Jinên ji bajarê Holê: Em piştgiriyê didin operasyonê
Jinên başûr û bakurê bajarê Holê der barê Operasyona Ewlehiya Domdar ku gundên wan jî di wê çarçoveyê de ji aliyê şervanên QSD/YPJ’ê ve hatine paqijkirin de gotin: “Operasyon dê ewlehiyê ji bo me pêk bîne.”
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Operasyona Ewlehiya Domdar a ku di 6’ê Mijdarê de dest pê kir, bi awayekî rêkûpêk 200 gundan bi robera 100 km. başûr û bakurê kampê û bajarê Holê gihîştiye ber bi dawiya gundan ve lê li beşên din ên kampê didome. Di operasyonê de li gor daxuyaniya 8’ê Mijdarê de hat dayîn 47 çeteyên DAIŞ’ê û hejmarek cebilxane hatine girtin.
Li gundên ku ji aliyê şervanan ve hatin paqjkirin, lêgerîna li şaneyên çeteyan berdewam dike, ev yek ji aliyê jinên wan gundan ve rastî kêfxweşiyê hat.
Jinên gundê Hidaca jî der barê operasyonê û girîngiya wê de nêrînên xwe anîn ziman.
'Ji şervanan re palpişt bin'
Yûsra Elî, nîşteciha gundê Hidaca û dayika 3 zarokan e, der barê rêveçûna operasyonê û lêgerîna şervanan de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Dema ku şervan operasyonê dest pê dikin, em kêfxweş dibin û ji wan re palpiştiyê dikin. Operasyon baş e ku çêbibe, bi wê yekê dê şaneyên DAIŞ’ê cesaret nekin her carê êrîşî gel û şervanan bikin. Ma çima şervan bi destên şaneyan werin şehîdxistin? DAIŞ xeter e hem ji bo me hem ji bo hêzên ku van deran diparêzin."
'Birêzdarî û baldarî malên me lêgerîn û kontrol kirin'
Yûsra Elî got ku şervan bi rêzdarî nêzî malên wan bûne û wiha domand: "Şervan bi rêzdarî nêzî me bûn û bi vî awayî jî kontrol û lêgerîna xwe di malan de kirin. Ji lewre dema ku gel bi şervanan re bibin alîkar, dê bikeve xizmeta wan û xizmeta şervanan jî ji lewre dest bi dest tevgera bi hev re baş e."
'Wateya ku piştî DAIŞ’ê li jiyana me bar bûye em di tirsa jidestdana wê de ne'
Yûsra Elî sal û rojên ku DAIŞ’î di gundên wan de bûn bi bîr xist û wiha hestên wê demê parve kir: "Rojên ku DAIŞ’î li gund bûn em her dem di nava tirsê de bûn û tirsa ku di kîjan kêliyê de êrîş bikin û sivîlan bikujin her dem di hişê me de zindî bû lê me bawer nedikir û texmîn nedikir wê kengî hêzên ku Kurd pêşengiya wê dikin werin û me û gundan rizgar bikin. Piştî ku em rizgar bûn, me nû hestên aramiyê jiya, nû êdî wateyek li jiyana me bar bû. Herî kêm niha em bi rehetî dimeşin lê di dema DAIŞ’ê de diviyabû em her dem rûgirtî bûna bi mêran re nemeşiyana û ger bi mêrekî re me bidîtana yan wê jinên El-Hisbê îşkence li me bikirana yan jî wê bav an jî birayê me bigirtina û bixistina zindanan. Lê niha pir cuda ye, niha her kes berpirsiyarê xwe ye, kesek li ser serê kesek din çavdêriyê nake, em bi awayekî azad dijîn niha. Ji ber wê jî ez gelekî bi tirs im ku rojên DAIŞ’ê vegerin, ew roj rojên wisa bûn ku bêhna me çikandibûn. Ez serkeftinê ji hêzên operasyonê re dixwazim."
'Bi dîtina şervanên jin aramiyeke kûrtir hîs dikim'
Yûsra Elî got ku di lidarxistina operasyonan de bêtir aramiyê hîs dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di lêgerîna li şaneyan û kontrolkirina malan de li cem me aramiyek çêdibe. Hestên aramiyê di hebûna her hêz û rêxistinê de nayê jiyîn. Em bi hebûna şervan û hevalan aramiyê hîs dikin lê em dema ku şervanên jin dibînin, kûrtir vê aramiyê dijîn. Rast e karê ku dikin karê ku mêr jî dikin e lê bi vê yekê re ji cîhanê tev re dan xuyakirin ku ew jî li gorî berpirsyariyê ne."
Mûna Mihemed a ji gundê Hidaca ku di kêliyên lêgerîn û paqijkirina gund de ji hêla şervanan ve, tevî zaroka xwe ya 3 salî û keça xwe a şîrmij pembo berhev dikir de, tabloyek wiha çêdibû ku aramiya rastîn ew bi xwe ye.
'Tedbîreke baş e'
Mûna Mihemed got ku ew îro bê tirs dijîn û wiha bal kişand ser girîngiya operasyonê: "Operasyon baş e, em natirsin û li gund bêtirs dijîn. Ji ber gundiyên me piranî beşdarî nava hêzên parastinê bûne. Çete û şane li gund tune ne lê kontrolkirina gundan tiştekî normal dibînim û tedbîreke baş e jî. Tekez heta dawî jî em ligel şervanan in û em aştiyeke domdar hêvî dikin."