Jinên Kobanê bi hêviyên mezin Newroza îsal pêşwazî dikin

Jinên Kobanê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û gelan têdikoşe, diyar kirin ku Newroza îsal dê cudatir be û banga xwedî derketina li azadiya jinan kirin.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Bi mebesta 21’ê Adarê Cejna Newrozê, jinên ji bajarê Kobanê hestên xwe ji ajansa me re vegotin. Jinan coş û peroşa ji ber peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn  ziman û dan zanîn ku ewê îsal Newrozê bi hestên cudatir pîroz bikin.

Yek ji van jinên berxwedêr ên Kobanê jî, Hedila Ezîz Kenco ye. Hedila di destpêka axaftina xwe de Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Ez Newroza sala 2025’an li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Li şervanên me yên di çeperên şer de, li malbatên şehîdan û şehîdên me ku ji bo jiyana bi Kurdî xwe feda kirin, li wan pîroz dikim. Li YPG’ê, YPJ’ê û QSD’ê, li zarokên me yên di çeperên şer de, yên ku niha li ber xwe didin, li kêleka wan jî, li gelê me yê ku li Bendava Tişrînê parastina av, ceyranê dikin, em li wan jî pîroz dikin. Jixwe Newroza sala 2025’an li gor salên din cûda ye. Em ji niha ve amadekariyên wê dikin. Tevî hemû êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê berdewam dikin jî, em dîsa jî dev ji Newroza xwe bernadin û wê îsal ev Newroz bi wate bê.”

‘Rejîma Baasê nedihişt em Newrozê pîroz bikin’

Hedla Ezîz Kenco diyar kir ku di dema Rejîma Baasê de nikaribûn bi awayek azad Newroza xwe pîroz bikin û wiha got: “Ev Newroz bi taybetî li jinên Kurd tê pîrozkirin. Ji ber ku jina Kurd îro xwe îspat kiriye, cîhê xwe di nava rêveberiyan de girtiye û ev serkeftin li jinê vedigere. Di dema Rejîma Baasê de me nikaribû wek niha Nerwozê pîroz bikin. Ji ber ku qedexe bû, her tim gel di bin qedexe û êrîşan de bû. Lê niha bi saya jinê em bi ziman û cil û bergên xwe Newroza ku qedexe bû, pîroz dikin û hemû gel pê kêfxweş dibe. Em niha dê, bav, xwişk û bira, bi agirê Newrozê û cil û bergên xwe yên Kurdî Newroza xwe pîroz dikin. Ez dibêjim Nerwoza sala 2025’an li hemû gelê Kurd pîroz be.”

‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinê daye wê

Şemsê Mihemed jî di destpêka axaftina xwe de Newroza îsal li Rêberê Gelê kurd Adullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Em vê Newroza îsal li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ez li yên ku di çeperên şer de û di zîndanan de, li gelê Kurd pîroz dikim. Jinên Kurd ên ku çek hildan û liberxwe didin, li wan jî pîroz dikim. Di dema Rejîma Baasê de me nikaribû Newrozê pîroz bikin. Ji ber ku dewletan didan pey gel û gel nikaribû bi vê rojê kêfxweş bibe. Newrozê li gel diherimandin. Lê niha dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinê daye wê û azadiya hemû gelan da wan, Newroz ji berê cudatir tê pîrozkirin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan azadiya jinê daye wê û jin û mêr wekhev kirine. Jinan xwedî rol kirin, ji ber vê yekê em îro bi awayek azad Newroza xwe pîroz dikin.”

Em li azadiya xwe xwedî derkevin’

Şemsa Mihemed bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan ev 26 sal in di zîndanê de ye û wiha got: “Divê ji bo vê jî em xwedî li azadiya xwe derkevin û ev azadiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji me re daye nasîn, bê xwedî nehêlin. Ez bi hêvî me ku îsal Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ez bi hêvî me ku Newrozeke bi xêr bê ji gelê Kurd re. Ez dibêjim ku Newroza îsal li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz be.”