Jinên ji sînorê Rojava banga yekitiyê li jinan kir
Jinên ku li Pirsûsê kom bûn, bi meşan daxwazên xwe anîn ziman û li dijî polîtîkayên qetliaman banga yekitiya neteweyî kirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha – Li dijî êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan kesên ku çûn Pirsûsa Rihayê ku li hemberî Kobanê ye, bertek nîşanî êrişan dan. Bi sedan kes, tevî astengiyan polîsan jî meşiyan. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, daxwazên xwe anîn ziman û xwestin di navbera Kurdan de demek zû yekitî çêbibe.
Girseya ku bi saetan di ketina Pirsûsê de hatin rewastandin, piştî benda kontrolê derbas kirin, çûn cihekî nêzî sînor. Bi pankartên di destên xwe di bin dorpêça polîsan de daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û girseyê “xeleka jiyanê” çêkir. Xeleka ku tenê ji jinan pêk dihat bi deqeyan domiya, jinan daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman û dûre bi dirûşm û tilîliyan meşiyan. Tevî ku polîsan hewl dan asteng bikin jî girseyê meşa xwe domand û jinan daxwazên xwe bi dirûşman anî ziman û li dijî êrişa polîsên bi gotinên; “Êdî bes e bila ne şer aştî çêbibe. Ne me çeteyan asteng bikin” bertek nîşan dan.
Jinên ku bi dirûşm û tilîliyan bi deqeyan meşiyan, bersiv dan êrişan, anîn ziman ku gelê Kurd li ba gelê Rojava ye. Jinan pankartên bi nivîsa “Her der Rojava her der berxwedan”, “Me bi hev re qezenc kir, em ê bi hev re biparêzin” û “Rojava xeta me ya sor e” hilgirtin
‘Ji siya vî gelî ditirsin’
Bedriye Ulutaş bi gotinên; “Em ji bo jiyan û aştiyê hatin vê derê. Êdî bes e bila şer û mirin tunebe” wiha domand: “Li Rojava careke din şer dest pê kir, DAIŞ ji nû ve derket holê. Van çeteyan bi piştgiriya Erdogan vê yekê dikin. Em li dijî vî şerî ne dive çareserî çêbibe. Ji bo qetilkirina Kurdan çi ji destên wan tê dikin. Îro jin û zarokan qetil dikin. Mirovan ji cih û warên wan koçber dikin. Divê wiha nedome, ev pirsgirêk ne bi şeran, bi diyalogê çareser dibe. Em çiqas dibêjin aştî, ew dibêjin şer. Em dibêjin jiyan, ew dibêjin mirin. Her roj tang û top di ser me de derbas dibin êdî bes e. Bila destên xwe ji ser gel, jin û zarokan bikşînin. Ji vî gelî ditirsin, ji siya gel jî ditirsin. Ji tirsa xwe ji her alî ve êriş dikin. Bi qeyûm, girtin û şer bi ser gel ve tên. Em Kurd in tu carî hebûna xwe înkar nakin. Rojava rûmeta me ye. Ji bo gelê xwe hewce bike em ê bimrin. Heta ji me were em ê li her dere li ber xwe bidin. Em zarokên xwe û gelê Kurd bi tenê nahêlin.”
‘Divê gelê Kurd li dijî van êrişan bibe yek’
Rabîa Ekîncî jî got ku ew ê destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin û têbikoşin û wiha domand: “Em dayik û jin ji bo Rojava li vê derê civiyan. Em ji bo Rojava her tiştî dikin.Burada biz anneler ve kadınlar Rojava için toplandık. Rojava için her şeyi yaparız. Em şer naxwazin. Ji bo aştiyê em ê ber bi sînor ve bimeşin. Dijminên vî gelî ji ber ku ji gel ditirsin, êrişê her derê dikin. Ger netirsiyana wiha nedikirin. Bi şer nagihîjin tu derê. Bila dayik negirîn, aştiyeke bi rûmet were. Gelê Kurd pir zehmetiyan kişand. Pêvajoyên herî zehmet derbas kir. Êdî pêdiviya vî gelî bi aştî û jiyanê heye. Ji bo Rojava çi ji destên me were em ê bikin. Em bi mehan li ser vî sînorê man. Li her çar perçeyan zulum heye. Ger em nebin yek, em ê biçik yek bi yek. Divê em bibin yek û bi hev re bin. Niha tişta herî girîng, ew e ku em bibin yek û bi hev re têkoşîna xwe bidînin.”
‘Dijmin ji me ditirse’
Nesîbe Kuçukkiliç a di meşê de jî wiha got: “Em jin naxwazin xwîn birije. Divê em bibin yek û têbikoşin. Îro ji her aliyê êrişê gel dikin. Em li van axan hatin cîhanê û mezin bûn. Em axa xwe dixwazin. Bila tu kes li ser axa xwe penaber nebe. Bi hezaran mirov neçar man koçber bibin. Ev xirabiya herî mezin e, hem vê dikin hem jî mirovan qetil dikin. Dijmin ji me û goristanên me ditirse. Ji gotinek me bi tenê jî ditirse lê em ê ji bo aştiyê li ber xwe bidin.”
‘Em li ba Rojava ne’
Nedîme Elvan Yildirim jî got ku ji destpêkê ve heta îro Rojava bûye hedef û wiha domand: “Bi salan e zulum li ser gelê Rojava heye. Divê êdî dawî lê were. Ne salek û du sal e bi salan e şer didome. Ne tenê em divê em hemû ji vê zulmê re bibêje bes e. Gelê Rojava bi tenê nîn e. Em têkoşîna wan silav dikin êdî bila dest ji axa gelê Kurd vekişînin.”
‘Kesên ku ji DAIŞ’ê bawer bikin dê winda bikin’
Leman Ozkan jî diayr kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û tu carî paşve gav navêjin û wiha domand: “Dikevin axa welatekî li gelê wê zulmê dikin. Ev tişteke ku nayê pejirandin e. Em ê li dijî zaliman li ber xwe bidin. Em îro li vê derê ne. Jin û zarokan qetil dikin. Divê dawî li zulma zaliman were. Gelê Kurd her dem di in zextê de digrin. Bi Rojava re gelê Kurd bi xwedî statu ji ber ku ziman û nasnameyê ditirsin êrişê wê derê dikin. Tehemul nekirin ku gel azad bijî. Em li ser piyan e. Ger em tênekoşin dê li vê derê jî heman tiştî bikin. Kesên ku ji DAIŞ’ê bawer nakin dê winda bikin, serkeftin a gel e dê têkoşîn bi ser bikeve.”