Jinên ku ji Gurbetellî Ersoz îlham girtin bi rêwîtiya rastiyê karê xwe didomînin

Rojnameger Kîbriye Evren a behsa Gurbetellî Ersoz kir bi gotinên; “Me ji bo êşên hatin kişandin rondik nebarand kir sedema têkoşînê” diyar kir ku bi mezinkirina têkoşîna jinan wan bersiv dane komkujiyan û nivîsandine.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Navê Gurbetellî Ersoz di dîroka rojnamegeriya jinên Kurd de bi tîpên zêrîn hat nivîsandin. Gurbetellî Ersoz li Tirkiyeyê yekemîn gerînendeya giştî ye; li “Çiyayên ku dilê we li ser wan neqişand” 7’ê Cotmeha 1997’an jiyana xwe ji dest da. Piştî ku di wê jiyana xwe ji dest da, 7’ê Cotmehê bû Roja Rojnamegerên Jinên Kurd.

Gurbetellî Ersoz bi jiyan, têkoşîn û nivîsên xwe hê jî rê nîşanî rojnamegeran dide, rê nîşanî wan dide û cesaretê dide wan. Di salên 1990’an de dema ku li Kurdistanê gund dihatin şewitandin, bûyerên qetilkirina kiryar nediyar, koçberî, îşkence û di bin çavan de windakirina mirovan hebû, Gurbetellî Ersoz bi pênûsa xwe rastiyan dinivîsand.

Di dibistana pêşîn de ket nava lêpirsînan

Gurbetellî Ersoz, 11’ê Temûza 1965’an li gundekî Palu ya Xarpêtê hat cîhanê. Dema ku hat cîhanê bavê wê li Elmanyayê karker bû, ji ber wê navê Gurbetellî lê danîn. Dema ku çû pola yekem a dibistana pêşîn, cudahiya zimanê wê û heval û mamosteyan, di serê wê de pirsan çêkir û da fikirandin. Li Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Edebiyatê ya Fenê Beşa Kîmyayê xwend. Li ser ‘derdor û enerjiyê’ lîsansa bilind kir. Gurbetellî Ersoz di temenê ciwan de dest bi têkoşîn û şoreşgeriyê kir.

Di dîroka çapemeniyê de bû yekem

Gurbetellî Ersoz di salên destpêka ciwaniyê de dest bi rojnamegeriyê kir û di 10’ê Kanûna 1990’an de hat binçavkirin. 15 rojan di lêpirsînê de ma, îşkenceyên giran dît, dûre hat girtin û wê şandin Girtîgeha Meletiyê.

Piştî ku du sal girtî ma hat berdan û careke din bi biryardariyek mezin rojnamegeriyê domand. 26’ê  Nîsana 1993’an di Rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir û bû gerînendeya giştî ya weşanê. Bi vê yekê di dîroka Tirkiyeyê de bû yekemîn gerînendeya jin.

Heta dawiyê têkoşiya

10’ê Kanûna 1993’an di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi sedan polîsan avêtin ser rojnameyê. Gurbetellî Ersoz bi xebatkarên rojnameyê re hat binçavkirin û piştî 13 rojan hat girtin. Gurbetellî Ersoz şandin Girtîgeha Sagmacilarê, di Hezîrana 1994’an de di danişîna yekem de hat tehliyekirin. Piştî ku demek rojnamegerî kir, biryar da têkoşîna xwe li warên din bidomîne. Beşdarî şerê çekdarî bû. 8’ê Cotmeha 1997’an li Başûrê Kurdistanê di şerekî bi PDK’ê re jiyana xwe ji dest da.

Em bi rojnameger Kîbriye Evren re li ser Gurbetellî Ersoz, rojnamegeriya ku mîrasa wê ye û şopa wê ya li ser têkoşînê maye axivîn.

Kîbriye Evren Gurbetellî Ersoz weke kevira bingehîn a dîroka çapemeniya Kurd bi nav kir û wiha got: “Rojnamegeriya Gubetellî Ersoz, bi rengê cesaretê ye. Bi wê cesareta xwe rastiyan nivîsand, ji bo êşên civakê, tiştên civak dijî, tiştên ku gelê Kurd û jinên Kurd dijiyan ji cîhanê re ragihîne, bênavber têkoşiya. Di rastiyê de mîrasa rojnamgeriyê sedsalî ye. Gurbetellî Ersoz pênûsa jinên beriya xwe bi cesaret dewr girt û rastiyan nivîsand.”

