Jinên karker ku bi tundiyê hatine dorpêçkirin
Dr. Asli Osman a ji ÎSÎG’ê behsa şîdeta li dijî karkerên jin kir, got ku keda jinan nayê dîtin û mercên xebatê heta tu bibêjî xirab in.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Desthilatdariya li Tirkiyeyê, polîtîkayên xwe yên ku jinan li ‘nava malbatê’ di malê de mehkûm dike didomîne. Ji aliyekî ve jî jinên ku dixebitin jî, neçarî jiyana di karên bê temînat, bê qeyd û mercên koletiyê de dimînin. Keda jinan tune tê dîtin, li Tirkiyeya ku bêedaletî heta qirikê ye û krîza aborî her diçe xirabtir dibe, yên zêdetir ji xizaniyên zirarê dibînin jin in.
Di 10 mehên 2025’an de hezar û 737 karkeran bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de, di navbera wan kesan de 114 jin hebûn. Endama Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendirustiya Karkeran Dr. Asli Odman got ku şîdeta li dijî jinan tenê ya nava male û êrîşên fizîkî nîn e. Dr. Asli Odman, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan, ji ajansa me re behsa şîdeta pergalî ya li ser jinên karker kir.
Keda jinan a ji bo piştgiriya malbate
Li gorî Dr. Asli Odman zexta ku jinên karker hem di dema kar de hem jî di tevahiya jiyana xwe de lê rast tên wisa jixweber nîn e, rêbazeke sîstematîk e û ji bo domandina “rolên zayendiya civakî” tê bikaranîn.
Asli Odman, di nirxandina xwe de wiha behsa zexta ku her dem li ser jinên karker didome kir:
“Aliyekî din ê şîdeta zayendperestiyê ya li ser jinan heye, ew jî cînayetên kar e. Jixwe rolên ku bi feraseta zayenda civakî hatine ferzkirin hene û bi vê yekê tundî tê kirin. Em behsa jinên ku ji ber wan rolan, hem li malê hem di nava civakê de hem jî li cihê kar di dorpêça tundiyê de mane dikin.”
Asli Odman, bal kişand ku ev pergal tenê aborî yan jî çandî nîn e, rasterast bi tercîhên siyasî hatiye avakirin û wiha domand: “Li kolanan tundî, li cihên kar tundî heye. Li ser bedena jinan tundiyê dikin, tundiya destdirêjî û ferasetê… Di rastiyê de bi van hemûyan re, rejîmeke ku jin dikeve rewşeke ku nikaribe li rast û çepê xwe binhêre tê avakirin. Ev hemû jî di rastiyê de, bi zagonên ku em ji wan re dibêjin tundiya rejîmê çêbûn. Ango rasterast bi zagonên di warê mafên jinan de paşketinek çêbû, weke yên di mafên karkeran de.”
Encama dorpêça tundiyê
Asli Odman diyar kir ku ve dorpêça tundiyê ne tenê kes, pergala xebatê, bajarbûnî, malbatan û têkiliyên hilberînê jî bi teşe kiriye û wiha berdewam kir: “Ji ber wê dorpêça tundiya ku bi rejîma li cihê kar, rejîma zayendî, mekanî dibin yek di encamê de dibin rejîmeke polîtîk. Çima keda jinan di cîhana kapîtalîzmê de tê tercîhkirin? Mesele tenê erzanî nîn e; girtina jinan a di bin zextê de, cihê ku desthilatdarî bi awayê bi bibiryar bi kar tîne ye, ev yek jî ‘mekanîzmaya pejirandinê’ diafirîne. ”
‘Zincîrên peydakirinê her ku sûc dikin bi hêz dibin’
Asli Odman, behsa awayê keda jinan a di zincîrên peydakirina marqeyên cîhanî de kir û wiha got:
“Di kapîtalîzma turbo de, şirketa Raviya ya li Dîlovasiyê, ji bo şîrketeke din weke fason hilberînê dikir. Wê şirketê jî îro li cîhanê parfumên hemû vîtrînên bajaran Zara, LCW ve H&M çêdikir. Ango di vê zincîra peydakirinê ya cîhanî de keda jinan a ku erzantir e tê bikaranîn. Zincîrên peydakirinê jixwe her ku perçe dibin, bi hêz dibin. Her ku sûc dikin bi hêztir dibin.”
