Jinên ji Dîlokê: Zarokên me birçî ne!

Yek ji bajarên mezin ku ji ber erhejê piranî xira bûye Dîlok e, gel ê ku li ser cadeyan dimînin li dijî serma û birçîbûnê têkoşîna jiyanê didin. Jinên ku dibêjin ne konek ne jî xwarinek germ ne dane wan, gotin: “Wê zarokên me ji birçîn bimirin.”

MEDÎNE MAMEDOĞLU

Dîlok – Ji erdhejê yek ji 10 bajarên ku herî zêde ziyan gihayê Dilok e. Di bajar de bêdengiyek heye, li bajarê ku ji malek jî ronahiyek nayê berdan û hemwelatiyên ku di malên xwe de namînin li mizgeftan yan ji cihên kombûnê bi pêxistina agir şeva xwe derbas dikin. Dema ku xebatên lêgerin û rizgariyê berdewam dike, em li her derê rastî pêxistina agir tên. Li Dîlokê hemwelatiyên ku ji erdehejê rizgar bûne û ji derve jiyan dikin tiştên ku jiyan kirine ji ajansa me re gotin.

Dîlok vegeriya bajarê heyaletan!

Li Dîloka ku bi sedan kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan ji 4 hezaran zêdetir birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. Li Islahiye, Nurdagi û navenda bajêr gelek avahayî hilweşiyan, hemwelatiyên ku li kêleka agir disekinin helwest nîşanî AFAD û rayedarên dewletê dan. Jinên li wê derê dibêjin ne pariyek nan û ne jî xwarinek germ nehatiye dayîn û dibêjin zarokên wan birçî ne û ew jî gihane rewşekî ku ji sermayê biqerisin. Hemwelatiyên ku kon dixwazin dibêjin li mizgefta ku 300 kes lê dimînin metirsiya izdihamê heye.

‘Me tu alîkarî nedîtiye’

Fatma Uludag ku li taxa navend ya Încili Pînar li kêleka agir sekinî ye û dixwaze zarokên xwe germ bike wiha dibêje: “Em ji serma diqerisin, zarokên min birçî ne, ne em dikarin nanekê bigrin, ne jî em dikarin tiştek yê xwarinê peyda bikin. Bi heman awayî hemû kes ji vê yekê nerazî ne, zarokên biçûk mexdûr in û li cadeyan dimînin, dibêjin alîkarî, alîkarî, lê belê me tû alîkarî neditiye. Me alîkarî xwest lê belê tiştek nehat vê derê, gotin bataniye hatine, ev hemû mirov li cadeyan komkirin, lê belê hêjmara ew bataniyeyên ku digotin hatine çar bûn. Tenê av dan me, niha em nikarin biçin malên xwe, li vê derê em gelek mexdûr in. Em nizanî emê çibikin û biçin ku derê.”

‘Wê zarokên me ji birça bimirin’

Fatma Uludag ku banga alîkariyê kir, wiha got: “Wê zarokên me ji birça bimirin. Ez nizanim wê rayedar çibikin û çawa alîkariyê bikin, lê belê zarokên li vê derê gelek mexdûr in. Me xwest em biçin malên xwe gotin hun naçin, her saetekê xeberek tê dibêjin wê erdhej çêbibe. Em her tim ji derve ne û li ber agir in, ji derve em nikarin nan peyda bikin, kî çawa bi me re dibe alîkar bila bibe alîkar. Bila alîkariya xwarinê bikin, li vê derê kon dênin bes e, li ber agir em perîşan bûn.”

‘Cihek tenê bi sexlem nemaye, em perîşan bûn’

Fadime Kapici ku birayê wê û sê kes ji malabata wê di bin kavilên avahiya ku hilweşiyayî de mane û li bendê ye û bi xwe ji Îskenderûna ku li wêderê jî erdhej lê rûda hatiye bi hêvi ye ku ji birayê xwe xeberek xweş bigre. Fadime Kapıcı, ew tiştên ku ev dû roj e li ser kavilan jiyan dike wiha got: “Ew apartmana Golgeliler ya ku hilweşiyaye birayê min tê de ye, birayê min dû keçên xwe û hevjina xwe niha di bin kavilan de ne. Em jî li ve derê li benda wan in, ev dû roj e em li vê derê, li ser serê me qiyamet rabû. Ez li Îskenderûn jiyan dikim, li wê derê jî erdhej çêbû, dema ku me bihîst birayê min jî di nava kavilan de ez hatim vê derê. Ev dû roj e ez li vê derê me, lê belê ew di bin kavilan de ye em jî li vê derê li bendê ne. Ya xûdê birayê min bila sax be, dema em di rê de dihatin me rê dit ku çawan qelişiye. Li bajarê me jî ne nexweşxane ne jî mal nemane. Hemû ciha weke hev in hem Nurdagı hem jî Osmaniye. Cihe sexlem nemaye, hemû mirov perîşan bûne, ez nizanim çi bêjim.”