"Li dijî zilmê yekane rê hevgirtin e"

Jinên ku li Amedê ji bo Jîna Mahsa Emînî ya li Îranê hat qetilkirin çalakî lidarxistin bal lê kişandin ku li dijî zilmê yekane rê hevgirtin e û gotin: “Divê em ji feraseta desthilatdar re bêjin raweste.”

MEDİNE MAMEDOĞLU

Amed – Duh li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jin ji bo Jîna Mahsa Emînî ya li Îranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hat qetilkirin, daketin kolanan. Jinên ku li hîn bajaran rastî astengkirinên polîsan hatin, astengiyan derbaskirin û diruşmeyên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Jinan bi çalakiyên xwe pêyamên hevgirtinê dan jinên li Îranê, her wiha soza bilindkirina têkoşîna li dijî pergala mêr serweriyê dan. Yek ji bajarên ku jin lê çalakî lidarxistin Amed bû. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn der barê pêvajoyê de nêrînên xwe bi me re parve kirin.

“Li dijî jinan mêyzekirina hemu dewletan wek hev e”

Endama Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle (DAKAP) Arîn Zumrut: “Îro weke jinên Kurd em ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li hev kom bûn. Ev ne tenê li vir tê protestokirin, li tevahî cîhanê tê protestokirin. Lê hemu dewlet dişibin hev. Qedexeyên ku îro tê meşandin bi giştî rewşa dewletan a mîna pergalê destnîşan dike. Bi vê qedexeyê dixwazin vê bêjin ku ‘ez bi hêza destê xwe dikarim her tiştî bikim’. Timî bi hincetên ewlekariyê çalakiyên me tê astengkirin lê ev yek nîşan dide ku em çiqas di nav bê ewlehiyê de ne. Li dijî jinan mêyzekirina hemu dewletê kapîtalîst wek hev e.”

“Divê em bi hev re li dijî zilmê bisekinin”

Endama Şaxa Jinan a Partiya Komarî ya Gel (CHP) Laleş Ertugrul: “Em weke jin îro ji bo piştgiriya têkoşîna wekheviyê li vir in. Em ji bo parastina mafên hemû jinên li Rojhilata Navîn ên rastî bindestiyê tên hatin gel hev. Pirsgirêkên ku jin îro li Îranê dijîn, li gelek welatên cîhanê tên jiyîn. Em li vir jî heman zextan dijîn, her çend ne bi qasî wê derê giran bin. Rêya derbaskirina vê jî bi wekhevî û hevgirtinê ye. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, ger jinek ku rastî zilmê tê hebe, divê hemû jin bibin yek û bêjin raweste. Bi hevgirtinê dê ev zilm bi dawî bibe. Îro li her platforma ku em lê ne, li dijî van bûyeran çi ji destê me tê divê em bikin.”

“Divê em ji feraseta desthilatdar re bêjin raweste”

Parêzer û parazvana mafên jinan Gazal Bayram: “Îro hemu jin ji bo Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin li vir in. Ev di şexsê Jîna Emînî de êrişek li ser tavahî jinan e. Hemu jinên cîhanê li dijî vê daketin kolanan. Meşa ku me dixwest em li Amedê lidar bixin ji aliyê waliyê ve hat qedexekirin. Li gor me aliyek vê yê bê qebûlkirin nînê. Li hemberî feraseta desthilatdar a ku ji tayê porê me heyanî şêweyê rûniştina me li ser her tiştî biryaran dide, divê em bêjin raweste.”