Tesbîta Asli Odman a diyar dike “sûc vediguhere hêzê”, pir baş nîşan dide ku keda jinan çawa bi tundî, bêewlehî û mêtinkariyê re ketiye nava hev û wiha didomîne: “Em dikarin bipirsin ka ‘çima fabrîkayeke perfumê li Fransayê nateqe?’ Mînak karkerên demsalî yên li Îspanyayê li kîjan aliyê wê hêzê ne? Li Tirkiyeyê di pevçûnên çînî de, bîrdoziyek ku pêşî li sermayeyê digre bikeve pêşî heye. Ango her tişt weke şerekî di navbera çandan de ye. Wekî ji aliyekî ve oldar, ji aliyekî ve laîk. Rejîm di kodkirina vî şerê çandê de bedena jinan weke amûrek bikar tîne.”
‘Kedek ku tê veşartin heye’
Asli Odman bi bîr xist ku li Tirkiyeyê karkeriya jinan, ji destpêkê ve tê veşartin, bal kişand ku ev yek bi awayê sîstematîk tê kirin û wiha domand: “Ji ber ku li Tirkiyeyê xebata jinan nayê hesibandin, ango hem ji aliyê daneyan ve hem jî ji aliyê rêzdariyê ve nayê dîtin; tevlîbûna îstîhdamê ji sedî 30–35 e. Jinên malan, karkerên demsalî yên çandiniyê jî nayên dîtin. Jixwe kedek ku di her mercê de tune tê dîtin heye.”
Asli Odman diyar kir ku ev nedîtin, tê wateya nedîtina tundiya ku jin dibînin. Asli destnîşan kir ku hinek bûyer meyldariyên mewzûatan jî derdixin hole, teqîna li fabrîkaya muhîmatê ya li Hendekê bi bîr xist û wiha got:
“Dema ku nûçeya teqîna fabrîkaya muhîmatê ya li Hendekê hat, min ji xwe pirsî gelo çend karker mirin. Min dît ku gelek ji kesên mirine jin in. Li cihê ku razemeniya pêwîst were kirin, li ser wê banda hilberîna bi rêzê, bi gotinên ‘jin baldartir in’ jinan bi cih kirine.
Têkiliya di navbera şîdeta li hemberî jinan û mirina karkeran de
Pirsa krîtîk a ji bo 25’ê Mijdarê ev e: Gelo mirov dikare awayên cuda yên şîdetê bi hev re girê bide? Asli Odman wiha dibersivîne:
“Demek dirêj e, em dixwazin têkiliya di navbera cînayetên kar ên jin tê de dimrin û bûyerên kuştina jinan de lêkolîn bikin. “
Têkoşîna jinên karker
Asli Odman bi bîr xist ku 25’ê Mijdarê di heman demê de temsîliyeta berxwedan û hêza dîrokî ya jinan e û wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê hem di tevgerên hawirdorê hem jî yên kedê de, li cihê ku têkoşînê guherînek radîkal çêkiriye, tekez em mîlîtanên jin dibînin. Ev tişteke pir xuyayî ye. Li cihê ku îstîhdam evqas zor e, dema ku serê jinên ku rastî hinek awayên şîdetê hatine li hev dikeve, tevger nikarin xwe li piyan bigrin. Jinek bi têkoşînê dibe xwedî kesayetê, ji tundiyşê xwe diparêze û azad dibe. Jina ku dighîje merheleya azadiyê êdî tu bendê li pêşiya xwe napejirîne. Xwe ji pergalê, ji rola xwedîkirina zarokan û ji gelek awayên şîdetê yên lê hatine barkirin, rizgar dike. Ez di vê mijarê de pir bextewar im.”