoz weke pêşenga jinên rojnamevanên azad bi bîr tînim. Şehîd Gurbetellî Ersoz di riya ragihandina dengê azad û gelan de şehîd bû. Bû dengê jinan û zordariya li ser ax û gelan bi pênûsa xwe vegot. ”

‘Rola girîng a medyaya azad ji bo giherîna vê rewşê heye’

Tewar Adil da zanîn ku ragihandina başûrê Kurdistanê bi awayê alîgir kar li ser dozên başûrê Kurdistanê dike her wiha behskirina kuştina jinan di bin navê namûs û pirsgirêkên civakî de hewl didin veşêrin û wiha got: “Di medyaya başûrê Kurdistanê de dema jinek tê kuştin, bi awayê ku sedema kuştinê weke pirsgirêkên civakê û karkirina jinan di kafeyan de û gelek caran bi navê namûsê tê dîtin. Rolek girîng a medyaya azad der barê guherîna vê rewşê de heye. Em jinên rojnamevan li başûrê Kurdistanê bi riya ajansa nûçeyan a NÛJINHA û kanala JIN TV ku tevahî karmend û mêvan jin in û kar li ser pirsgirêka jinan dikin dixebitin. Kêm an zêde bi riya vê mîrasa ji jinên azad ji bo me maye, em kar û xebatên xwe didomînin. Lê belê ew desthilatdariya li başûrê Kurdistanê serwer e, rê nade deng û rengê jinan, rê li têkoşîna jinan digre. Ragihandina azad bi riya pênûs û kameraya xwe vê rewşa ku jin ji ber desthilatdariyê dijîn hewl dide çareser bike.”

‘Rojnamevanên jin li Başûrê Kurdistanê bêdengiya ji ber feraseta mêrsalar şikandin’

Tewar Adil destnîşan kir ku ragihandina azad alîgirê welatiyan û doza Kurd e, civak şiyar dike di vî warî de û wiha got: “Ger hemwelatî şiyar û azad benin di berjewendiyên desthilatdariyê de bin dê ev rewş wiha bidome. Ragihandina azad jî bi derxistina tewan û sedemên kuştina jinan kujeran derdixe holê. Ji ber wê medyaya azad di çavên desthilatdariya Başûrê Kurdistanê de weke metirsî tê dîtin. Ji ber wê ragihandina azad li her cihê xebat dike, rastî astengî, girtin û qetilkirinê tê. Li bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê rojnamegerên çapeçeniya azad dema pênûs û kamereyên xwe ji bo pirsgirêka jinan û azadiya jinan bi kar tîne, rastî girtin, cezakirin û darvekirinê tên. Her wiha li başûrê Kurdistanê mînak şehîd Nagîhan Akarsel, Hêrû Behadîn, Gulistan Tara û çend jinên din ên rojnamevanên azad mînakêv vê yekê ne. Derxistina heqîqetê pirgirêkên civakê û sedemên wê ji bo desthilatdariyê dibe pirsgirêk. Ji ber wê desthilatdarî kesên ku kar ji bo derxistina heqîqetê dikin hedef digre. Rojnamevanên jin ên azad du qat rastî astengiyan tên. Ji ber hebûna pirsgirêkên jinan pêwistî bi civakê heye. Jinên rojnamevanên azad bi hemû hêz û îradeya xwe xebatên azadiya jinan didomînin.”

‘Bi yekîtiya jinên rojnamevan dikarin rewşê baş bikin’

Tewar Adil di dawiya axaftina xwe de ev peyam da jinên rojnamevan û wiha got: “Tişta ji bo jinên rojnamevan pêwist ew e ku li ser dîroka jinan û sedemên kuştinan wan bixebitin. Dema jinek tê kuştin, lêkolînê li ser sedem û şêwaza kuştinê bikin da ku kujer cezayê xwe bigrin. Her wiha bi yekîtiya ji aliyê jinên rojnamevan ve dikarin rewşê ber bi başbûnê ve bibin. Divê rojnamevanên jin şiyar bin. Banga min ji bo wan ew e ku nesekinin, karê xwe di her warî de baş bikin. Li ser riya şehîdên li pey ragihandina azad em ê bimeşin. Ez roja rojnamegeriya jinan li jinên rojnamevan deng û rengê jinan di ragihandina azad de tevî hemû zextan xebatên xwe didomînin pîroz dikim.”