Di serdemek ji agir de bi cesaret rastiyan nivîsand

Kîbriye Evren bal kişand ku girîng e mirov li salên Gurbetellî Ersoz rojnamegeriyê dikir binêre û balê dikşîne ku di salên 1990’î de dema her roj mirov bi awayê kiryar nediyar dihatin qetilkirin, gund dihatin şewitandin de, nivîsandina rastiyan çendî zor û girîng bûye û wiha didomîne: “Di salên 90’î de gelek zehmet bû tu bi kameraya xwe rastiyan qeyd bikî û rojnamegeriyê bikî lê Gurbetellî Ersoz di wan mercan de rojnamgeriyê kiriye. Rojnamegerek ku hem êşên jinan, hem ên gelê Kurd ji cîhanê re ragihandiye. Gubetellî Ersoz xwedî taybetmendiyek e. Li Tirkiyeyê yekemîn gerînendeya giştî ya weşanê ye. Ev te wateya ku tu kirasê ji agir li xwe bikî. Rojnamegeriya Gurbetellî Ersoz heta tu bibêjî cesûr e, ji gotin û nivîsandin rastiyan natirse, tiştên ku gelê wê û gelên din dijîn radigihîne. Ji ber wê xwedî seknek e bi hêz e.”

Rojnamegera ku êşa gelê xwe hîs kir û ragihand

Kîbriye Evren diyar kir ku li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê, ji salên 90’î ve heta niha zêde tişt neguherîne û wiha bi dawî kir:

“Di salên 90’î de jî zext, girtin, qetilkirina mirovan bi awayê kiryar nediyar, polîtîkayên bişavtinê hebûn hê jî hene. Taybetmendî û cudahiya Gurbetellî bûye bingeh ku gelek kes riya wê bişopînin. Ligel cesareta xwe, gotina rastiyê her wiha hîskirina êşa gelê xwe, axa lê hatiye cîhanê, taybetmendiyên din ên rojnamgeriya wê ne. Dema ku van tiştan hîs kiriye, ji bo binîvîsîne gelek hewl daye. Gurbetellî kîmyager e. Hem jî di serdema ku li Çernobîl û Helepceyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn de dest bi rojnamegeriyê kiriye. Di wan mercên ku tu kes nikaribû rastiyan binivîsîne; jineke rojnameger hewl da êşên gelê xwe û jinan ragihîne. Yek ji taybetmendiyên wê ew e. Taybetmendiyeke wê ya din jî ew e ku êşên jinên Kurd kişandine hîs kiriye û ji bo wê gelek serê xwe êşandiye û têkoşiya ye.”

‘Rojnamegeriyek bê tirs ava kir’

Kîbriye Evren bal kişand ku Gurbetellî Ersoz kevneşopî û çanda bi cesaret a çepemeniya jinan ava kiriye û ev kevneşopî bi Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn berdewam dike û anî ziman ku di çapemeniya cîhanê de rojnamegeriya jinên Kurd weke mînak tê nîşandan û wiha berdewam kir: “Hem di qada şer de hem di warê şewitandina gundan de, mînak li Herêma Federal a Kurdistanê, Qendîl, Zap û qadên din de, em behsa rojnamegeriya ku kîmyabaranê radigihînin dikin.  Çavkaniya vê rojnamegeriyê, Gurbetellî Ersoz ava kir. Navê Gurbetellî her dem li ser ziman e. Li gel vê rojnamevaniyek bê tirs ava kir, ya herî girîng jî ev bû.” 

‘Cesareta ku ji Gurbetellî hat girtin’

Kîbriye Evreng bersiva pirsa; ‘kevneşopiyek çawa bû?’ û dibêje: “Kevneşopiya ku li dijî, mêr, zayendparêzî, di heman demê de li dijî zimanê mêr ê netewperest zimanê çapemeniya jinan ava kir. Ev kevneşopî kevneşopiyek girîng e. Îro li Tirkiyeyê, heta li hemû cîhanê dema em li sazî û rêxistinên çapemeniyê mêze dikin, ji rêveberiya weşanê bigre, heta şefên buro, rojnamegerên ku li qadê dixebitin piranî mêr in û nivîsên ku dinivîsînin û pênûsên wan hemû mêr in. Gurbetellî di vê xalê de girîngiya çapemeniya jinan ava kir bû yek ji kevirên bingehîn. Ji ber vê cudahiyek li vê derê ava kir.” Kibriye Evren ajansa jinan a yekem JINHA û JIN TV weke mînak nîşan da û wiha domand:

“Cesareta ku jinên Kurd ji Gurbetellî girtine heye. Mînak niha gelek rojnamegerên jin girtî ne, gelek jin li qadên ku dixebitin ji aliyê polîsan ve rastî êrişan tên. Di demek gelek nêz de hevala me Rabîa ji ber polîtîkayên şerê taybet li Colemêrgê eşkere kiribû, avêtin ser mala wê. Ji ber vê gelek xalên ku rojnamegeriya jinan cuda dike hene. Kevneşopiya jinên Kurd hem di qad siyasî de, hem jî civakî û çandî de kevneşopiyek mezin ava kir. Çapemeniya Kurd jî vê berdewam dike. Ên ku vê berdewam dikin rojnamegerên jin ên ciwan in. Rojnamegeriyek ku bi cesareta berdewamiya Gurbetellî Ersoz, Nagîhan, Gulistan û Hêro Bahadîn û gelek hevalên ku me navê wan rêz nekirine.”

