Jinên Kobanê: Destdirêjiya li ser jinan bêpîvanî ye
Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî destdirêjî û işkencekirina li hember jinên li Tir Eranê, hêrsa xwe nîşan dan û diyar kirin ku êrîşên li ser jinan binpêkirina nirxên civakê ye.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di êvara 30’ê Hezîranê de hêzên girêdayî hikûmeta demkî, êrîşî gundê Til Eranî yê bi ser Helebê ve kirin. Çekdaran di wan êrîşan de jin işkence kirin. Ji ber lêdana zêde gelek kes ku di nav wan de jin hene, birîndar bûn. Ev bûyera ku rû da, bû sedema hêrs û helwesta jinan.
Jinên ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bertekên xwe yên tund li dijî bûyerê nîşan dan û helwesta xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Ev kiryar pîvanên artêşan berovajî dikin’
Hêvîn Ismayîl diyar kir ku artêşa Sûriyê bê pîvan e û wiha got: “Bûyera ku pêk hat, ne cara yekemîn e em dijîn. Lê em teqez dikin ku ev êrîşên li ser jinan xwe naspêrin pîvanên exlaqî û mirovî û ne pîvanên artêşeke ku parastina gelekî dike. Eger em bala xwe jî bidin rêze binpêkirinên ku beriya niha li hember Elewî û Durziyan çêbûn, emê bibînin ku her car ev êrîşên li hember jinan xwe dubare dikin. Em dizanin ku artêş bi armanca parastina gel û civakê tên avakirin, lê li Sûriyeyê ev rastî tê berovajîkirin. Bi taybetî jî li hember jinan divê rêgez û pîvan cudatir bin.”
Hêvîn Ismayîl destnîşan kir ku divê helwesta jinan tund be ku işkencekirina jinan dewam neke û wiha domand: “Bi vê bûyerê re em careke din girîngiya yekîtiya jinên Sûriyeyê û têkoşîna ji bo mîsogeriya mafê xwe yê azadî û wekheviyê di destûrê de nû dikin. Heta ku em weke jin di vî warî de nebin xwedî helwest, emê weke jin her tim rûbirûyî işkence û êrîşên bi vî rengî werin.”
‘Jin nirxên civaka Sûriyê ne’
Her wiha Lujeyîn El-Salîm diyar kir ku ew êrîşên li ser jinan napejirînin û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Mixabin ku ev ne cara yekemîn e em bûyerên wiha dibînin. Beriya niha jî di heman astê de me êrîş li bajarên cuda yên Sûriyê jiyan kirin. Jinên Sûriyê sembola berxwedanî, têkoşîn û aştiyê ne. Lewra jî eger hikûmeta demkî bi vê hişmendiyê jinan digre dest, ev tu carî nayê pejirandin. Ji ber vê jî em jinên li Kobanê piştgiriya xwe bi van jinan re nîşan didin û tekez dikin ku êş û têkoşîna me jinan hemû hevpar e.”
Lujeyîn da zanîn ku jin nirxên civakê ne û nabe ev nirx bên binpêkirin û wiha domand: “Jinên Sûriyeyê heqaret li wan tê kirin, rastî lêdan û işkenceyê tên. Divê anha civakên Sûriyeyê li hember van kiryar û binpêkirinan serî hildin û bê helwest nemînin. Em vê carê jî bê bertek bimînin, êdî wê ev binpêkirin weke çandekê mayînde bibe û hemû nirxên me yên civakî winda bibin. Jin bingeh û nirxên civakê ne, eger ev jinên Sûriyê jî van kiryaran jiyan bikin wê demê Sûriyê civakî jî û ji aliyê hikumetê ve jî, bin dikeve.”
‘Divê jin di leztirîn demê de tevlî artêşê bibin’
Hedle Hesen jî bi van gotinan bal kişand ser nebûna jinan a di nava artêşa Sûriyeyê de û bandora wê ya li ser êrîşên li hember jinan: “Işkencekirin û êrîşa li hember jinan, sûcekî exlaqî û mirovî ye. Di vî warî de em balê dikşînin li ser nebûna sazî, rêxistin û hêzên parastina jinan di hikûmeta Sûriyê de ku ev qelsbûn û bê pîvanî xwe dide der. Eger jin di nava artêşa Sûriyê de hebin, em bawer dikin ku wê jin kiryarên wiha nejîn. Ji ber ku jin di kîjan saziyê de hebin jî, xwedî bandor in û parastina jinan dikin. Lewra em dubare dikin ku divê jin di leztirîn demê de tevlî artêşê bibin û hesab ji kesên ku ev kiryar pêkanîn, bê xwestin.”