Jinên ji rêxistinên cuda yên Başûrê Kurdistanê di xebata jineolojiyê de hatin ba hev
Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Başûrê Kurdistanê dewreyek perwerdê da jinan. Armanca vê dewrê hîn zêdetir danasîna jineolojiyê û bi hev re karkirina rêxistinên jin û çalakvanan e.
Navenda Nuçeyan- Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo nasandina jineolojî û karkirina rêxistinên jin û çalakvanan ji gelek nuner û endamên rêxistinên jin re dewreyek perwerdeyê dan. Dewreya 27’ê Sibatê de detpê kir wê 5’ê Adarê dewam bike. Armanca vê dewreyê zêdetir bi rêxistinên jin nasandina zanista jineolojiyê ku rêbazek a bi hev re ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê ye. Di dewreyê de behsa jineoloji û berhemê têkoşîna jinê ji dîroka kevin heta niha di asta Kurdistan û cîhanê de hatine kirin û her wiha ji bo pêşxistina diyalektîka tewrî û piratîka tevgera azadiya jina Kurd ku niha di asta cîhanê de bûye xwedî cihek giring.
Jineolojî pênasekirina jin wek hebûna siyasî û exlaqî
Di dirêjiya dewreya perwerdê de behsa pênasekirina jin wek hebûnek siyasî, civakî û exlaqî, ne tenê weke hebûnek biyolojî ye û behsa rêbaza jineolojiyê hat kirin. Li ser karkirina ji bo avabûna bawerî û guherînên demoqratîk di nava civak û asta têkiliyên jinan bi hev re, hîskirin, têgihiştin û karkirin bi heman têghiştinê ku jin çawa berbi xwebûnê ve biçe.