Jinên ku ji aliyê HTŞ ve hatin girtin îşkenceya li girtîgehê anîn ziman

Li Idlibê jinên ducanî ji aliyê HTŞ ve bi îdayên bê bingeh tên girtin û li girtîgehan rastî her cûrê îşkenceyê tên. Jinan diyarkirin ku rastî her cûrê îşkenceyan tên û ji bo bêdeng bibin belgeyan bi wan didin îmzakirin.

SUHA EL-ALÎ

Idlib- Dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) li Idliba ku dibin dagirkeriyê de êriş û zextên li dijî jinan her roja ku diçe zêde dibe. Jinên Idlibê bi hincetên bê bingeh tên girtin, di girtîgehên HTŞ de rastî muameleya der mirovî tên.

‘Di girtîgehên Idlibê de ez rastî muameleya xirab hatim’

Jinek ji Idlibê ya 31 salî tiştên ku di girtîgeha HTŞ’ê de jiyan kirî anî ziman û wiha got: “Ez di mehên destpêkê ya ducaniya xwe de bûm. Divê demê de endamên HTŞ ser mala me de girt û pirsa hevjînê min kir û min jî got ne li mal e. Ji ber hevjînê min ne li mal bû ez girtim. Piştî çend mehan dema ku hêvî ji hevjînê min qutkirin ez berdam. Sê mehan li girtîgeha Idlibê ez rastî muameleya xirab hatim. Ji ber kêmaniya xwarinê û min xwarin baş nexwar min pirsgirêkên tedirûstî jiyan kir. Ji derveyî kêm xwarinê min pirsgirêkên psîkolojîk jî jiyan kir.” 

 ‘Piştî ez hatim girtim min îşkence dît’

Maram Şeyh Ali ya 37 salî ji aliyê HTŞ ve ji ber deynê firoşgehê neda hate girtin wiha got: “Ez 6 meh ducanî bûm, ji ber min deynê ku ji firoşgeha kampê girtî neda bi sûcdariya ‘xapandinê’ ez hatim girtin. Hevjînê min di qezayek ya tafîkê de jiyana xwe ji dest da û ji bo ez zarokên xwe xwedî bikim ez neçar mam ji firoşgehê deyn bigrim. Piştî ez hatim girtin, ji ber îşkenceya ku min dîtî destê min yê çepê şikest û xwîn hat. Ez rastî her cûrê îşkenceyê hatim. Piştî mehekê dema ku birayê min deyn da ez hatim berdan. Dema ez hatim berdan ji bo ew îşkenceya ku min dîtiye nebêjim belge bi min dan îmzekirin. Ev saleke tiştên ku min jiyan kiriye ji kesê re nabêjim. Ji ber tiştên ku min di girtîgehê de jiyan kirî min zaroka xwe bi awayek ne tendirûst anî dinê.”

‘Di girtîgehê de 30 jin hebûn’

Marwa Al-Dayoub ya 28 salî tiştên ku jiyan kiriye wiha anî ziman: “Bi îdeaya ku ez endamê DAIŞ’ê me ez hatim girtin. Dema ez girtim ez ducanî bûm. Ez rastî rêbazên herî hovane yên weke lêdan, tundiya gotinî, gef û tirsê hatim. Di girtîgehê de nêzî 30 jin hebûn û hemû jî di odeyek teng de dihatin girtin. Li hucreyên kêlekê dengê mêrên ku îşkence didîtin dihat. Rojê tenê carekê û kêmek xwarin dihat dayîn. Di nava rojê de em ji carekê zêdetir rastî lêpirsîn û îşkenceyê dihatin. Min got ez tu caran nebûme DAIŞ, hemû ew sûcdarî bê bingeh in. Ez 4 mehan li girtîgehê girtî mam. Di meha sêyem ya ducaniya xwe de ew muamelaya xirab ku ez rastî hatim û ji ber kêmaniya melzemeyên tibî min zaroka xwe winda kir. Li beramber parayek zêde ez hatim berdan. Derketina min ya ji girtîgehê ev zêdeyî pênc mehane, lê belê hertim ez tirs, fikaran dijîm.”