Jinên ji Gîresûnê: Berxwedana jinan a li Îranê îlham dide me

Jinên Gîresûnê ku li dijî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya li Îranê bertek nîşan dan, diyar kirin berxwedana ku tevî êrişên rejîmê jî didome, îlham dide wan.

Navenda Nûçeyan - Platforma Jinan a Gîresûnê, têkildarî qetlîamên jinan ên li navçeya Espiye ya Gîresûnê tê jiyîn û qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya li Îranê, li Qada Ataturkê daxuyaniya çapemeniyê da. Endama Platformê Iraz Şukran Hindpak ku li ser navê platformê daxuyanî da, da zanîn ku di 23'ê Îlonê de li navçeya Espiye Nûrî Çamur 3 jin qetil kir. Iraz Şukran Hindpak diyar kir bi vê yekî re di 8 mehên dawî de li Gîresûnê 6 jin û li Tirkiyeyê jî di 9 mehên sala 2022’an de 292 jin hatin qetilkirin.

Berxwedan wêrekiyê dide

Iraz Şukran Hindpak a bal kişand ser komkujiya Jîna Mehsa Emînî ya li Îranê, wiha got: “Li Îranê bi hezaran kes bi derketina qadan re vê qetlîamê şermezar kirin, mafên xwe parastin û li dijî edaleta mêran dest bi berxwedanê kirin. Lê belê di çalakiyan de jin ji aliyê dewleta serwer a mêr ve tên qetilkirin. Jinan diyar dikin ku hîcabe û rejîma Şerîetê ya Îslamî naxwazin. Berxwedanî û wêrektiya ku tevî gulebarana bêperwa ya leşkerên rejîmê didome, îlhamê dide me. Li Îranê qanûnên Şerîet bû sedem ku jin di bin zilmê de bijîn û jiyana wan bê astengkirin. Jinên ku tên darvekirin hene. Jinan îro bi berçavgirtina her cure cezayan vê berxwedanê dimeşînin.”

“Em ê bêdeng nemînin”

Iraz Şukran Hindpak diyar kir ku xwe parastin hêza herî mezin a piştgiriya jinên ku li hemû cîhanê rastî tundiyê tên e û wiha axivî: "Em ê heta wê roja ku hemû jin bi awayekî azad behsa bedena xwe bikin û bi awayekî azad tevbigerin bêdeng nemînin."