‘Dewlet ditirse’

Kîbriye Evren da zanîn ku cesaret û bêtirsiya di nivîsandina vê heqîqetê de, di bingehê de dewletê ditirsîne û wiha got: “Tevî hemû van polîtîkayên tepisandin, qetliamê jî jinên Kurd bi cesareta xwe, zêdetir nivîsandin. Saziyên nû vedikin, bi rêxistinkirina xwe di nava civakê de hebûna xwe berdewam dikin. Ev jî bi xwezayî dewlet û desthilatdariya mêr ditirsîne. Ji ber vê her dem rojnamegerên jin ên Kurd, dibin hedefa dewletê û tên qetilkirin û girtin. Gurbetellî Ersoz û yên li pey wê kevneşopiyek rojnamegeriya bi cesaret û xwedî biryar ava kirine.”

Kîbriye Evren dema rojnamegeriya jinan dinirxîne di heman demê de dibêje ku ji civakê re bûne hêvî û wiha didomîne: “Pirsgirêkên gelê Kurd gelek in, ji bo pirsgirêkên gelê Kurd binivîsin û bikşînin gelek dixebitin ku ev yek gelek girîng û bi rûmet e. Kurdên ku dihat gotin; ‘li çiyayê Agriyê binaxkirî ne’, îro dîrokê dinivîsînin. Bi riya çapemeniyê dîrok tê nivîsandin. Dîrok zindî dikin. Ji Kurdên mirî, îro dîroka kevneşopiya ku hewl dide li Rojhilata Navîn di nava navendek ewqas şer û evqas tarî ku hem polîtîk, siyasîbûn û hem îdeolojîk, rêxistin û hem paradîgmaya civakeke nû ya neteweya demokratik ava  dike dinexşîne. Ev tiştek gelek girîng e. Belkî ya ku me li ser lingan dihêle ev e. Bûyîna xwedî felsefeyê ye. ‘Jin Jiyan Azadî’ hatiye bûye şîarek enternasyonel. Li vê derê  parek girîng a rojnamegeriya jinên Kurd heye. Bi teybetî di ragihandina cîhanê de.”

‘Êşên hatine kişandin sedema têkoşînê ne’

Kîbriye Evren bal kişand ku tişta wan li ser lingan digre, her roj dîtina tiştek ku nû şîn dibe ye û wiha got: “Êşên ku tên kişandin me ji bo xwe nekir rondik, me kir sedema têkoşînê. Ne sedema em bibêjin ax û wax, têkoşîna jinan zêdetir bikin û qetliamên li ser jinan ên ku hene, qetliamên li ser Kurdan, qetliamên kimyabaranê bersivên mezintir bidin. Me hewl da em binivîsînin û xêz bikin. Rast e bedelên wê giran bûn. Gelek hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Gelek hevalên me yên rojnamegerên jin hatin qetilkirin. Mîrasên wan ên mezin hene. Ev tê bihêzkirin. Tişta bingehîn a ku dewletê nedîtiye ew e. Her qetlîam, her girtin, her binçavkirin me zêdetir bihêz dike, natirsîne.”

‘Wê her roj mezintir bibe’

Kîbriye Evren bi gotina “Me xwe bi cesareta Gurbetellî Ersoz pêçaye” wiha bi dawî kir: “Ez li ser navê xwe bibêjim girtin, binçavkirin bi min re ne tirsê, zêdetir têkoşînê bi pêş dixe. Ji bo gelek hevalên me jî dibe sedema têkoşînê. Mînak heta niha ez nebûme şahid ku ji ber girtin, binçavkirin, qetilkirinê,  hevalên me dev ji rojnamegeriyê berdabin. Rojnamegeriya jinan rêxistinbûna xwe ava dike û her roj mezin dibe, her roj di warê kovar, nivîs, dîtbarî, medyaya dîjîtal de, zêdetir dengê xwe didin bihîstin, zêdetir tiştên ku jinan jiyane, tiştên ku civaka Kurd jiyane vedibêjin. Ne tenê êşên wan, hêvî û hêza wan radigihînin, xwedî lê derdikevin wan dikin malê civakê û xwedî lê derdikevin, wê ji niha şûnde jî vê bikin.”