Jinên ku li Êlihê hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin

18 jinên ku li Êlihê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeyê hatin kirin.

Êlih - Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" daye destpêkirin de 18 jinên ku di 31'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî kiryarên li Midûriyeta Polîsan a parêzgehê, sewqî edliyeyê hatin kirin.T ê payîn jinên ku sewqî edliyeyê hatine kirin, li dozgeriyê îfadeyê bidin.

Navê jinên hatin binçavkirin wiha ne: "Hevşaredara Êlihê ya ji kar hat girtin Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnûr Delî, Zeynep Odûncû, Rûken Zeryam Işik, Şukran Çelebî, Nûran Altan, Hacire Tanirgan, Leyla Bayram û hunermenda Kurd Sevda Adirbelî.”